NFT [non-fungible token]: Hunera li ser blockchainê

Ji aliyê DigiKurd – – Nûkirin: Şirove tune ye 2 deqe xwendin

Çi ye? Çawa dixebite?

NFT bi navê xwe (non-fungible token) an jî bi kurdî (tokenên ne-guhêrbar) rêbazeke krîptografiyê ya ji bo daneyan e. NFT nîşan dide ku berhemeke dijîtal nikare bê kopîkirin û tu tişt nikare têkeve cihê wê. Ev yek li ser heman teknolojiya blockchainê ye û li ser lênûskeke dijîtal daneyan dide qeydkirin, erêkirin.

Bi kurtasî mirov dikare bi rêbaza NFT’yê bike ku xwediyê dane yan jî berhemeke dijîtal kesekî tenê be.

NFT ji bo nîşankirina wêne, vîdeo, deng û dosyeyên din ên dijîtal tê bikaranîn. Ne tenê ev, gelek tiştên ku li ser platformên dijîtal tên meşandin li ser NFT’yê jî dikarin bê meşandin. NFT perçeyekî teknolojiya blockchainê ye. Ev her du bêyî hev nabin. Bo nimûne daneyek an jî berhemeke hunermendekî/ê bi riya NFTyê dikare dest biguherîne û bi riya blockcahinê jî bê teqezkirin ku xwediyê wê, hilberînerê wê kî ye.

Di alema blockchainê de her tişt tê şîfrekirin. Her şîfre bawerî, her tomar jî delîl e. Hêsan e ku ev delîl ji aliyê hemû kesan ve bê dîtin.

NFT wekî Bitcoin û pereyên din ên krîpto blockchainê bi kar tîne. Ev teknolojî jî danûstandinan li ser lenûskekê tomar dike.

NFT bi şoreşa krîptoyê zûde ye dihat sêwirandin lêbelê di sala 2021ê de zêdetir popûler bû. Gelek torên blockchainê yên ku nû derketin êdî torên xwe li gorî çapkirina NFT’yan eyar kirin. Gelek blockchainên berê jî heman guhertin kirin û tora xwe li gorî rêbaza NFT’yê ji nû ve sererast kirin.

Ethereum yekem tora blockchainê ye ku bi standarta ERC-721’ê kir ku li ser tora wê NFT çap bibe ango were tomarkirin.

Piştî Ethereumê Solana, Avalanche, Flow, Tezos, Ziliqa û Cordano hene ku ew jî li ser zincîra xwe piştgiriya afirandina NFT’yê dikin.

NFT an jî Tokenên Ne-Guhêrbar ÇI YE?

YEKANE YEHer daneyek cudahiya xwe ya ji yên din nîşan dide
KÊMDÎTÎ YEPêşvebir dikare lîmît û hejmara wê diyar bike
NAYÊ DABEŞKIRINNFT tu caran nabe perçeyeke biçûk, her tim yekpare ye
TÊ TESCÎLKIRINBi saya zîncîra blok xwedîtiya wê tê tescîlkirin
TÊ TRANSFERKIRINNFT li her derê bi hêsanî û azadî tê kirîn û danûstandin
EWLE YELi pêşiya hemû sextekariyan digire

The Hall Kurdî

DigiKurd

Lêkolîner, Washington DC