Etîmolojiya peyva Muzîkê (mousikē / μουσική) bi eslê xwe peyvek Yûnanî ye. Wateya wê “Zimanê Periya” ye û peyva “Periyên Îlhamê” jî ji wir tê. Di çanda me de perî nîn in. Gava meriv vê peyvê wergerînê zimanê Kurdî perî dibin ferîşte û muzîk jî dibe “Zimanê Ferîşteyan”. Perî an jî ferîşte her du jî du mewcûdiyetên pîroz û bimbarek in, hem bi rengê xwe, hem bi taybetiyên xwe, hem bi dengên xwe û hem jî bi karên xwe rêyek di navbera mirov û Xwedê de çê dikin. Lewma dengên wan dengek efsûnî û cazîbeya wan mirovan sermest dike.
Li gorî mitirbên Ava Sipî peyva Muzîkê ji zimanê kurdî tê. Ji du peyvan pêk hatî “Mû” û “Zîq”. Têlên ribabê ji mûyên hespan tê çêkirin. Dema têl gihatin hev dike zîq. Lewma jî peyva muzîkê ji wir tê.
Ji bo meriv xwe bighînê kesê/a hember divê zimanê meriv tiştên xweş bêje. Bi saya gotina baş û xweş rêya dilberê/dildarî ji mirovan re vedibe. Ne tenê rêya evîna rêya serkeftinê ji zimanê şêrîn û nerm tê.
Bi muzîkê em xwe dighînîn yarê. Zimanê xweş û peyvên narîn ji me re rê vedike. Bi saya wê rê em bi rehetî dighin dilê wê/wî.
Dema însan nikarin bi rehetî xwe îfade bikin muzîk dighe hawara wan. Muzîk hal û rewşa me îfade dike. Bi muzîkê em tiştê di dil û mejî tînin ziman. Ji bo muzîk me îfade dike bi guhdarîkirina/strandina muzîkê dêrûniya meriv xurttir û baştir dibe.
Muzîk di her aliyî de alîkariya însanan dike. Di baweriyê, evînê, siyaset û îdeolojiyê de tişta ku însanek nikare bike muzîk wê bandorê li wan însanan dike. Muzîk xwe dighîne têla dilê însanan û însan gelek caran dibin bengiyê bawerî, evîn, siyaset û îdeolojiyê.
Bandor û qeweta muzîkê pir e. Sînema jî muzîkê di hundirê xwe de dihelîne. Bi saya muzîkê sînema bandorek mezintir li însanan dike. Xwe bi rehettir dighîne dil û mejiyê wan.
Ji bo muzîka fîlman peyvek hatiye çêkirin û jê re Soundtrack tê gotin. Gelek caran soundtrack dide pêşiya fîlman bi xwe jî.
Fîlmên ku bêhtir bi muzîka xwe li pêş ji wan re jî Fîlmên Muzîkal tê gotin. Muzîk û sînema wekî girêk têşiyê bi hev ve hatine girêdan. Ev girêdan her du aliyan jî xurt dike.
Di gelek fîlman de gelek caran heman dîmen tê pêşberî temaşevanan: kurik bi gîtara xwe tê ber şaneşîna keçikê û gazî wê dike. Dema keçik derdikeve kurik dest bi serenada xwe dike. Ev sehne ji bo gelek kesan gelek tiştan îfade dike û zemanekî îfadekirina hêstan bi vî rengî dihat kirin.
Ji bilî muzîkê jiyana muzikjenan jî dibe mijara sînemayê. Besteyek çawa derdikeve meydanê û muzîkjen çawa û di çi zehmetiyan de li xwe zêde dike û dibe nemir yek bi yek sînema nîşanî me dide. Heger di dil de hezkirina muzîkê hebe bi rêya sînemayê ew hezkirin qewîntir dibe.
Fîlm: Les Misérables
Berhema nemir ya Victor Hugo ya bi navê Les Misérables bi awayekî muzîkal hatiye amade kirin. Çîrok di wêjeyê de ji xwe re ciyek qewîn çê kiriye. Lê cara ewil bi awayek nûjen û bi muzîkal derdikeve pêşberî temeşavanan.
Çîroka li ser jiyana Jan Valjean hatiye seknandin. Jan Valjean ji bo zikê xwarziyên xwe têr bike nanekî didize û ji ber vê sedemê pênc salan dikeve hepsê. Piştî hepsê jî behsa jiyana wî ya dervê tê kirin. Çîrok li ser şerê Jan Valjean û Javertî ava bûye.
Temaşevan hem bi muzîk û hem bi çîrokê pir hêstiyar dibin. Çîrokek dilşewat bi awayekî muzîkal li pêşberî we ye.
Fîlmên tewsiye:
| Nav | -Derhêner
-Çêker |
Senarîst | -Lîstikvan
-Dengvan |
Sal | -Wext
-Beş |
Temen |
| La La Land | Damien Chazelle | Damien Chazelle | Ryan Gosling, Emma Stone… | 2016 | 2 s.
8 d. |
|
| Bohemian Rhapsody | Bryan Singer | Anthony McCarten… | Rami Malek, Lucy Boynton… | 2018 | 2 s.
14 d. |
|
| Les Misérables | Tom Hooper | Victor Hugo | Hugh Jackman, Russell Crowe… | 2012 | 2 s.
38 d. |
|
| The Sound of Music | Robert Wise | Russel Crouse | Julie Andrews, Christopher Plummer.. | 1965 | 2 s.
52 d. |
|
| Singin’ in the Rain | Stanley Donen… | Betty Comden… | Gene Kelly, Donald O’Connor… | 1952 | 1 s.
43 d. |
|
| The Wizard of Oz | Victor Fleming… | Noel Langley… | Judy Garland, Frank Morgan… | 1939 | 1 s.
42 d. |
|
| West Side Story | Jerome Robbins.. | Arthur Laurents… | Natalie Wood, George Chakiris.. | 1961 | 2 s.
33 d. |
|
| Begin Again | John Carney | John Carney | Keira Knightley, Mark Ruffalo… | 2013 | 1 s.
44 d. |
|
| Sweeney Todd: The Demon Barber of Fleet Street | Tim Burton | John Logan | Johnny Depp, Helena Bonham Carter… | 2007 | 1 s.
56 d. |
|
| The Broken Circle Breakdown | Felix van Groeningen | Johan Heldenbergh… | Veerle Baetens, Johan Heldenbergh… | 2012 | 1 s.
57 d. |


