Di pirtûkê de 14 çîrok hene. Navên çîrokan: Di Morgê de, Dadgeh, Şervanê Tirsonek, Lê ku Çarşem Neyê?, Bahol, Leylan Cafe, Însizê Benderuh, Ma Ez Çep im?, Ev jî Nig in Qey?, Di Serşokê de Miriye, Xeyidî, Erebê, Serpêhatiya Min î Ber Derî, Rêwî.
Cudahiya çîrokên Mazî ev e: peyvkilîd (keyword). Peyvkilîda her çîrokê heye, wî her çîrok li gor peyvkilîdekê ava kiriye. Çîrokên Mazî çi cur in? Çîrokên Mazî him bi honaka civakî ya polîtîk (social-politicial fiction), him jî li ser zemîna politic (political tracts) hatine nivîsandin. Wekî din bi danasîna Edgar Allan Poeyî çîrokên Mazî bi bandor (effective) in. Mazî xwestiye ji Baholê bi tenê çîrokên kurdî derxîne.Tişte ku Gogol bi sakoyê xwe kiriye, wî jî xwestiye bi Baholê bike.
Di navenda çîrokên Mauppasantî de kiryar (act) hene lê belê di navenda çîrokên Mazî de karekter hene. Çîrokên Mazî mîna çîrokên Çexovî ne bêbûyer in. Di çîrokên Mazî de him bûyer him jî karekter hene. Em xwîner tev li çîrokên Mazî dibin? Belê, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku xwîner tev li çîrokên Mazî dibin, mirov dide çîrokan, pê re diçe.
Karekter bi tevger û psîkolojiya xwe sosyolojiya civakê ji bo mirov rave dikin. Mazî di çarde çîrokên xwe de mirovê Beriya Mêrdînê û rewşa Tirkiyeyê nimandiye. Di hundirê Baholê de Kurdê Beriya Mêrdînê heye, bi şert û mercên Baholê jî sosyo û polîtîkaya Tirkîyeyê ji bo mirov rave dibin. Materyala Baholê ji Tirkiyeyê, çîrok û karekter jî ji Beriya Mêrdînê ne. Du Bahol hene: Bahola mîkro û Bahola makro. Bahola mîkro Mêrdîn e, Bahola makro Tirkiye ye; mirov her du baholan bi hev re dibîne.
Çiya Mazî çîrokên xwe bi kurdiyeke folklorîk û modern estetîze kiriye. Bi rastiya mirovan qewî û tekûz, bi zimanekî paqij û dewlemend xemilandiye. Ziman jî mirov jî Kurdên ji Beriya Mêrdînê ne. Mazî ji Kurdê Mêrdînê mirovekî gerdûnî derxistiye û bi hostatî estetîze kiriye. Li ku derê dibe bila bibe em ê wî Kurdî/mirovî bibînin. Lewre Mazî bi peyvên hûr û dûr çîrokên xwe honandine, estetîze kirine. Peyvên Kurdê Mêrdînê: Şervan, çarşem, Leylan Cafe, însizê benderuh, nig, çep, xeyidîn. Peyvên mirovê gerdûnî: Morg, dadgeh, bahol, serşok, erebê, serpêhatî, rêwî.
Mazî di çarde çîrokên xwe de him derûniya mirov him jî rastiya civakê bi hostatî teswîr kiriye. Mirov bi kakilê xwe, civak bi qalikê xwe xuya dikin. Wî mecaz û rastî bi hev re meşandine. Çawa? Bahol him sembola erdnîgariya welêt e him jî objeyek e ku mirov pê tişt û miştên xwe hildigire. Di çîroka Baholê de, di hundirê baholê de (mecaz û rastiya em behsa wê dikin li vir e jî: Bahol û bahol) “paçê sor” û mecaz û rastî ji bi paçê sor jî derbasdar e. Paçê sor him rabirdû ye, him jî parçeyekî qumaş e.
Di Baholê de her tiştê Çiya Mazî heye. Wî hemû êş û janên xwe, xewn û xeyalên xwe, tirs û hêviyên xwe, hebûn û tunebûna xwe, ziman û zemanê xwe, deng û rengê xwe, stran û helbestên xwe, tenêtî û têkiliyên xwe, ketin û rabûna xwe, çûyîn û mayina xwe xistine Baholê û bi şêwaza xwe li ber çavên mirov raxistiye. Bahol pêşengeha çîroknûsekî şareza ye. Mazî dizane çi, ji bo çi û çawa bibêje. Wî di çîrokên xwe de puxte û teşe, tov û zevî, kakil û qalik bi hev re kelijandine û bi hostatî ji bo mirov rave kirine.
Vegotina her çîrokê ciyawaz e, serkeftî ye. Mazî bi kurdiyeke xweser û bi karekterên cuda çîrokên xwe afirandine, nivîsîne. Li vir cudahiya karekter û kesayetê derdikeve holê. Karekter ji civakê veqetiyane, wan bi wateya xwe kesayeta xwe bi dest ve aniye. Karekter hem li xwe digerin hem jî xwe red dikin. Karekter bi dilê xwe tev li civakê dibin yan jî xwe ji civakê dûr dikin. Bo mînak, Ecdad, Zewêd, Mozo, Derdo, Hargulî, Apê Xelef bi karekterên xwe tev li çîrokên xwe dibin. Mazî vegotina xwe li ser zimên û karekteran ava kiriye. Cihê Baholê di çîroka kurdî de giring e.
Bahol sala 2011an ji Weşanên Evrenselê derketiye û 103 rûpel in. Ziman û rêzimana Çiya Mazî xwerû kurdî ye, resen e. Ji xêncî çend xeletiyan weşanxaneyê karê xwe baş kiriye.


