Li Londonê ji aliyê koma efsanewî ya muzîka kurdî Koma Amed ve performansek bê jibîr hat lidarxistin. Koma Amed ku sembola berxwedan û çanda gelê Kurd a salên 90’î ye, piştî salên dirêj derket ser dikê û temaşevan vegerand rojên berxwedan û hêviyê. Her awazek, her gotinek serdemek ku di bîra kolektîf a gelê Kurd de şopek kûr hiştibû zindî dikir.
Parlamenterê berê yê HDP’ê Osman Baydemîr di konserê de axivî û bal kişand ser performansa balkêş a Koma Amedê û wiha got: Koma Koma Amed îro weke roj/tav hat Londonê û dilê gelê Kurdistanê germ kir. Em li ser axa Kurdistanê ne. Eslê me Kurdistan e, Ehmedê Xanî, Seyîd Riza, Qazî Muhammed, Şêx Seîd, Mele Mistefa û Sakîne Cansiz e… Hêvîdar im em ê li xakeke azad, li Kurdistaneke azad bi hev re bin.
Yek ji temaşevanên konserê Ayşe Roza bi kurtasî performansa Koma Amed bi van gotinan vegot:
Koma Amed deng, hest û bîranîna koçberiya min a zarokatiyê ye. Ev koma efsanewî ya ku êş û azarên gelên bêhijmar di bîranîna xwe de hildigire, bi konsera xwe ya li Londonê karî bîranînên me ji nû ve zindî bike. Li welatên xerîbiyê, di erebeyê de, di seferên çûnûhatinê de, di cejn û dawetan de, berhemên ‘Amediye’ û ‘Hay Nık Nana’ bi yek ahengekê me hemûyan dikişand nava Govendê. Niha, piştî ewqas salan, em bûn xwedan îmtiyazê ku zindî li vê tîma mezin guhdarî bikin. Her awazên wan careke din berê me ber bi welat ve dizivirandin û hesret û girêdana di nava me de xurt dikir. Ev performans ne tenê rêwîtiyek nostaljîk bû, lê di heman demê de rêwîtiyek bû ber bi kûrahiya çand û nasnameya me ve. Ji beşa ‘Evare’ heta ‘Hoy Memo’ hestên li salonê bûn yek. Her kesî ji bo kêliyekê ku hesreta di dilê xwe de rabe bi baldarî li stranênan guhdarî dikir, carinan jî bi yek dengî bi komê re stranan digotin. Ev konser ne tenê resîtaleke muzîkê bû, lê belê di heman demê de wek çalakiyek bû ku têkoşîna hebûnê ya gel di her dengekê mûzîkê de li ewqanê olan dida.
Eywana koserê heta devê dijî bû. Beriya rojan bilêt hemû hatibûn firotin. Deng û ahenga mûzîka Koma Amed temaşevan rakir govendê. Kêf û şahî û enerjî li eywanê ewqas berz bû ku yên rabûn govenda êdî nema dikarîbûn vegerin cîhên xwe.


