Bi qasî em dizanin tu gerstêrkek nîne ku bi qasî Heyvê xwedî peykeke mezin e. Baş e çima û çawa peyka dinyayê ewqas mezin e?
Derbarê Heyvê de hêj em zêde tişt nizanin. Em tenê aliyekî Heyvê dibînin. Heyv tesîr li medcezîra behran, hevrebûna heywanan û heta xewa mirovan dike. Lê tevî wê heta sala 1969an kes berê xwe nedabû Heyvê. Heta niha tenê 12 kes çûne Heyvê. Him saya serdana astronotan him jî bi riya wesayîdên fezayê em gelek tişt hîn bûn, lê dîsa jî em nikarin bizanin ka Heyv bi temamî çawa çêbûye.
Gelo ew ji dinyayê veqetiya yan jî dema di pergala rojê de de bi erdkêşiya dinyayê li dora me zivirî? Gelo teqînek bû sedema çêbûna wê?
Fizîknasê navdar Galileo Galilei bi teleskopa ku bi xwe çêkiriye cara ewil li Heyvê meyze kiribû.
Di destpêka salên 1600î de Galileo digot Heyv wekî dinyayê ji deşt û newalan pêk tê. Ev jî nîşan dida ku ew bi dinyayê re çêbûye.
Di salên 1800î de kurê Charles Darwin George digot di destpêka çêbûna dinyayê de dinya gelek bilez bû û perçeya ku jê veqetiya Heyv çêkir û Okyanûsa Pasîfîk xwedî şopeke wê veqetînê ye.
Piştî Şerê Duyem ê Cîhanê fikreke din hat gotin. Kîmyeger Herold Urey digot Heyv ji aliyeke din a galaksiyê hatiye û ketiye dora dinyayê.
Gava mirov bejna Heyvê binêre fikra ku ji dereke din hatiye hîn maqul dihat dîtin. Lewra ji bilî ku ji dinyayê çêbibe dibe ku li dereke din çêbûye. Çimkî gava mirov Heyv û dinya bide ber hev Heyv perçeyeke gelek mezin e.
Hin zanyar digotin nepêkan e Heyv ewqas rêkûpêk li dora dinyayê bizivire û bi rakêşiyeke wisa her du gerok diviya li hev du biqelibiyana.
Lê zanyar dîsa digotin ji ber ku dinya xwedî atmosfereke mezin e Heyv nikare lê biqelibe û hev du li hev def dane. Lê ev jî ixtîmaleke gelek biçûk bû.
Teoriya Urey heta salên 1960î wek rast dihat qebûlkirin. Gava cara ewil astronot çûn Heyvê hemû zanebûnên derbarê Heyvê de ji serî heta binî guherî.
Teoriya George Darwin ya ku Heyv perçeyeke dinyayê ye bi temamî têk çû. Çimkî kevirên Heyvê ji Okyanûna Pasîfîk hêj kevintir bûn. Wekî din Heyv û dinya wek kîmyewî wekhev bûn. Bi vê yekê teoriya Urey ya ku gotibû “herdu cuda ne” bi temamî têk çû.
Heyv di pergala tavê de piştî 29 salan çêbû. Deqên tarî yên li ser rûerdê wê nîşan dide ku demekê li ser wê derê behrên magmayê hebûne.
Gava Apolloya dawî daket ser Heyvê di sala 1975an de gotineke nû hat kirin. Ew jî “Qelibîna Mezin” bû.
Bi vê yekê gava pergala tavê beriya 4.5 milyar salan çêbû kevir li asîmanan difirî, yek ji wan Tehia ku bi qasî ji sedî 10ê dinyayê bû û li dinyayê qelibî.
Piştî vê qelibînê perçekeye dinyayê qetiya û dûr ket. Piştre bû girovir û bû Heyv.
Lê Heyv û Dinya wek kîmyewî dişibin hevdû û piştî qelibînê divê hin perçeyên Tehiayê jî hebûna.
Ji zanîngeha Oxfordê Alex Halliday dibêje her gerstêrk xwedî dendikeke cuda ye û atomên wan ne yek in. Lê mirov dibîne ku Heyv ji Dinyayê ye.
Li gorî teoriyeke din jî; qelibîn ewqas mezin bû ku Tehia li dinyayê heliyaye û atomên wê tevlîhev bûne. Helbet nayê zanîn bi rastî teqîneke wisa heye an na.
Hêj gelek teorî hene ku dibêjin Tehia pir biçûk bû û di nav de heliyaye. Lê heta niha çi gotineke teqez tune ku bêje Heyv bi vê yekê çêbûye.
Em di mijareke tenê de bawer in ku Heyv û dinya xwedî heman kîmyeyê ne. Bi teknolojiya nûjen em ê her biçe zêdetir agahdar bin.


