Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Silava Bajariyan a Menaf Osman
Pirtûknasîn

Silava Bajariyan a Menaf Osman

Faîk OcalBy Faîk Ocal07/01/2025Updated:25/01/2025Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

 

Di pirtûkê de bîst û sê çîrok hene. 13 çîrok sala 2003yan, 4 çîrok sala 2004an weşiyane, ne diyar e ku nivîskar yên din kengî nivîsîne. Çîrok hemû li Kurdistanê diqewimin. Bi başî û xerabiya xwe, bi kîn û evîna xwe, bi dilsozî û xayînbûna xwe, nivîskarî şayesa Kurdan kiriye. Yê/a bixwaze ‘’mirovê/a Kurd’’ nas bike, divê vê pirtûkê bixwîne. Xelef: Hesûdiya gundiyan e. Sûret: Çîroka Rozerîn û Azadî ye. Xeydokê: Bi bûyera Xeydokê, rojname çawa dibin alîgir. Çemê Reş: Kemalê girêdayî welatê xwe. Wênekêşê Dildar: Evîna Merwan û Hemrînê. Badîno: Hesûdiya cîranan. Xewna Misto Bi Avê de Çû: Têkçûna penabarên azadiyê. Sîno: Rexne li kevneşopiya civakê tê kirin. Felemez: Kuştina wî. Gulê: Bi têgeha namûsê, girtina rexneyan li civakê. Dilhevalekî Birîndar: Mirina gerîlayekî.

Xewn: Xewna vebêjerî balkêş e. Cegerxwîn: Vebêjer çîroka xwe bi pirtûka Cegerxwînî vedibêje. Evdal: Tirsa zarokî. Silava Bajariyan: Edeta avrijandinê. Mîrzo: Xêza jiyan û mirinê. Çûko: Mirina Gulistanê. Çavên Nalînê: Berawirdkirina Şêx û pizîşkan. Lawê Şevê: Meşa dîrokî. Bawer: Kuştiyên qesas diyar e. Poşman Mebe: Serpêhatiya Rêzan û Rozayê ye. Hindik: Evîna Hindik û Deryayê ye. Wesokê: Çîroka dê û lawik e.

Bi tenê ravekirina kesê kurd bi xwe re handîkapê jî tîne. Ew jî ravekirina kesên kurd e. Yanî mirov kesên din nas nake. Her kes bi kesên kurd ve tê girêdan. Di gerdûna çîroknûsî de bi tenê kurd hene. Ev yek kêmasî ye.

Deng û newaya her çîrokê cihê ye. Ji kîjan çîrokê re çi amûra muzîkê bivê, çîroknûsî ew bi kar aniye. Menaf Osman ehlê peyvên welatê xwe ye. Dizane bi kîjan peyvê, wê çi rave bike. Dilê wî bi axa Kurdistanê ve ye; lewma deng û newaya her peyvê ji siruşta welatê xwe bi dest ve aniye û her çîrok bi muzîk e. Bo mînak, mirina Kemal di ‘Çemê Reş’ de, xuyanî ye. Osman, bi ‘Çemê Reş’ orkestrayek çê kiriye, mirina Kemal şefîtiya orkestrayê ye.

Projektora Osmanî gelek mezin û balkêş e; çimkî ew girtî ye lê bi çavên giyanê xwe projektora wejêyê li hemû axa Kurdistanê digerîne. Wî daxwaz ew e ku bi dîmen û dîtbariyên balkêş mirovên Kurdistanê rave bike. Biserketî ye gelo? Belê, bi ya min ew gihîştiye armanca xwe. Mirov insanên xwe bi her halî di çîrokên nivîskarî de dibîne. Bo mînak, çîroka ‘Gulê’ çîroka namûsê ye. Mijareke lasayî ye, lê Osmanî bi vegotin, şêwe, teknîk û zimanê xwe çîroka ‘Gulê’ bi awayekî bandorbar rave kiriye. Di şexsê bavê Gulê de, qesas civak e. Mirov pê rûyê reş û qirêj ê bavê Gulê (bi rastî yê civakê) dibîne.

Her çîrok awayekî xwe yê cihê yê vegotinê heye. Nermî û germiya vegotinê, ji başbûna zimanê nivîskarî ye. Zimanê Osmanî xweş û geş, rengîn û bengîn e. Di çîrokên xwe de çi xwestiye, ew rave kiriye. Bo mînak, di çîroka ‘Wênekêşê Dildar’ de, xwîner bi Evîna Merwan û Hemrînê dihese û bi ber bayê wêneyê Hemrînê dikeve. Bi gavekê evîneke mezin bi wêneyekî hatiye honandin. ‘Xewna Misto bi Avê de Çû’ jî bi vegotina xwe balkêş e.

Weşanên Azadê sala 2013an pirtûk weşandiye. Berg bi tenê li ser çîroka ‘Silava Bajariyan’ e, li çîrokên din nayê. Weşanxaneyê karê xwe baş kiriye, şaşî zêde nîn in. Ziman û rêzimana çîroknivîsî xwerû kurdî ye. Tu caran ji mentiq û fonetîk (dengzanî) a kurdî derneketiye. Di du çîrokan de (Wênekêşê Dildar û Cegerxwîn) de heman kes leheng in. Merwan û Hemrîn. Wê jî tehma romanê daye çîrokan. Biwêj baş û di cih de hatine bikaranîn.

Du mînak:

Dîya wî jî kevirekî danî ser qûçê.” (Rûpel;31).

Kevirek di dest kê de hebûya, tavête wî.” (Rûpel; 40).

 

 

Menaf Osman pirtûknasîn Silava Bajariyan
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.