Ziman afrandineke mirovî ye, civakî ye, tê guhertin bi guhertina jiyana Civakî û pêşketina wê. Ziman weke darekê ye, koka wê bi kûrahî di bin axêde ye, û bi şax û guçil û pelan di xemile, û bi gul û berheman zengîn dibe.
Ziman ne tenê rêk û şêwaze ji bo dan û stendinê û got û bêjan e lê belê ew raman û heste û bîr û têgihiştin e, ziman systemeke ji nîşan û nexşeyan e, risteke ji têgih û wêneyan e, ziman dîrok û Civaka Milletan diyar û zelal dike ber çav dike û her weha ziman nasnameya gelan e, lewra her serdemek û qonaxek taybetmendiyeke wê heye.
Di vê gotarê de ezê hewl bidim ku bersiva sê pirsan bi kurtî bidim û li gorî çavkanî û jêderên li ber destên me.
Pirsa Yekem Jêder Û Koka Zimanê Hindo-Ewropî
A Duyem Qonaxên Guhertin Û Pêk Anînên Alfabêyên Zimanê Pêşiyên Kurdan
A Sêyem Pêkanîna Alfebêya Tîpên Kurdî Latînî Û Pêşketina Wê Di Dema Nûjen De
JÊDER Û KOKA ZIMANÊ HINDO-OROPÎ
Di gotareke xwe de, (jêder-2) D. Mehdî Kakeyî, karê tîmeke lêkolînî zanistî şirove dike. Encamên wan lêkolînan hatibû weşandin ji aliyê du kovarên zanistî yên navdar li ser asta tevahiya cîhanê.
Kovara yekem a Emrîkîye ya bi navê Science” hejmara /337/-24-2012an de Meha Tebaxê.
A duyem, kovara Brîtanî a bi navê NATUR
Naveroka wê gotarê bersiva pirsa me ya yekem dide : Lewra ji demek nêzîk ve /13 Zana ji gelek Dewletên cîhanê û yên bitaybet ew kesayetiyên pispor di hemû şaxên zanistîyê de. Ji bilî wan zanayan gelek zanko jî yên navdar di welatên Cîhanê de beşdarî di lêkolîn û encamên gotarê de kirine. û him gellek navendên lêkolînî jî, beşdarî pê kirine
Mebesta wan hemûyan, û ya sereke ku zanîbin, bê dîroka Zimanê Însaniyêtê ji ku ve dest pêkirîye, û çawa belav bûye
Lewra du nerînên cuda li pêşîya wan tîmên zanistî ve hebûn
– Nerîna yekem dibêje ku lema Zimanê Hindo-Oropî ji deşta Pontîk ê ya li Ukranya yê jêder bûye û derketîye. Ji nêzîka 6000 sal ve. B.Z
-Û nerîna duyem dibêje koka Zimanê Hindo-Oropî ji erdnîgariya Anatolya yê ji Bakurê Kurdistanê vepejirîye û li welatên cîhanê belav bûye.
Lê belê di encamên dawî de û piştî hemû aliyan lêkolînên xwe bi dawî kirin e rêkeftina wan bitemamî çêbû, ku bakurê Kurdistanê jêder e. Lema Zimanê Nijadê Hindo-Oropî ye. Di navbera salên 9500-ta 8000. (B.Z)
Ji aliyê xwe ve HESEN SÊRDÊ di pirtûka xwe de ya bi navê Dîtin û Bîrhatinên Min de çermê yekem dide xuyakirin ku li gorî agahîyên Arkiyolocî, Nijadê Kurd dibe Lema Nijadê Arî.(R-79). Û hem dibêje ku nijadê Arî dibe pêşengê nejadan, di pêşketina zendegî de berî her nijadî gav dane xebatê. (R-81)
PÊŞKETIN Û PÊKANÎNA ALFEBÊYÊN ZIMANÊ KURDÎ
Bi rastî axaftin û şirove di warê qonaxên zimanê Kurdî de, û pêşketin û bikaranîna Alfebêyan, zor kûr û firehe û dirêje çimgî bi kêmanî di dîroka xwe de, pêşiyên Kurda bi kêmanî heft alfebê bikaranîne lewra ji ber vê sedemê, û gellek sedemên din ez ê bi kurtî di vî warî de biaxivim.
