Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 25»Danasîna Romana Ev Rê Naçe Bihuştê Ya Yildiz Çakarê
Hejmar 25

Danasîna Romana Ev Rê Naçe Bihuştê Ya Yildiz Çakarê

Faîk OcalBy Faîk Ocal19/01/2024Updated:20/01/2024Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Karesata di tebaxa 2014an de hatî serê Êzdiyan, di dîrokê de kêm caran qewimîye. Di wê karesatê de Işidên hov û wehş, zilmeke mezin bi gelê Kurd ê Êzidî kirin. Bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin, tecawizî keç û jinan kirin. Sedem jî Êzidî ne ji dînê wan bûn. Yildiz Çakar Xanimê jî di romanê de di çend cihan de bi zimanê keç û jinên Êzidî dibêje: “Xwedayê min û we ne yek e!” Romannûs dixwaze balê bikêşîne wê. Dîn çi kirinên hov û wehşî bi mirovan dide kirin? Em di romanê de wê bi awayekî zelal û eşkere dibînin.

Roman serpêhatiya keça Kurdên Êzidî ya Şemsîxanê-Sinê vedibêje. Işidên hov û wehşî bi reşahiya xwe ve dikevin cî û warên ku Êzidî lê dijîn. Mêran dikujin, keç û jinan jî dikin kole yan jî difiroşin. Ev Rê Naçe Bihuştê çîroka azadiya Şemsîxanê-Sinê ye. Işid wê dîl digirin, tî û birçî dihêlin. Paşê jî diforişin. Lê ew bi keçikeke Ereb re direve. Navê wê jî Samîre ye. Herdu bi hev re mala ku lê hatine firotinê dirêvin, dîsa tên girtin. Paşê Şervanên Azadiyê wan xelas dikin. Şemsîxan vedigere gundê xwe, Samîra jî pê re. Roman bi kurtahî wisa ye. Lê di romanê de gelek karekter hene. Roman bi sir û razên Êzidiyan ve hatiye xemilandin.

Nivîskarên mezin gotin û jiyana xwe dikin yek. Yanî bi çi bawer dikin, wê dinivîsin. Hêza Yildiz Çakir Xanimê jî ji wê tê. Çewtî û xelatiyên Dînê Işidê dîtiye û li hember wan bi vê romana xwe bersiveke tund û di cî de dayê. Di tirkî de gotinek heye: “Uslûb ji esasê pêşdatir e.” Bi rastî romannûs uslûb û esasa xwe kiriye yek, bi aheng meşandiye, şêweyekî cuda bi dest xistiye. Uslûb û esas di romanê de bûne yek. Ev jî bi saya şêwazekî resenî û kemilî çêdibe.

Romannûs dixwaze dîmenekê bi me binimîne. Dîmen ev e: “Serê Rustem çawa bûbû gog di lingê reşahiyan de, ev ne çîrok bû, wêneyê vê sedsalê bi xwe bû..!” (Rûpel; 115).  Bi navkirinan romannûs reşahiyan (Işid-Daiş) sirf ji bo dînê xwe (lê rastî ji bo pere û polê dinê, berjewendî û menfaetên xwe yên qirêj) Kurdên Êzidî di qetlîameke mezin de derbas kirin, bi hezaran însan kuştin, keç û jin firotin û namusa wan payîmal kirin. Dîndarên hov û wehşî rêyek danîbûn ber murîdên xwe. Digotin di vê rêya reş û xwînî de bihuşt heye. Lê romannûs Yildiz Çakar Xanim bi vê romana xwe bersiveke tund dide wan wehşî û hovan: Ev Rê Naçe Bihuştê! (Rûpel; 184).

Li ber çavên dinê ev karesat hate serê Kurdên Êzidî. Kesî dengê xwe nekir. Hemû dinyayê çavên xwe girtin, xwe ker û lal kirin. Ev roman bersiva vê ker û lalbûna dinê ye.

Romannûs vegotineke birêkûpêk bi dest xistiye. Bi şayesandin û teswîrên xwe ve min Yildiz Çakar şiband du romannûsên Tirk: Nazan Bekîroglu û Elîf Şafak. Bi rastî edebiyata Çakarê ne kêmî wan e. Dikarim bibêjim ku romana kurdî ya modern bi edebiyata Yildiz Çakarê re çerm diguherîne, çermê kevin li ser xwe diavêje û çermekî nû li xwe dike. Ewqas bihêz û jîndar e pênûsa wê. Wê ji xwe re giraveke edebiyatê afirandiyê. Girava edebiyatê li gor xwe çêkiriye, xemilandiye. Di girava edebiyata wê de em him însên him jî gerdûnê baştir û çêtir dibînin. Çend mînak:

Şûna navê Işidan di gelek cihan de navên wek “kujerê destbişûr”, “kujerê ji reşahiyê çêbûyî”, “reşahî”, “hûtên cilreş” hwd. bikar aniye. Vê jî vegotina wê bihêz kiriye.

Mînakeke din. Çakarê bi zimanê Dayê Xasê hemû dîn û felsefeya Êzidiyan vegotiye. Di romana xwe de gelek têgehên Êzidiyan bikar aniye. Wek: Kirasguhertin, siwarê sibê û siwarê êvarê, Roj, zarokên Rojê, Deriyê Rojê, Teyrê Tawûs, mohra pîroz, kevirên pîroz, ruh, Ava Spî, xwîşk û birayên axretê, beyta êvarê, qewal, çeqeltûw, qendîl, eba, sema û semakêş, donê zeytûnê hwd.

Ji romanê çend mînak: “Axa jin û mêran nebe yek nikarin hevdu temam bikin.” (Rûpel; 19).

“Çav neynik e; di ku derê de bişikê di wir de birîndar e.” (Rûpel; 20).

“Xeleka reş, Rustem dorpêç kir, xelek zivirî li dora Rustem. Wekî gerîdokek şûrê tûj li hewayê biriqî û daket. Valahî birî û serî ji ser gewde gindirî û xwîn pijiqî neynikê û neynika bi xwîn, bêyî deng ji xwe bîne, ma bi pişt deriyê darînî ve dardekirî-“ (Rûpel; 77).

“Goştê dîrokê bi hewa ket, çavê zemên û dest û lingê jiyanê li erdê. Deriyê darînî jî bi carekê re ji neynika çavê min ket-“ (Rûpel; 83).

“…evîn wek tovekî ye, tu biavêjî kîjan axê, an wê di wê de şîn bê û mezin bibe, an jî wê axê de birize.” (Rûpel; 120).

“Riyê çiyê çi qas hişk û asê be, dilê çiyê ew qas nerm û bi merhemet e.” (Rûpel; 147).

“Niha baştir fam dikim ku her çîrok ji rastiyeke jiyanê afirîbû.” (Rûpel; 162).

“Qedera ku bi destê mirovan hatibû nivîsandin her carê navnîşana xwe diguhert.” (Rûpel; 175).

“Hezkirin wekî qutîkeke bi raz bû. Çi reng û çi deng tê de bû kesî nedizanî.” (Rûpel; 190).

“Lê her kes li ser rastiya hebûna xwe bi watedar bû.” (Rûpel; 212).

 

Ev Rê Naçe Bihuştê

Yildiz Çakar

Rûpel; 216

Weşanên Lîs

Amed, 2019

Çile 2024 Ev Rê Naçe Bihuştê Faîk Ocal Hejmar 25 Jimar 25 Kurd Kurdî The Hall Kurdî The Hall Kurdî 25 Yildiz Çakar
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.