Dîroka Hilweşandina Hêmayekî
Dêwejinên Bê Rehm!*
Wê ez birime şikefta xwe ya efsûnî
Bi awirên delal, kûr kişandin axîn,
Min girtin her dû çavên wê yên wehşî û xemgîn
Ramosan heta em ketine xewê.
Ji Helbesta ( Jinên Bedew Bê Rehm in) a John Keats ku bo Lamiyayê nivîsî bû.*
Hemû şer bi destavêtin û berevajîkirina sembolekî dest pê dikin û bi hilweşandina wî diqedin.
Sembol, heyînên serxwezayî an ku dêwejinên mîtolojîk yên tirsnak û dirinde, ne tenê diyardeyên asayî ne ku ji kulavê xeyalên mirovên pêşîn derketine. Ew dehbeyên zebelah, kirêt, kujinde û xwedî taybetmendiyên hovane û şiyanên serxwezayî, ku pirî caran ziyanbexş in, derbarê binhişiya kolektîf a mêrên serdestên wan civakan de gelek tiştan eşkere dikin.
Eşkere ye ku veguherînek tûj di civaka mirovahîyê de çêdibe dema ku ew ji qonaxa dayiksalarîyê ku jin tê de sembol/xweda bûn derbasî qonaxa baviksalarî dibin ku tê de êdî hêmanên “mê”yîne dibin çavkaniya xerabîyê/ gunehê û divê ji holê bên rakirin.
Ew lehengên ku berê bi hêzên xwezayê re, ajelên gir û zebelah û grûpên cîran re têdikoşîn, di qonaxa baviksalarî de hevrikek din destnîşan kiribûn û li dijî têdikoşîn. Ew jî jin bû û nirx, karakterê wê û hêmayên ayîdî wê bûn ku mar di serî de tê.
Sembola mar ku hema bêje tu çand, şaristanî û felsefeya olî jê bêpar nîne û bi gelemperî bi jinê re têkildar e, ji hêma ya hişmendî, xwe ji nûve vejandin, nermî, delalî ya tevgeran* û heta xwedabûna jinê, edî bibû hêma ya xerabî, mekirbazî, isyan û dijayeti yê û mîna dêwek dirinde û xeternak di gelek mîtolojiyan de xuya bibû.
Lewma êdî xwedayê Babîlîyan Mardûk, dêwa tirsinak Tiamatê dikuje û erd û esman ji laşê wê derdixe, berî wê di efsaneya Sumeran de, mar êrişî leheng Gilgamêş dike û dixwaze (giyayê nemiriyê) jê bistîne.
“Ra” jî di nav Misriyên pêşîn de, li hember mara tirsinak “Abob” têdikoşe.
Nori Ona (Jina şil) ku di mîtolojiya Japonî de yek ji dêwên herî xeternak tê hesibandin. Bi serê jinekê, bi çavên maran û bi zencîrên tûj ên ku vedişêre, mirovan nêçîr dike û dikuje. Ew li qiraxa çem dijî. Fêlek kujende bi kar tîne da ku qurbaniyan bikişîne. Ew porê xwe yê delal di çem de dişo da ku bê gunehan berxwe ve bîne û dema dikevin hembêza wê, ew rûyê xwe yê rastîn nîşanî wan dide û bi zencîr û zengilên xwe êrişî wan dike da ku xwîna wan bimije.
Angarboda jî dêwa qeşayê ye. Dayika dêwên herî xeternak e di mîtolojiya Îskandînavî de: Mar a Midgard Jormungand, xwedawenda mirinê, Hel û gurê dêw Fenrir. Navê wê tê wateya Peyamnêra Xemgînîyê (Messenger of Sorrow). Jiber ku mîna gelek dêwejin ên din ên kevne-mîtoljiyan, Xwedayên serdest zarokên wê direvînin. Di mîtolojî yê de, gelek balê nakêşine ser karektera wê yê dewlemend, şiyanên wê yên efsûnî (di cadûgerî û astrolojiyê de), zanîn û kirinên wê yên pêxemberî lê mîna hêmaya kaos û wêrankirinê tê binavkirin.
Lamashto, dêwa tirsnak a ku nîv-xwedawendeke efsanewî ye ji mîtolojiya Mezopotamyayê. Ew di dema zarokbûyinan de, êrişî jinan dike da ku zarokên wan birevîne, hestiyên wan bişewitîne û xwîna wan bimije. Bavê wê xwedayê ezman Anû ye û diya wê ne diyar e, û ew bi laşê ga û serê şêrekî porgij û bi diran û guhên kerê û tiliyên dirêj û neynûkên tûj ve hatiye teswîr kirin. Li kêleka beraz û kûçikan wêneyê wê bi mar di dest de, hatiye nîşandan.
Her wiha ew sêhrbaz bû û kiryarên xerab dikirin, wek serjêkirina zarokan û êrişa li ser jinên dugiyan, xwarina mirovan û vexwarina xwîna wan, herimandina xewnên mirovan û xuyabûn di kabûsên wan de. Tevî kiryarên wê yên dijî xwezayê weke birîna daran, pîskirin û jehrîkirina çem û kaniyan û belav kirina nexweşiyan. Ji ber ku jinên dugiyan jê ditirsiyan, ewan ji xwedayê Pazuzu re dua kirine, ku wan di dema zayînê de (zarokbûyînê de) biparêze tevî ku ew yek (Pazuzu) ji xwedayên xerab ên Mezopotamyayê bûye!
