Hêlana Evinê

Ji aliyê Admin – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Dirêsim jin û jana xwe

Bi ahên jar û dildaran

Dihûnim dasitana xwe

Bi tevnê dil û bêwaran

Dibêjim xwes evina xwe

Li ber sox û sêrîn-yaran

Dipêjim nanê vina xwe

Li ber arê evîndaran

Buha ye pir evina min

Wiha ye tim birina min

Ne wek Zîna ye Zîna min

Di nêv sêrin û nazdara

 

Bipirse j-heyv û isteyran

Hero I-ser me dikin seyran

Dizanin ew bi rewsa min

Di bezma bend & bêzaran

Dema yar tê weki heyvê

Bi nazdari diki peyvê

Du lêvên erxewani ez

Dinosim bin siya daran

Kenê sêrîn kirim hêlan

Dilê min daye ber pêlan

Ketim sermest li wan hêlan

Bi rengê din û meyxwaran

 

Kesek nine li vê rêzê

Me dûrxine ji hembêzê

Me dev xisti libê gwizê

Qe bernadin bi hawaran

Ev e karê min û yarê

Sipidê ta bi êvarê

Di nav re em dixûnin xwes

 

Sirûd û rist û kotaran

Felek tarîk e geh tav e

Weki derya nedi nav e Dimini wek (Melê Kurdî)

Hejar û tim di bin baran

Abdulvahap Husseyin (Melê Kurd), Riha