D.Mehdî Kakeyî (Jêder-1)ê. dibêje Kurdistan dergûşa şaristaniyê ye, û jêdera afrandin û zayîna nivîsandin û him jimartinê ye.
Ji hezarên salan ve, pêşiyên Kurdan weke Somerî û Îlamî û Kaşî û Mîdî hemûyan Alfebêya Mismarî bi kar dianîne.
Di sala 1960î de zimannasê Kurd Kiyo Mokiryanî wêneyin belavkirin û got ev kevintirîn Alfebêya Kurdî ye, vedigere 2800 sal B.Z (jêder-4)ê.
Zimanê Kurdî, di gelek qonaxan re derbasbûye û bi gelek Alfabêyan jî hatiye nivîsandin.
Nivîskar Polat Can.(jêder-5)ê di gotara xwe de, ya di Malpera Elhiwar Elmûtemedin hatîye weşandin de qonaxên zimanê pêşiyên Kurdan ji hezarên salan ve, û çi alfebê û nivîsandin bikaranîne wiha behs dike:
Alfabêya Mismarî: Somerîyan û Îlamîyan ev alfebê bi karanîne. Mîdîyan jî Abcedîyek Mîxî ji 36 Tîpan bikaranîne, û şeş tîpên din lê zêdekirine, ewan jî ev alfebê ji cem Orartûyan veguhestine û Orartiyan jî, ji cem Xûriyan anîbûn.
Alfebêya Ogarêt: D. Mehdî Kakeyî li ser vê alfebêyê xweş axivîye (jêder-3). Ev alfebê ji aliyê Impiratoriya Xûriyan ve hatîye afrandin û ji 1500 salî ve (B.Z.) ew alfebê hate dîtin li bakûrî Latakiya yê. Ji sîh û yek tîpan pêktê û anha li muzîxaneya Şamê parastîye.
Alfebêya Orartû: Giringe di derheqê vê Alfebêyê de em biaxivin ya ji 900 salî ve (B.Z.) hatîye bikaranîn. Vîdyoke xweş heye ji amadebûna M. Mehdî Mutlû peyamnêrê Waar TV. Hevdîtineke zindî bi Kalekî Kurd re yê 80 Salî re kirîye. Ew kal bi tena xwe jiyîn dibe, û hem pîsporê zimanê Orartû ye, û dibe yek ji heft kesayetiyên berz li ser asta cîhanê ku bi serbestî bi zimanê orarto diaxive. Loma zimannasên cîhanê serdana wî dikin ji bo agahîyên durist jê wergirin. Li ser vî zimanê kevnar yê ku heta anha li bêhtirî çil (40) zankoyên berz di cîhanê de tê hînkirin.
Alfebêya ÎZÎDÎ/ZENDÎ jî heye lê mixabin ti agahiyên giring di dest me de nînin. Hinek dibêjin ji sedsala 13 an de Elfebêya Îzîdiyan heye, û ji 31 tîpan bêk tê, û hem pirtûka Reş û a El Celwe pê hatine nivîsandin, lê ez bawerim ku Alfebêya Îzîdî ji wilo bi gellekî kevintir re.
Alfabêya Avestayî: Mîdîyan ev Alfebê jî bi karanîbûn ji 44 tîpan pêk dihat, û hem Pirtûka Zeredeşt “Avêsta” pê hatîye nivîsandin di sedsala 7an de. (B.Z)
Alfebêya Aramî hinek belge li devera Hawramanê hatin dîtin, bi zimanê Aramî ji 800 sal B.Z hatine nivîsandin.
