Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 19»Li Duhokê Pêşengeha Dîzayna Cilûbergên Navxweyî
Hejmar 19

Li Duhokê Pêşengeha Dîzayna Cilûbergên Navxweyî

Idrîs HisoBy Idrîs Hiso12/07/2023Updated:12/07/2023Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Bi çavdêriya berpirsê leqê yek ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rêzdar Elî Ewnî festîvala salane ya Peymangeha Dasniya ya Nehikûmî li Duhokê li jêr durûşmê (Huner û Zanist Berdewamiya Xebata Çiya ye) hat li darxistin. Festîvalê bo maweyê du rojan berdewam kir 06-07.06.2023.
Gelek çalakiyên hunerî di biwarên huner û mûzîkê de hatin pêşkêşkirin, lê tiştê balkêş ew bû ku vê salê û bo yekem car pêşengeha dîzayna cilûbergên navxweyî hebû, ligel dîzayna cilûbergên derve.
Armanca peymangehê ji vekirina beşê dîzayinê ew e ku dîzaynerên navxweyî çêbibin û bikaribin hêdî hêdî pêwîstiya bazara Kurdistanê peyda bikin û Herêm xwe ji wergirtina dîzanên biyanî qortal bike.
Mamosteya beşê dîzaynê di peymangehê de hunermenda Kurd ji Ormiyê Behar Marufî wisa ji kovara The Hall Kurdî re got: Ev yekemîn car e em bi xwe, xwendekar kurd, û mamoste kurd cilbergên ji dîzayna xwe bi dest dixin, mebesta me ew e ku em cilên Kurdî bi şêweyekî nû berhem bînin.
Di bersiva pirsa The Hall Kurdî de Behar got: Ev cara yekê ye me beşê dîzayinê li peymangehê vekiriye, berê beşên din hebûn, lê beşê dîzayinê tine bû, xelk bi giştî hizra wê yekê dikin, dîzayina cilûbergan wate terzî, ango bi tenê dirûna cilan, lê em dixwazin hunera dîzayinê fêrî xwendekar bikin.
Derbarê nimayişkirina cilûbergan û çawa xelkê me li vî karî dinêrin Behar ji The Hall Kurdî re got: Ji xwe xelkên Herêma Kurdistanê jî heta niha vî karî bigiştî nepejirînin, lê tevî wisa jî niha guhertinek di hizir û ramanên xelkê de heye, vê carê me karîbû cilûbergên xwe bi rêka qutabiyên xwe nimayiş bikin û xelkê heta radeyekê ev yek qebûl kir.
Ji aliyekî din ve Behar ji kovara me re tekez kir ku ew xwedan armanc û pilan in ku dîzayinerên navxweyî peyda bikin, ji aliyekî ew dîzayner karibe cilûbergên kurdî bi şêweyî nûjen dîzayin bikin, bêyî ku cewherê wan cilan biguherin. Ji aliyekî din jî Em dixwazin dîzynerên navxweyî dîzayinên baş jibo cilûbergan deynin û pêre bazara xwe em ji dîzynerên biyanî rizgar bikin, an jî herî kêm para me û hunera me jî di nav bazara me de hebe.

Jibo welatekî û miletekî ku daxwaza azadî û serweriya xwe dike, divê karibe ji keda destê keç û lawên xwe her tişî berhem bîne, an jî divê hemû hewlên xwe bide û karibe pêdawîstiyên xwe ji berhemên destê xwe peyda bike, bi vê wateyê xebata hunerî berdewamiya xebat û têkoşîna çek e li serê çiyayên Kurdistanê.

Cilûberg Hejmar 19 IDRÎS HISO Jimar 19 Kurd Kurdî The Hall Kurdî 19 Pêşengeh Tîrmeh 2023
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Idrîs Hiso

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.