Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 26»Ji Felsefeya Dînî Serdema Felsefeya Filehtiye
Hejmar 26

Ji Felsefeya Dînî Serdema Felsefeya Filehtiye

Dilazad ARTBy Dilazad ART01/02/2024Updated:10/02/2024Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Felsefeya Filehtiye di sedsala 2an de destpêdike heta roja me didome. Lê dema em bi taybetî behsa Felsefeya Filetiye dikin armanca me salên di navbera sedsala 2-15an de ye. Lewra piştî vê serdemê felsefeya nûjen an ku ya modern destpêdike û ev felsefeya nû her çiqas dinav çanda Filehiyê de derketibe jî ji ber ku bingeh hiş tê girtin ji Felsefeya Filetiye cûda ye. Taybetmendiya Felsefeya Filehtiyê; dînê Filehiyê wek navend tê girtin û her tişt li gor rêbazên dînî têne sazkirin.

Di serdema Felsefeya Filehtiyê de bêguman argumana sereke û ya navendî dîn bixwe ye. Her tişt li gor pivana dîn tê zelalkirin. Di vir de mabesta me ji dîn, dîne Filehtiyê ye. An ku her tişt li gor pirtûka pîroz Încîl (Mizgîn), gotinên Îsa Peyxember û gotinên hawariyan (Hevalbendê Îsa) tê şîrovekirin.

Tiştê dijî dîn hatine qedexekirin. Di sedsala 5an de Pirtûkxaneya Skenderîye ji sedema ku ramanên hişî ava dike wek dijî gotinên dînî dîtine û şewitandine. Bi heman sedemê di sedsala 6an de akademiya Platon girtine.

Filozofên navdar yên Felsefeya Filehiye; Clemens, Tertullian, Augustunus, Boethius, Erigena, Anselmus, Tohamê Aquinayî, Williamê Ockhameyî ne.

Taybetmendiyên Felsefeya Filehtiyê;

  • Di navendê de bawerî anku dînê filehîye heye.
  • Bawerî bi delîlê hişî avakirine.
  • Guftugoyên bawerî û hiş derketine pêş.
  • Bawerî, rastî û zanebûnê eşkere bike.
  • Ji felsefeya Yewnana Antîk sûd wergirtiye.
  • Li ser ispatkirina hebûna Xweda rawestiya ye.
  • Rastiya metnên pîroz di navên dê de ne.
  • Divê li hember otorîteya dînî kes neyê.

Pirsgirekên Felsefeya Filehtiye;

  • Îspatkirina hebûna Xwedê
  • Pirsgireka Nebaşîyan / Xerabiyan
  • Pirsgireka Tevahiyan

Filozofên Fileh bi du awayan ispatkirina Xwedê kirine; bi Ontolojika ku ji felsefeya Platon û kozmolojîka ku ji felsefeya Arîstoteles hatiye wergirtin hebûna Xwedê îspatkirine. Anselmus delîla ontolojîk, Thomasê Aquinayî sîstema kozmolojiye parastiye.

Serdemên Felsefeya Filehtiye;

1- Serdema Patristîk

Di navbera sedsala 2-8an de ev serdem derketiye meydanê. Filozofên vê serdemê bi giştî kesayetên dinî ne. Ji wan re bavên dêrê tê gotin. Filozofên ku bandor li vê serdemê kirine û ên herî navdar Tertullian, Clemens û Augustinus e. Bi hiş bawerî şîrove kirine. Di vê serdemê de li hember erîşên dîne filehîye filozofên fileh wek pareziya dinê filehiye kirine.

2- Serdema Skolastîk

Di navbera sedsala 8-15an de ev serdem derketiye. Ji bo belavbûna dîne filehiyê dibistan hatine vekirin. Ji xwe navê skolastik ji dibistanê tê ku wateya skolastîkê dibistan e. Filozofê ku bandor li vê serdemê kirine Anselmus, William û Thomas in. Bi saya dibistanan dînê filehtiye belavbûye. Di vê serdemê de zaningehên wek Bologna û Oxfordê avabûne.

Wek di vê xebatê de hatiye dîtîn Felsefeya Filehtîye di sedsala 2an de destpêkiriye û heta sedsala 15an berdewam kiriye. Her zanîn û rastî li gor pîvanên dînê Filehiye hatiye pêjirandin. Tiştê dijî dînê Filehtiyê hatiye qedexekirin. Ev serdem di sedsala 15an de bi destpêka serdema Ronahiyê bi dawî bûye.

Derket DILAZAD A.R.T Hejmar 26 Kurd Kurdî Sibat 2024 The Hall Kurdî The Hall Kurdî 26
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.