Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Erdnîgarî»Greenland Çima Ewqas Girîng e?
Erdnîgarî

Greenland Çima Ewqas Girîng e?

DigiKurdBy DigiKurd02/01/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ji mêj ve Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li pey ketiye ku Greenlandê ji Denmarkê bikire. Piştî şerê 2yem ê Cîhanê DYE’ê 100 milyon dolar pêşkêşî Denmarkê kiribû ku welatê xwe bifiroşe. Ev niyeta kirînê îro dîsa ji aliyê Serokê nûbijartî yê Emerîkayê Donald Trump ve ket rojevê. Emerîka xistiye serê xwe û dixwazê ew welatê di bin berfê de bistîne.

Greenland girava herî mezin a cîhanê ye û hema hema bi temamî di bin cemedê de ye. Zivistanê bi mehan tav dernakeve û germahiya li herêmê heta binê sifirê 35 pîleyê dikeve. Jiyana li wî welatî gelek zehmet e û kêmî 60 hezar kes tenê lê dijîn. Ev hejmar ji navçeyeke herî biçûk a Amedê kêmtir e. Lê welat 3-4 caran ji Kurdistana Mezin firehtir e. Gelê Greenlandê bi piranî li paytextê welêt Nuukê dijîn. Greenland wek herêmeke xweser bi ser Denmarkê ve ye. Parlamento û rêveberiya xwe cuda ye. Her çiqas giraveke cemed be jî bi çavkaniyên xwe her tim bala Emerîkayê kişandiye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) çima dixwaze Greenlandê bistîne?

 Greenland wek jeopolîtîk, jîngeh û zanistî pir girîng e.

  1. Girîngiya wê ya Jeopolîtîk

Nixteyeke stratejîk e. Greenland di navbera Atlantîka Bakur û Akyanûsa Arktîk de ye. Ev yek wê dike navendeke krîtîk. Herwisa gava mirov ji cemserê binêre ev der di navbera Emerîka Rûsyayê de jî cihê herî mezin e.

Bi helîna berf û cemedê ev der dibe ku bibe riyeke nû ya bazirganiya cîhanê. Ku Emerîka bi dest bixwe wê karibe vê navenda stratejîk ji bo welatê xwe bike fersend.

Wekî din li Greenlandê baregeheke mezin a Amerîkayê heye ku di nav xwe de radara moşekan heye. Emerîka wê herêmê wek mertaleke ji bo welatê xwe bi kar tîne.

  1. Çavkaniyên Şirustî

Li ser wê girava mezin gelek elementên kêmditî hene ku bi taybetî ji bo çêkirina cîhazên teknolojiyê gelek girîng in. DYE dixwaze di pêşerojê de wan elementan ji bo pêşketina welêt bi kar bîne. Wekî din tê zanîn li ser Greenlandê rezervên mezin ên gaz û neftê hene. Ji bo Emerîkayê ev sedem tenê bes e bo kirînê. Ku rojek karibin dest bi derxistina wan çavkaniyan bikin ew ê destê Emerîkayê firehtir bike.

Lê îro ji ber metirsiya tesîra wê ya li ser jîngehê kes nêzî derxistina çavkaniyan nabe.

  1. Av

Greenland li ser xwe bi trilyonan ton av dihewîne. Di binê wê cemeda mezin de azîmeteke avê heye ku ev bala welatên mezin dikişîne. Bi xirabûna kişwerê di pêşerojê de dibe ku qîmeta vê avê zêdetir be.

Her çiqas Trump daxwaza kirînê dike jî hêj baş nayê zanîn ka biryardar e an jî tenê ji bo bibe rojev diaxive. Lewra gelê Greenlandê jî hêj fam nekiriye. Her çiqas niyeta gel bihevrebûna Denmarkê be jî dibe ku derfetên ligel Emerîkayê fikra wan biguherîne.

Greenland The Raising of Kurds 1
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
DigiKurd
  • Website

Lêkolîner, Washington DC

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.