Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 22»Ji Londonê Piştevanî Bo Dayikên Şemiyê
Hejmar 22

Ji Londonê Piştevanî Bo Dayikên Şemiyê

The Hall KurdîBy The Hall Kurdî19/10/2023Updated:19/10/2023Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Li Londona Paytexta Îngilîstanê ji bo piştevaniya Dayîkên Şemîyê li qada Trafalgarê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Çalakî 7ê Cotmehê roja şemiyê di hefteya 967an de ligel gelek bajarên li Ewropayê bi hevdemî hate kirin.

Çalakî ji aliyê saziya ku ji xwe re dibêjin Yekitiya Hêzên Demokratîk(IHD) a Brîtanyayê ve hate organize kirin.

Dogan Gencê Endamê berê yê IHDê ji me re behsa çalakî û mebesta wan kir.

“Di vê organîzasyonê de 17 sazî hene. Yekitiya Hêzên Demokratîk, ji saziyên Elewiyan, saziyên Welatperwer û Komeleyên Herêmî pêk tê. Me xwest em berteka xwe li dijî binçavkirinên li Amed û Stenbolê û piştevaniya xwe ji bo çalakiyên dayîkên şemiyê nîşan bidin. Me di hefteya 967an de li Londona paytexta Brîtanyayê li qada Trafalgarê ji bo piştevaniya Dayîkên Şemiyê çalakiya rûniştinê ya sembolîk pêk anî. Wekî tê zanîn li Tirkiyeyê niha gelek neheqî hene û pêk tên. Ne tenê li dijî malbatên ku merivên wan winda ne, lê li dijî kurdan û gelek koman heye. Wek Saziyên Demokratîk li Brîtanyayê me xwest bi çalakiyeke sembolîk berteka xwe nîşan bidin û pêştevaniya xwe îlan bikin. Çalakiyên me dê berdem bikin.”

Di çalakiya rûniştinê de daxuyaniya Komîsyona Li Dijî Windakirinên Li Girtîgehê ya Komeleya Mafên Mirovan ya Şaxa Stenbolê hat xwendin.

Daxuyaniya Çapemeniyê ya Hefteya 967

Em ê dest ji windahiyên xwe yên ku tê xwestin çarenûsa wan di tariyê de bê hiştin, nedin.

Weke parêzvanên mafên mirovan û malbatên kesên ku hebûna wan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine înkarkirin û careke din agahî jê nehat girtin, ev 28 sal in bi daxwaza “Bila aqûbeta kesên di girtîgehê de hatin windakirin bê eşkerekirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bên kifşkirin” têdikoşin. Divê sûcdar bên darizandin û cezakirin.»

Ji ber ku hemû rêyên yasayî ji bo malbatên windayan hatine girtin, ji ber bandora faktorên hiqûqî û siyasî yên li ser mijarê, em hewl didin azadiya xwe ya îfadeyê û civînê bikar bînin da ku dengê xwe bigihînin raya giştî û rêveberên dewletê.

Lê belê ji sala 2018an û vir ve 5 sal in ji ber tundiya polîsan em nikarin vî mafê xwe bikar bînin. Dadgeha Destûra Bingehîn di du biryarên xwe yên di Sibata 2023an de, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya me ya rûniştinê ya li qada Galatasarayê ya ji bo afirandina raya giştî weke bikaranîna asayî ya mafê civîn û xwepêşandanê nirxand. Her wiha teqez kir ku erkê rêveberiyê ye ku bikar anîna vî mafî hêsan bike.

Piştî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hejmareke sembolîk ji xizmên windayan û parêzvanên mafan bi qurnefîl di destên me de hewl didin xwe bigihînin Qada Galatasarayê, lê her roja Şemiyê ji ber dorpêça polîsan em tên astengkirin û kelepçe kirin û tên binçavkirin.

***

Di hefteya xwe ya 967an de em careke din dibêjin: Em dest ji maf û azadiyên xwe yên bingehîn ên ku me dikin mirov, bernadin. Em ê dest ji windahiyên xwe yên ku tê xwestin çarenûsa wan di tariyê de bê hiştin, nedin. Em dev ji daxwaza xwe ya heqîqet û edaletê bernadin. Em ê dev ji Galatasaraya ku cihê hevdîtina me ya bi windahiyên me re ye, bernedin.

Silav ji bo xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên ku careke din li hemberî hemû zextan bi lehengî li ber xwe dan û di heman demê de li seranserê welat bi me re deng li dengê me zêde kirin. Silav ji kesên ku li gelek bajarên Ewropayê ji bo piştevaniya bi me re daketin qadan.

Dayikên Şemiyê

Dogan Genc: 2 daxwazên Dayîkên Şemiyê hene. A yekem; dixwazin aqûbeta zarokên xwe ku bi salane winda ne hîn bibin. A diduyan; daxwazin bila biryara Dadgeha Bilind bê sepandin. Lewra Dadgehê biryar dabû ku ev çalakîya rûniştinê ya dayîkên şemiyê ne sûc e lê mafeke rewa ya yasayî ye. Lê hêzên asayîşa Tirkiyeyê biryara daraza welatê xwe jî nas nakin. Ez, weke parêzvanekî mafên mirovan, bi salane van pêvajoyan dişopînim. Gava li Tirkiyeyê jî bûm min ev didît ku Tirkiye bi ya hiqûq û yaseya xwe nake.

Em jî dibêjin em ê çalakiyên xwe bi hêzdarî berdewam bikin û em ê xwedî li çalakiyên demokratîk yên însanên xwe li Tirkiyeyê derkevin.

Cotmeh 2023 Dayikên Şemiyê Hejmar 22 Jimar 22 Kurd Kurdî London The Hall Kurdî 22
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
The Hall Kurdî

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.