Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Nûçe»The Hall Kurdî 8 Derket
Nûçe

The Hall Kurdî 8 Derket

AdminBy Admin06/08/2022Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hejmara 8an ya kovara The Hall Kurdiyê ku li Londonê tê amadekirin derket. Di berga kovara Tebaxê de Xebatan “Kurdish Digital Heriatge” heye.

Li Londonê Mîrata Çanda Kurdî li platformên dîjîtal hate qeyd kirin. Sulaiman Othmanê Kurdê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina çanda Kurdî projeyek amadekir û ji Arts Council Englandê fon stand. Di projeya bi navê “Kurdish Digital Heritage” de çi nimûneyên çanda Kurdî yên li Londonê hebin wek xwarin, cilûberg, muzîk, govend, hûner hwd. bi rêya wêne, video, deng, hevpeyvîn û grafîkan hatin qeyd kirin. Nasandina projeyê ku di amadebaşiyê de keda min jî hebû, di 22ê meha çûyî de hat kirin. Digel stran û govend û sohbetên xweş me şeveke gelek bi ber borand. Nûçe û hûrguliyên projeyê di vê hejmarê de heye.

Mixabin meha tebaxê salvegera êrîşa Şengalê û komkujiya Êzidiyên Kurd e. 8 sal berê cara 74em dîsa fermana Êzidiyan rakirin. Rojnameger Ercan Dag ji bo The Hall Kurdiyê Komkujiya  Êzidiyan nivîsî.

Di vê hejmarê de me cî da raporta Botan Inernationalê ku behsa talûke û gefa li ser çapemenî û medyaya Kurdî dike. Rapor ji îngilîzî hate wergerandin ser Kurdiyê û hinek jî hate kurtkirin. Ji bo vê raporta girîng ku gefa li ser medya û rojnamegeriya Kurdî ragihand cîhanê em spasiya dîrektorê Botan Internationalê Murat Bayram dikin.

Nivîskar Necat Zivingî vê mehê dîsa nivîseke gelek xweş hazir kir. Di gotara “Çîroka Dewleta Kurdî” de binêrin dîroknasê Yûnanî Heredot çawa behsa Împaratoriya Kurdan dike. Hûnê bibînin ka Kurdan çawa dewlet bi distûra Edaletê ava kirine.

Mamoste Zeynelabîdîn Zinar ji bo The hall Kurdiyê “Bipêşketina Çanda Kurdî ya Li Swêdê” nivîsand. Swêd çawa bû navendeke rewşenbiriya Kurdî? Zêdetir di gotara me de ye.

Dîsa di vê hejmarê de me beşa duyem ya nivîsa Sewîm Qoserî weşand: “Dengbêjî li Radyoya Ûrmîyê û Dengbêj Îran Xanima Mucered”.

Medya û nexasim medya civakî êdî bûye parçeyeke jiyana me ya rojane. Derûnnas Siyabend Aslan li ser “Bengîtîya Medyayê” sekinî vê mehê. Sedem û rêyên tedawiyê dîsa di nivîsê de ne.

Di beşa sînemayê de Rûmet Med qala derhêner, senarîst û çêker Jim Jarmusch  dike ku yek ji nûnerê herî serkeftî yê Sînemaya Serbixwe ye.

Meha borî li dinyayê rûdana herî girîng bêguman dîmenên teleskopa Webbê bûn. Dîmenên ku Nasayê parvekirin bû sedema kelecanê. Lê gelo ev wêne tên çi wateyê û divê ev rûdan çawa bên xwendin? Digikurd ji bo we nivîsî. Meraqdarên feza û gerdûnê, jê neminin! Zanîst û teknolojî bi we jî gava bi Kurdî be şêrîntir nine?

Danasin Derket Hejmar 8 Nûçe Tebax 2022
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.