Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 14»Seferên ji bo Marsê: Nasa wê bi roketên nukleerî însanan bibe fezayê
Hejmar 14

Seferên ji bo Marsê: Nasa wê bi roketên nukleerî însanan bibe fezayê

DigiKurdBy DigiKurd01/02/2023Updated:23/05/2023Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

NASA û Ajansa Projeyên Parastinê ya Pentagonê (DARPA) niha dike roketeke nû bi pêş bixe. Ev roket wê însanan di nav 45 rojan de bibe Marsê. Roket bi temamî wê bi teknolojiya nukleerî bixebite. NASA dibêje ew dikarin di nav 4 salan de çêkin.

Keşfa Marsê ji bo mirovahiyê xeyala herî mezin e. Lê tişta ku çavê mirov ditirsîne rêwîtiya dirêj e. Lewra bi şertên heyî, çûyîna ber bi Marsê ji 6 mehan zêdetir digire. Rêwîtiya însanan a 6 mehan him li aliyê çavkaniyan him jî li aliyê sotemeniya roketan zehmet e. Lewra zanyar li ser rê û rêbazên hîn pêşketîtir dixebitin.

NASA her roj bi lêkolîn û pêşxistinan li rêyên nû digere. Fikra wesayîtên nukleerî fikra herî berbiçav e. Di roja îro de roket bi şewitandina sotemeniyê û bi defdana kîmyewî wesayîdan dibe. Sotemenî pêdikeve û fişara jê derdikeve roketê dilivîne. Di pergala nukleerî de jî bi perçekirina atoman hêz derdikeve holê ev hêz jî derbasî reaktora fîzyonê dibe. NASA dibêje ew rêbaz ji rêbaza berê 3 qat çêtir e. Tevî wê rêwîtiya 6 mehan zêdetir dê dakeve 45 rojan. Ev yek tenê bi serê xwe kelecanê zêde dike.

Motorên nukleerî herî dawî di sala 1959an de ji aliyê NASA’yê hatibû pêşxistin û li Erdê jî bi awayekî serkeftî hatibû ceribandin. Navê motorê NERVA bû lê ji ber erkê Apolloyê di sala 1973an de bi dawî bû, xebatên motora nukleerî jî hatibû rawestandin.

Motorên Nukleerî li gorî motorên kîmyewî him dûvdirêjtir him jî enerjiyeke paqijtir zeyî dike. Bi saya wê roket jî bileztir û zêdetir rê diçin. 2 cureyên motorên nukleerî hene. Di ya ewil de reaktorên NEP hene û ew elektronên gazên elementên wek xenon û krypton vediqetîne û ceyranê çêdike. Piştre ceyran dide motora jetê û wek tirêjên îyonê dide derve. Ev yek fişara defdanê çêdike. Motora din a nukleerî NTP ye û jê re Nuclear Thermal Power tê gotin. Ev motor jî yan hîdrojen an jî amonyakê bi riya reaksiyona fîzyonê germ dike û fişara ku ji wan derdikeve wek fişara defdanê bi kar tîne.

Heke proje bikeve rewacê wê malîyeta ji bo şandina roketan jî dakeve him jî ji roketan bêhtir fêde bê girtin.

Ajansa Asîmangeriyê ya Emerîkayê NASA dike heta dawiya 2030î an jî serê 2040î mirov bişîne Marsê.

DigiKurd Hejamr 15 Jimar 14 Mar NASA Sibat 2023 The Hall Kurdî 14
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.