Alfebêya Pehlewî yan jî Fehlewî ji aliyê Sasanîyan ve hatîye bikaranîn, û heta dema êrîşên dagirkerên Erebî-Îslamî di sedsaliya 7an de berdewam bûye.
Alfabêya Pînoşad/Masî Sûretî: Ibin Wehşîyê yê NIBTÎ Kesdanî.(?-930). Bi rastî kesayetiya wî ne diyare û cîhê gengeşêye…!.Di pirtûka xwe de ya binavê (şewq almusteham fî me’rîfet rimûz al eqlam) li ser vê Alfebêyê axivîye. Û hem dibêje ewî li Bexdayê 30 pirtûkên bi tîpên Kurdî dîtibûn û du pirtûk ji wan li Şamê li cem wî hebûn, loma wergerandine ser zimanê Erebî.
Alfebêya Ezdahî ne diyare bê kê daner kirîye. Ji 31 tîpan pêk tê. Kurda kêtêbên xwe yên olî weke pirtûka dînkurd pê nivîsandine.
ALFABÊYA KURDÎ LATÎNÎ DÎROK Û QONAXÊN PÊŞKETINÊ
Gellek ji wêjevanan rêkeftî dibin, ku wêjevanê Kurd Baba Tahirê Hemedanî (935-1010)ê dibe Nûner û serekê wêjeya Kurdî ya nivîskî. Lê piştî Beyazîdî gellek navên berz derketin weke Feqê Teyran û Alî Herîrî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Namî, Melle Batî, Hacî Qadirê Koyî.
Lê giringe di vî warî de, em rola xawerşinasên Biyanî jî bi bîr bînin, weke keşeyê Îtalî Morîtzo Garzonî. (1734-1804).. Ew nêzîkî 25 salan li başûrê Kurdistanê niştecî bûye, xwe fêrî zimanê Kurdî kirîye, loma pirtûkek rêzimana kurdî çêdike û ferhengekê ji 4500 peyvên Kurdî girêdayî rêzimana xwe. Û Kunsilê Rûsî Elîksendr Jaba (1803-1894) û rêhevalê wî Melle Mehmûdê Bazîdî (1797-1867) û Kurdolocya ya Rûsî ya behremend û navdar Margirêt Rodînko (1926-1976) û gellkî din, bi taybet yên Kurdilociyên Rûsî, çimgî rêjeya vekolîn û Kurdelociya Rûsî li ser asta cîhanê dighêje du par ji sê paran, herweha karê nivîsandinê heta serdema nûjen berdewam bûye.
Di serdema nûjen de. M. Cewdet Hoşyar Keda Kurdnasê gewre Tewfîq Wehbî (1891-1984) û rola wî di pêşketina Alfebêya Kurdî ya Nûjen de ber bi çav dike. Weke yekemîn Alfebê ku anha li başûrê Kurdistanê û hinek dever li rojhilatî Kurdistanê, Tîpên Aramî/Erebî bi kar tînin gellek kesayetiyên biyanî navdar xwedî ked û xebat rola wan di pêşketina Alfebê Û zimanê Kurdî-Latînî de heye, weke Biyûter Lêrx (1828-1884). Damezrîner û Xawerşinasê Rûsî yê gewre ku alfebêyek Kurdî Latînî amadekir di nîvê sedsala 19an de. Lê belê, karê wî belav ne bû, û bi ser neket. Çimkî rêjîma Rûsî ti guhdan pê nekir.
Ji ber ku Kurdên derve di wê hingê de giringtirbûn ji ber hinek sedemên siyasî.
