Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 30»Ne Wek Berê, Hîn Bêhtir!
Hejmar 30

Ne Wek Berê, Hîn Bêhtir!

Mîran EhmedBy Mîran Ehmed02/10/2024Updated:15/10/2024Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Mirov carinan hest dike ku jîyana wî/wê gavekê paş de diçe, ji bo ji vê qeyranê derkeve pêdivî bi piştgirîya moralekê û psîkolojîyekê heye ku ew derbas bibe û bi temamkirina kar û serfirazîyên xwe bi ser bikeve. Daku tu ji xwe re baştir û pêşvetir bibî, divê tu ramanên kevn ên ku te berê di rojên borî de dişopandin û pê dixebitî, bisekinînî. Divê li şûna wan plansazî û ramanên nû ava bikî û pê bixebitî.

Mirov ji hêla mirovên derdora xwe û jîngeha ku tê de dijî bandor dibe. Ji ber vê yekê divê tu ji mirovên neyînî ên ku hêza te a pêşkeftinê di jîyanê de sînordar dikin û destkeftîyên berbiçav bi dest dixin, ji wan dûr bisekinî û li şûna wan bi mirovên erênî re bidî û bistînî, daku rêya serfirazî û pêşveçûnê ber bi a baştir ve bidomînî.

Ew kesên ku erênîyê dihêlin ku tu di jîyana xwe a rojane de bi ser bikevî û xwedî moraleke bilind û psîkolojiyeke baş bî.

Berî demekê min tew nedixwast dest bidim pirtûkekê, wê hildim û bixwînim, yan tiştekî binivîsim. Bibûm xwedan psîkolojiyeke nebaş û moraleke şikestî, her wiha rojane bi telefonê re mijûl dibûm. Carinan ku li gotarekê rast dihatim min nedixwast wê bixwînim. Êdî bibûm kesekî bêsûd û ji kesên derdora xwe re jî bibûm bar. Carinan ez li ber neynikê disekinîm û di bervaja neynikê re li pirtûkxaneya xwe ye piçûk dinihêrî û min bi xwe re digot: Ma wê rojek were ku ez wekî berê li xwendina pirtûkan vegerim? Gelek pirs di hişê min re derbas dibûn, her wisa roj derbas dibûn û ez ji boşbûnê boş nedibûm, xwedî moraleke şikestî bûm. Ta ku rojek hat û ji alî hevalekî ve girêderek hat, ew girêder a waneyên zimanê kurdî bû, di wê kêlîyê de min bi xwe re got: “Bi Xwedê tu bi xwe hatî, ez ê niha qeyda xwe bikim; him ji bo xwe ji kêmasîyên xwe sarêj bikim û him kesine nû nas bikim.” Min qeyda xwe kir, piştî çend rojan waneya me bi rê ket. Waneyek-du min bala xwe dayê ku hevaline baş xwedî moralbilind hene û hînker bi awayekî xweş û zelal waneyê pêşkêş dike. Ev pol dihêle ku ez roj li pê rojê bêrîya wan bikim. Divê ji waneyan nemînim, hînkerê me ne tenê wane didan, lê belê ji me re pirtûkên kurdî (çîrok, roman, helbest, lêkolîn û ên wêjeyî) bi awayê PDF ji me re bi rê dikir. Van kesan hîşt ku ez bi awayekî baş li xwendinê vegerim û bi hezkirin xwendina çîrokan bi wan re parve bikim û wek ku em malbatek in.

Ne wek berê, hîn bêhtir ez li xwendina pirtûkan vegerîyam û bi awayekî xweş nivîsên xwe berdewam dikim. Ew kesên ku di jîyana me de derbas dibin em ji wan fêr dibin ku em ji xwe bawer bin û bi vê bawerî û wan şîyanan xebatên xwe ên heyî bi şanazî serbikevin. Serkeftin wek ku mirov xwesteka xwe bi cî bîne piştî gelek hewldanan, ji ber vê yekê dem carinan dirêj dibe ku bi mehan bigihêjî serfirazîyê. Mirov berî ku bigihêje armancekê di gelek rawestgehên têkçûnê re derbas dibe, daku em astengîyan derbas bikin divê em ji xwe re çend binanîyan bibin.

Yekemîn: Daku em jîyana xwe baş bi rê ve bibin, divê bawarîya me bi me hebe.

Duyemîn: Bi baldarî biramin.

Sêyemîn: Divê em bi xwe bawer bin û bawerîya xwe bi armancên xwe xurt bikin. Ev bawerî ji bo serfirazîyê pêwîst e. Mirovên serkeftî ji têkçûnê natirsin, her çend caran bikevin jî, carinan giring e ku tu di metirsîyan re derbas bibî. Daku tu bikarî serfirazîyê bi dest bixî û bigihêjî armanca xwe.

Di dawîyê de piştî westîn û astengîyên ku em di hewldanan de lê rast hatin, divê nirxekê bidin serkeftinê.

Cotmeh 2024 Hejmar 30 Kurd Kurdî Mîran Ehmed The Hall Kurdî The Hall Kurdî 30
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mîran Ehmed

Nivîskar, Ingilîstan. Di sala 1998an de li gundewarê Kobanî hatî dinyayê, xwendina xwe ya fermî bi dawî nehanî, ji ber şerê Surîyê, niha li Îngilîstanê dijî Berhmên wê: Neyê: Weşanxaneya Na, Îzmîr, 2019. Hilma Te Ji Qirika Min Tê: Weşanxaneya Na, Îzmîr, 2024.( Hîn di çapêda ye )

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.