Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Ji Edîtor 32
Giştî

Ji Edîtor 32

EditorBy Editor07/01/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Bi hejmara dawî ya sala 2024an ve dixwazim xêrhatina we bikim. Sal qediya lê rêwîtî û rêhevaltiya me berdewam dike.

Ev hejmara diviya di meha Kanûnê de derkeve. Lê ji ber hin sedemên taybet û teknîkî dereg ma û di rojên ewil yên sala nû de amade bû û niha li berdestê we.

Di meha çûyê de li rojhilata navîn guhertineke mezin pêk hat. Şoreşa li Sûriyê di nava 12 rojan de çû serî. Guhertin bi bayê bezê çêbû. Gelo bi rastî jî şoreşek çêbû an berjewendiyên dewletên mezin guhertineke wiha diviya? Axir rastiyeke hey ku zilm zordariya ku rejîma Esad dikir bi dawî bû. Esad reviya Rûsyayê. Lê wisa dixuyê ku zilm bi rengekî din û şiklekî din û ji aliyê komên nû yên desthilatdar ve dîsa her li ser vê axê be. Kurd û elewî di serî de niha pêkhateyên din di hedefa çeteyan de ne.

Nivîskar Konê Reş li ser vê şoreşa ku bi lez û bez çû serî gotarek nivîsî. Mamoste hem behsa serhildan û çalakiyan kir hem jî wek şahîd û niştecîhî herêmê rewşa Kurdan nivîsî. Bi boneya vê rûdana mezin, me jî di bergê kovara xwe de vê mehê cî da şoreşa li Sûriyê.

Vê mehê mamoste Konê Reş bi du nivîsan hevkariya me kir. Nivîsa wî ya duyem li ser herêma Cizirî ye. Ev nivîs wek berdewamiya nivîsa wî ya hejmara berê ye.

Nivîskar Dilazad Art di vê hejmarê de dîsa bi me re ye. Sernavê gotara wî “Talankirina Mîrata Çandî ya Şaristaniyê” ye. Di vê nivîsê de hûn ê bibînin ka li Îskenderiye, Kurtuba û Bexdayê pirtûkxaneyên çawa hebûne û kê çi aniye serê van mîrateyan.

Salomé Cizrawî ji mitolojiyê hinar derxist: Ji Yek Libî Ber Bi Hezarûyek Libî Ve, Hinar. Di Mîtolojiya Kurdan û Baweriyên Gel cihî hinarê çi ye? Tê çi wateyê? Gelo di mîtolojiyên din çawa derbas dibe? Gelo wateya hinarê li van mîtolojiyan jî heman e? Nivîseke xweş û bi ber li hêviya we ye.

Nivîskar Mihyedîn Nahrîn di hejmara meha Kanûnê de li ser hevaltiyê gotarek pêşkeş kir. Evê jî dîsa bi rêya sînemayê vedibêje: Di fahmkirin û girîngîya hevaltiyê de rola sînemayê. Nivîskar mînaka vê gotarê ji fîlma anîmasyon Ice Age dide.

 

Didgikurd di hejmara 32an de li heyvê ji me re gotarek amade kir. Gelo Heyv peykeke çawa ye? Peykeke din bi qasî wê mezin heye li fezayê? Gelo Heyv kengî û çawa çêbûye? Lêkolînên ser heyvê di zanyarî didene me û fîzîknasên navdar li ser heyvê çi xebat kirine û gihîştine çi encaman. Merakdarên fezayê werin vî alî.

Kovara me  ya vê mehê bi beşa nasandina pirtûkan diqede. Nivîskar Faîk Ocal ji me re pirtûka Menaf Osman ya binavê “Silava Bajariyan” amade kir. Ocal dibêje di pirtûkê de bîst û sê çîrok hene û hemû çîrok jî li Kurdistanê diqewimin. “Menaf Osman ehlê peyvên welatê xwe ye. Dizane bi kîjan peyvê, wê çi rave bike.” Pirtûk ji weşanên Azadê di sala 2013an de derketiye.

Di dawiya nivîsa xwe de dixwazim nûçeyekê derbarê pêşeroja kovara me de parve bikim. Ji meha yekê ya sala 2025an vir ve kovara me dê bi naveke nû biweşe. Em ê derbarê guhertinan de we agahtar bikin. Ji dil û can spasiya we dikim. Ked û piştgiriya we li ser seran e.

Hûn her hebin û emê her bihev re di vê rêwitiya pîroz de ji bo xîzmeta ziman û çand û gelê xwe bimeşin.

Editorya Hejmar 32 Ji Edîtor Kurd Kurdî Nameya Edîtor The Hall Kurdî The Hall Kurdî 32
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.