Paş re Zimannasê Ermenî Agob gazaryan yê tê naskirin bi navê, Lazzo Alfebêyek Kurdî bi tîpên Ermenî çêkir û pirtûka bi navê “xweş û naz” (Alşemis) pê hat çapkirin sala 1921ê de. Lê mixabin ew alfebê bi sedema hinek fonêtîkên Kurdî û Ermenî di lêvkirinê de rêkeftî nebûn loma ew alfebê bi ser neket û rawestiya.
Êdî hukûmeta Sovyêtê, profêsur Erebê Şemmo hilbijartîye, yê ji peymangeha Rojhilatnasîyê ya li Moskoyê derçûyî, di sala 1924an de ji bo alfebêyeke Kurdî-Latînî amade bike.
Rewşenbîrê gewre û navdar Ereb Şemo ku di salên 1925-1927an de giringtirîn Alfebêya Kurdî-Latînî amadekir û nivîsîye li ser daxwaza Hukûmeta Sovyêtê, û wezîrê zanistiyê yê hukûmeta Ermenistanê Meraviyan. Alfebêya Erebê Şemmo, ji aliyê zimannasê Ermenî Yûsif Orbîllî(1887-1961) erêniyek posîtîf wergirt.
Orbîlî yê ku şaxê peymangeha rojhilatnasiya Kurdî damezrandî ye li bajarê Lînîngradê Loma Alfebêya Erebê Şemmo, Serkeftineke fireh dît, û amancên giring jê hatin wergirtin weke rêjeya nexwendan di nav milletê Kurd de li Ermenistanê nema. Û hin bi hin alfebêya Erebê Şemo belav bû û gellek gotar pê hatin nivîsandin û weşandin weke kovar a bi nave ”Fecir El Şerq”. Ji bilî wilo Erebê Şemmo Yekemîn romana xwe ”Şivanê Kurd” bi Alfebêya xwe nivîsandîye. Ew roman bi gellek zimanên biyanî jî hat wergerandin.
Lê mixabin dema Sitalîn bû serokê Sovyêtê, ew alfebê qedexekir û biryar da ku tenê alfebêya Rûsî-Kêrêlî bikarbînin. Loma hukûmeta Sovyêtê desteyek ji hinek rewşenbîrên Kurd çêkir weke Heciyê Cindî û Emînê Evdal ji bo Alfebêyeke kurdî nûh bi tîpên Rûsî amadebikin. Di navbera salên cenga cîhanî ya duyemîn de, gellek pirtûk bi wê Alfebêyê hatin çapkirin û hem rojnameya “Riya Taza” jî pê hat weşandin. Lê piştî demeke dirêj careke din alfebêya Latînî Vegeriya piştî Sitalîn koça dawî kir û Hukûmeta Sovyêtê jî herifî û ji hev ket.
Lê belê xebatkarê navdar Qedrî Cemîl Paşa (1891-1973) dibêje, Zekî Bêg yê karmendê posta (Berîda) Îstanbolê, ew yekemîn kesayet ragihandiye, (1913) ku tîpên Erebî ji bo Zimanê Kurdî ne durist in û paş re D.Ebdellah Cewdet pêşniyar kiriye di gotareke xwe de ya di kovara “Roja Kurd” de hatiye belavkirin. Lê belê weke me berê zelalkirîye pêşniyar û pêkanîna tîpên Kurdî-Latînî ji wilo bi gelekî kevintr re.
Tenê ma em rola mîr Celadet û karê wî ji bo Alfebêya Kurdî-Latînî bi bîr bînin.
Qedrî Paşa dibêje dema Mîr Celadet (1893-1951) beşdarî şandekê dibe bi hevaltiya û serokatiya serkirdeyê Ingilîzî, yê bi navê ( Nûêl) dema ku amancên wan hebûn, li devera çiyayê Meletyayê, li nav Hoza Reşwanî ya Kurdî li bakurê Kurdistanê digeriyan sala 1919ê de, wê demê Celadet têbînî kir, ku serkirde Nûêl tîpên Latînî bikartîne, dema têbînîyên xwe tomardikirin loma ew têbînî di bîra Mîr de man, û jêre bû weke bingehekê ji bo ALFABÊYA Kurdî Latînî saz bike. Loma mîr Celadet dikoşe ji bo amadekirina Alfebêyek Kurdî-Latînî nûh.
