Demsal guherî, havîn çû payîz hat. Demsala betlane û ger û gestê qediya. Piştî navbera bêhnvedanê me dîsa dest bi karê xwe kir.
Kovara me The Hall Kurdî bi hejmara 30î amade û li ber destê we ye. Silav wan kesan be ku dest ji xwendin û nivîsandin û xizmeta zimanê Kurdî bernade.
Di vê hejmarê de nivîskar û lêkolîner Necat Zivingî ji me re ji ger û dîtinên xwe yên li welatên ewrûpayê bi çavderiyên xwe behsa jiyana li Ewrûpayê dike. Mijara gotara wî gelek guncav û rengîn e û bo me jî xweş e ku em di bergê kovarê de cî didinê. Ewrûpa şaristaniyet pêşketî ye û divê berê me lê be û divê em ji kencî û pêşkentinên wan sûdê werbigrin.
Mamoste Konê Reş ji me re li ser şehsîyetekî din ê kurd Hecî Mûsa Begê Xwêtî gotareke xweş nivîsî. Nivîskarê me di gotara xwe de di derbarê heyama Began¨bi taybetî Begên Mûşê û bûyerên wê heyamê agahîyên zelal parve dike.
Zimanzan Seîd Yûsif li ser alfabeyên zimanê kurdî gotarek bi hûrgulî amade kiriye. Binêrin ka Kurdan çend alfabe bikar anîne? Ew alfabe çawa û ji aliyê kê ve hatine çêkirin?
Nivîskar Muqades Agirî li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku Mîr Celadet Alî Bedîrxan gotiye berhema Netewa me ye, nivîsek pêşkeş kir. Agirî hem qala giringîya berhema nemir dike hem jî bi malîkan çi hatiye serê lehengên destanê îzah dike.
Salomé Cizrawî di gotara xwe ya bo vê hejmarê de tabloyeke Peter Paul Rubens a bi navê “Leda û Qazquling” şîrove dike. Lehengên tabloya Rubens ji mîtolojiya kevnare ya Yewnanî ne. Lê gelo çîrok çi ye û ev tablo çi ji me re dibêje? Bersiv di vê nivîsê de ye.
Sînemazan Rûmet Med jî di hejmara Cotmehê de nivîskar û wêjekarekî navdar bi me dide nasîn: Yek Ji Stêrkên Nemir Ê Wêjeya Cîhanê: Julio Cortázar
Nivîsên felsefeyê di kovara me de berdewam in. Nivîskar Dilazad Art vê care li ser Felsefeya Sedsala 20î kir.
Nivîskar Mihyedîn Nahrîn bi nivîsên xwe berdewam qala girîngî û bandora sînemayê têne ziman. Sernava gotara vê mehê wiha ye: Di Hezkirin û Famkirina Edebiyatê de Rola Sînemayê
Di vê hejmarê de nivîskareke nû û ciwan di navbera me de ye. Nivîskar Mîran Ehmed bi xwe ji Kobanê ye. Lê ji ber şerê li Sûriyê wekî bi hezaran wî jî koçî Brîtanyayê kiriye. Sernavê gotara wî jî: Ne Wek Berê, Hîn Bêhtir!
Kovara vê mehê bi danasîna pirtûkan diqede. Nivîskar Faîk Ocal ji xwînerên The Hall Kurdî yê re romana Suleyman Demîr a bi navê “Piştî Bîst Salan” dide nasîn. Di romanê de sê çîrok hene. Roman di sala 2007an de ji Weşanên Dozê derketiye.
Bi hêviya ku demsala payîzê aramî û xebata bi ber û bereket bîne we. Her bi kurdî re bin, bixwînîn, binivîsin biaxivin û parve bikin.
Digel silavên germ…


