Li te difikirim

Ji aliyê Zana Zengenî – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

“Li te difikirim
Weke xeta bi noqte
Weke herfa elîfbêya bi ‘eyn
Weke herfa elîfbêya bi Şîn
Weke herfa elîfbêya bi Qaf.

Herweha
Min çi gotiye;
Ji ber tatêla gihandina bi hêsanî ya van her sê herfên dawîn bû.
Niha divê ez razêm,
Ez ê sibê dîsa li te bifikirim,
Weke deryayê li dewamiya xwe.

Seyîd Elî Salihî

Ji Farisî: Zana Zengenî, 2016
m.zana47@gmail.com