Lê giringe bi vê boneyê, em keda Kurdlojiyê Ferensî, ROCÊ LÎSKO (Roger Lescot) bibîr bînin ji ber ew û Mîr Celadet, alîkarîyek xweş bi hervre derbaskirine ji bo Fêrbûna Zimanê Kurdî, û hem Lîsko berhemin buha û taybet nivîsîne, li ser Kurdên Êzîdî, çi li EFRÎN, û çi li CIZÎRÊ.
Hinek hewildanên din hebûn ji bo bêkanîna Tîpên Latînî, weke hewildana Komîteya-Hêvî ya Şagirtên Kurd di destpêka sedsala bîstan de.
Piştî Cenga Cîhanî ya yekem bi dawî bû Macirson pêşniyar kir ji bo pêkanîna Tîpên Kurdî-Latînî. Lewra ji bo vî karî du pirtûk nivisandin, lê mixabin ew kar cîyê xwe negirt, li nava rewşenbîrên Kurd paşre.
Qedrî Cemîl Paşa dibêje di sala 1931ê de civînek çêbû li mala ALÎ AXA ZILFO li paytexta Şamê û bi amadebûna Mîr Celadet û Ekrem Cemîl Paşa û Mûsa Beg, yê ji Kurdên Şamê. Lewra rêkeftî bûn ji bo Tîpên Latînî bikarbînin. Ji bo Zimanê Kurdî yê ku anha piraniya milletê kurd pê dinivîsin û diaxivin lê mixabin ji aliyekî din ve kirîzek mezin çêbûye di nav milletê Kurd de, ku îro Roj bi du alfabêyên berfireh diaxivin û dinivîsin, yan jî pirtir…! Latînîû Soranî.
Di sala 1932an de Mîr Celadet dest bi nivîsandin û çapkirina Kovara xwe kirî ye ya binavê HAWAR, û hjimara yekem pê çap kirîye, di 15ê Gulanê de. Û her weha gelê Kurd her sal ahingan li dar dixin bi boneya vê roja pîroz ya hatîye hilbijartin weke roja zimanê Kurdî.
المصادر باللغة العربية :
1- نبذة مختصرة عن تاريخ اللغة الكوردية والعقبات التي تواجه لغة كوردية موحدة – دكتور مهدي كاكه يي.
2- كوردستان هي مهد اللغات الهندو أوروبية- د . مهدي كاكه يي
3- أسلاف الكورد الخوريون يبتكرون أول أبجدية في تاريخ البشرية.د.مهدي كاكه يي مقالات د. مهدي كاكه يي متوفرة على صفحات التواصل الاجتماعي وموقعه الرسمي.
4- أول أبجدية لاتينية متكاملة للغة الكردية، جودت هوشيار، موقع الحوار المتمدّن، ٣٠/٧/٢٠٠٥/.كما أن البحث منشور في موقع كورد أونلاين أيضاً .
5- الأبجدية الكردية، بولات جان، أدب و فن, لغة الملائكة، تاريخ ٣/١١/٢٠٠٩.البحث منشور في الموقع الرئيسي الحوار المتمدن.
6- مسألة كردستان، قدري جميل باشا، كتاب ورقي.تقديم د.عزالدين مصطفى رسول، بيروت ط ثانية ،١٩٩٧.
7- إضافة إلى ويكيبيديا
Jêderên Kurdî
– Dîtin û Bîrhatinên min, Hesen Hişyar çermê yekem, çapa yekê, /1993/.Beyrût çapxana, Emîral
Vîdeyo- ji amadekirina, peyamnêrê, War TV-M. Mehdî Mitlu/7/8/2021


