Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 13»Kal û Gaxan: Pîrozbahiyeke Kevneşopî ya Kurdên Elewî
Hejmar 13

Kal û Gaxan: Pîrozbahiyeke Kevneşopî ya Kurdên Elewî

The Hall KurdîBy The Hall Kurdî01/01/2023Updated:10/01/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li Londonê Kal û Gaxan Hate Pîroz kirin

Kal û Gaxan çalakiyeke pîrozkirina sersalê ye û bi taybetî li doraliya bajarê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji aliyê Kurdên Elewî ve tê pîroz kirin.

Bername bi pêşengiya komeleyeke Elewiyên Kurd li Londonê, Dersim-Derê hat sazkirin. Kevneşopa pîrozbahiya sersalê Kal û Gaxan li dêra St Mary’s Churchê hate kirin.

Kal û Gaxan bi sedan salan e li dorûdora bajarên wek Dêrsim, Erzîncan, Sêwas, Elezîz, Meletî, Meraş, Bingol, Mûşê ji aliyê Kurdên Elewî ve tê pîrozkirin.

Kal û Gaxan di sîstema baweriya Raa Haqî de salvager e û tê wateya bidawîbûna salê û pêşwazîkirina sala nû ye.

Bernameya li dêra St Mary’sê bi xwendina gulbengê dest pê kir.

Di çarçoveya programa şevê de koma zarokan ku li navenda Çanda Elewiyan ya Enfieldê perwerde bibûn konserteke piçûk da.

Koma Bendîr a Jinan jî bi Erbaneyên xwe derketin ser dike, hem lê xistin hem jî kilam gotin.

Di şevê de stranbêj Suna Alan û Reşo Zelal jî bi stranên xwe tevli çoşa vê pîrozbahiya sersalê bûn.

Dayîk Yadigar Arslan ji bo The Hall Kurdiyê behsa çanda Kal û Gaxanê û xebatên wan ên li Brîtanyayê kir.

Ez li Saziya Baweriyê ya Brîtanyayê de dayik im. Ev 27 sal in li vî welatê me û di nava sazî û dezgehên Elewiyan de dixebitim.

Kal û Gaxan edeteke kevnar e. Kal, sala ku diqede ye, Gaxan jî sala bê temsîl dike.

Li gorî ku me ji mezinên xwe bihîstiye, dibêjin berê feqîrî hebû, tunebûn hebû. Zivistan dirêj bûn. Piştî meha îlonê berf dibariya. Di wê zivistana sar de ji gundekî 3 kes, jin û mêr û ciwanek di nav gund de digeriyan, arvan, rûn û şekir berhev dikirin û dibirin li mala yekî xizan loqme çêdikirin û li xelkê belav dikirin û dibirin datîniyan ziyaretên li gundan da ku çûk û ajalên derve jî jê bixwin. Ev cûreyeke alîkariyê ye. Û herwiha xatirxwestinek e ji sala ku diqede û pêşwazîkirina sala nû ye. Ev şev bi sohbetan dibore, roja din zû radibûn, ji kaniyan ava taze dianin. Jê vedixwarin û li ser heywanên xwe jî direşandin. Jixwe di çanda elewîtiyê de 3 cejn hene. Kal û Gaxan, Xizir û Newroz. Em Kal û Gaxanê ev 5-6 sal in li Brîtanyayê pîroz dikin. Em dixwazin vejînin vê çandê da ku zarokên me û nifşên nû jî hîn bibin. Çawa ku krîsmis û noela wan heye, ya me jî Kal û Gaxan heye.

2023 Çile Çile 2022 Hejmar 13
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
The Hall Kurdî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.