Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 30»Piştî Bîst Salan A Süleyman Demir
Hejmar 30

Piştî Bîst Salan A Süleyman Demir

Faîk OcalBy Faîk Ocal01/10/2024Updated:15/10/2024Şîrove tune ye5 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di romanê de sê çîrok hene. Çîroka yekemîn ya di destpêk û dawiya romanê de hatiye vegotinê (Paula-Memo). Çîroka duyemîn ya Henayê ye ku di nava romanê de cihekî giran girtiye (Rûpel; 48-141). Di çîroka duyemîn de Meyrem dest bi çîroka Henayê dike, ji Memo re vedibêje (Rûpel; 48), bi hatina birayên Henayê re –Brahîm û Tajdîn- bidawî dibe (Rûpel;141). Roman gişt 152 rûpel e. Çîroka sêyemîn ya Meyremê û Memo ye. Çîroka sêyemîn ew e, lê çîroka duyemîn gelekî cî girtiye. Wê jî alozî û tevliheviyek derxistiye holê. Wê alozî û tevliheviyê jî herikandina romana piştî bîst salan lawaz kiriye. Romannûs herdu çîrok bi hev ve girê nedaye.

Di romana Piştî Bîst Salan de du dem hene: Dema nû û dema borî. Vebêjer di herdu deman de Memo ye ku ew, serlehengê romanê ye jî. Dema nû di destpêka romanê de (Rûpel; 5-48) serleheng (vebêjer) Memo li bajarê Örebro ya Swêdê li mala xwe de dike bi Paulaya Brezîlî re bizewice lê Meyrem tê bîra wî, lêdixe diçe welatê xwe (Şam-Qamîşlo-Bêyrûd-Nisêbîn) û li wan bajaran heftekî digere û hevalê xwe yî berê Evdo dibîne. Bi Evdo re diçin mala Meyremê. Memo Meyremê jî dibîne û lê dîsa vedigere Swêdê. Lê Paula hal û rewşa Memo baş nabîne. Memo ji wê re dibêje du heftê misade bi min de. Ez ê hingê baş bibim. Paula teklîfa wî qebûl dike. Paşê Memoyê çil salî komputera xwe dixe bin çengê xwe dest bi nivîsandina çîroka evîna xwe û Meyremê dike. Dema borî wisa destpê dike, heta rûpela 148an. Jixwe çîrok xilas dibe. Di du beşên dawiyê de (Rûpel; 150-152), Memo dîsa vedigere dema nû, mala xwe ya li Örebroya girêdayî Swêdê.  Romana Piştî Bîst Salan a Suleyman Demir wisa xuya dike ku romaneke otobiyografîk e. Romannûs li gorî jiyan û serpêhatiyên xwe roman ava kiriye. Roman di sala 2007an de hatiye weşandin lêbelê li gorî jidayikbûna romannûsî (1956), bûyerên di xortaniya wî de diqewimin (şerê hundirîn ê Lubnanê, salên 1975-1990) dema nû (Memo-Paula) destpêka salên 1990î ye, dema borî salên 1970yî ne. Li gorî wê jî destpêka romanê sala 1986an e. Suleyman Demir teknîka flaşbekê bi hostatî bikar aniye. Ji aliyê teknîkê ve tu pirsgirêk tunene.

Mijara romanê evîneke têkçûyî ya Memo û Meyremê ye lêbelê bi evîna wan re roman jî têk çûye. Lewre em xwîner nizanin mijara romanê evîna Memo û Meyremê ye yan jî serpêhatiyên Henaya Ermenî ye. Çimkî roman ji 152 rûpelan pêk tê lê romannûs çîroka Henaya Ermenî gelekî vegotiye (Rûpel; 48-141). Tenê di 93 rûpelan çîroka Henayê nehatibe vegotin jî navenda çîrokê Hena yê. Em xwîner nizanin mijara romanê çi ye.

Roman çi ye? Bi ya min roman malek e. Di romanê de romannûs her tiştî û her kesî bi malê de bi hev ve girê dide û çîrokên yên malê bi rastiyên malê ve vedibêje. Her tişt û her kes di cî de tê vegotin, ravekirin. Lê çîrok di wê malê de vegotina bûyera odayekê ye. Çîrokbêj ji xwînerên xwe re dibêje, bila haja we li malê hebe lê ez tenê bûyer û kesayetê/n di odayekê de vedibêjim. Çîrokbêjên hosta karê xwe wisa dikin. Di romana Piştî Bîst Salan a Suleyman Demirî de romannûs sê odeyan ji me re dinimîne. Di odeya yekemîn de Memo-Paula heye, di ya duyemîn de tenê Hena heye, di ya sêyemîn de jî Memo-Meyremê heye. Odeya duyemîn navenda romanê ye lê bûyerên di vê odeyê de Meyrem ji Memo re vedibêje. Wekî din tu eleqeya odeya duyemîn bi odeyên din re yan jî bi Memo re nîne. Heqê me xwîneran e ku em bipirsin: Mijara romanê çi ye?

Em di romanê de bêqirarbûna vebêjerî (Memo) bi her awayî dibînin. Memo di evîna xwe de yan zû dikeve rê yan jî dereng dimîne. Lêbelê sedema têkçûna evîna Meyrem û Memoyî bêvînbûna Memoyî ye. Memo nizane çi dixwaze. Gava ku Meyrem li ba wî ye bêvîn e lê Meyrem ji dest wî diçe hereket dike, li pey evîna xwe dikeve. Em bi vê romanê re dibînin ku evîn bêqirarbûnê hîç napejirîne. Bêqirarbûn tenê poşmaniyeke kujer û jahrî bi xwe re tîne.

Di romanê de gelekî karakter hene. Wekî Paula, Memo û Meryem, Hesen, Evdo û Nefo (Nefel), Hena (Kejê) û Zêrê (Zînê) û Binefşê, Brahîm û Tajdîn, Hemo û Hisê Hecî Elo, Osê û Hesîna, Emîna, Mirado (Miradê Nermo), Hezar, Riza û Defne, Fehîma hwd. Çend mekanên sereke hene: Nisêbîn, Qamişlo, Şam, Bêyrûd, Gundik, Örebro. Vebêjer di navbera wan mekanan de diçe û tê. Teswîr di cî de ne, ew ne kêm in ne jî zêde ne. Mekan li gorî rewşa karakteran hatine teswîrkirin û ravekirin. Teswîr girêdayî çîrok û bûyerê ye. Romannûs bi teswîrên dûr û dirêj ji mijarê derneketiye, dûrî merama xwe nebûye.

Romana Piştî Bîst Salan a Suleyman Demir di sala 2007an de ji Weşanên Dozê derketiye.  Di romanê de Suleyman Demir çend peyv li gor forma xwe bikar aniye. Mîsal “şuştin, nerîn, jibîrakirin.” Lêbelê ev peyv li gorî standarta giştî wekî “şûştin û nêrîn û jibîrkirin” tên bikaranîn. Wekî din peyva spî di çend cihan de wek sipî hatiye bikaranîn. Ew jî alozî ye.

Cotmeh 2024 Faîk Ocal Hejmar 30 Kurd Kurdî Pirtûkmasîn Piştî Bîst Salan. Süleyman Demir The Hall Kurdî The Hall Kurdî 30
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.