Abere (bi Îngilîzî: Abre) di mîtolojiya Malayîsî de, ew wekî jinek «hov» tê binav kirin. Bi keçên ciwan re xuya dibe. Di zozanan de dimîne. Bi bedewiya xwe mirovan dikişîne û di çemberên qamîşî de, wan dixe xefikê, dorpêç dike û dest bi xwarina wan dike!
Ogobogo, Ejderha û Mara mezin ya gola Okanagan di Mîtolojîya gelên kevnar û resen ên Kanadayê ne.
Navago Dêwejina mîtolojîya gelên resen û xwecîyên Amerîkî, ya ku çermê xwe diguherîne û hêz û hişmendîya xwe tenê ji bo xirabiyê bikar tîne.
Oktena a krîstalî an mara mezin ya gelên Su û Hindiyên sor (xwecihî yên Amerîkî). Ew her gav wekî hêma ya kaos, tarî û mirinê tê nîşandan dijberî Thunderbird (Balinde yê birûskan) ku weke hêma ya rêkxistinê, ronahî û zayînê tê teswîr kirin (Liser derghê mîran li Amêdîyê jî du mar têdikoşin beramber balindeyeke efsûnî).
Ev têkoşîn beramber mar û dêwejinan derbasî olan jî dibe, ji ber vê yekê gopalê Mûsa yî di Cihûtiyê de dibe marekî tirsnak.
Di Krîstiyantiyê de Lucifer – navê wî despêkê di wate ya hilgirê ronahiyê bûye – ku milyaketek e di formê mar de, dadikeve bihuştê û xwe li dora dara zanînê dialîne û Hewa û Adem î tûşî guneha ebedî dike, lewma piştre mîna şeytan tê bi nav kirin.
Di Îslamê de jî dîsa sedema derketina mirov ji bihuştê bi heman guneh û bi heman gunehbarî ve hatiye girêdan.
Di Tewratê de: “Paşê Xwedê ji mar re got: Ji ber ku te ev kir, tu yê ji hêla hemî zindeweran ve werî nifirkirin. Tu yê tevahiya rojên jiyana xwe li ser zik, xwe bixişînî û tozê bixweyî ” (Ishah a Sêyem: 14). Ev yek jêre tê gotin piştî ku mar Hewayê han dide ku ji dara qedexe bixwe. Heman peyam û bi rengek din ji jinê re jî hê tê gotin ku ji ber guneh, serhildan û zanîna wê ya ji hed zêde, ew dê heta hetayê di êş û janên dewra heyvane de (menstraution period), dugiyanî û zarok bûyînê de bigevize, tevî ku ev hemû weke şiyanên pîroz dihatin bi nav kirin di qonaxên pêşîn de.
Li Hindistanê jî Marê “Kalia” wekî şeytan û hêmaya quretî û nezaniyê tê hesibandin lewma xwedayê “Krishna” ew têk biriye!
Tenê di Êzdîyatîyê de, marê reş hê jî pîrozîya xwe diparêze lê ew jî ji naveroka xwe ya “Mê”yîne hatîye veqetandin.
Ev pêvajo di mîtolojiya Yewnanî û Romayî de bi awayê xwe yê herî berçav derdikeve pêş û ji ber ku mîtolojî û felsefeya Yewnanî ya herî zêde bi bandor bû li ser edebiyata Ronesansê û edebiyata Ronesansê hê jî bandorek û hejmûnek bihêz li ser wêje, hizr û ramana cîhanî di roja me ya îroyîn heye – bi kêmanî ji perspektîfek mêrê spî yê desthilatdar ve – lewma têgihiştina wê mîtolojî yê û şirovekirin û eşkerekirina wateyên wê yên veşartî – nexasim di mijara jinan de – pêwistiyeke jiyanî ye.
Di destana ku ji hêla helbestvanê Romanî Ovid ve di sedsala yekem a PZ de hatî nivîsandin de, Medusa, mîna Gorgonek tirsnak dide nîşandan, ku her kesê ku lê dinihêre dike kevir. Beriya wê di Odysseya Homeros de, ku di sedsala 7-8an berî zayînê de hatî nivîsandin, dema ku lehengê Homeros, Odysseus û zilamên wî hewl didin ku bi gemiyê biçin welatê xwe Ethikayê, ew ê neçar bimînin ku di tengavek xeternak û dirêj re derbas bibin û wiha di navbera du dêwejinên dirinde de dimînin: Sela, dêwejina bi şeş ser û diwanzdeh piyan, stûyê wê dikare dirêj bibe bi her alî ve û wiha dişê gemîvanan birevîne û bixwe û li aliyê din dêwêjina deryayan an ku wêrankera deryavanan, Karibdis heye, lewma pêwîst e Odysseus her du dêwejinan derbas bike da ku bigihîje ewlehiyê!
Ekidna di mîtolojiya Yewnanî de, ew jî dêwek, nîv-jin û nîv-mar bû ku bi tena serê xwe di şikeftekê de dijiya. Ew rêheval a dêwê tirsnak Typhoon bû û dayika gelek dêwên herî navdar ên mîtolojiya Yewnanî bû.
Lamiya jî, yek ji dêwejinên kêm-naskirî ye di mîtolojiya kilasîk de, ku beşa wê a jorîn laşê jinê ye lê beşa jêrîn laşê mar heye, û nasnavê wê di dastanê de “Nehenga xapînok e “, Çîrokên din wê wekî jineke bi organên zayendî yên nêr nîşand didin. Di hemûyan de jî xwînmij, pitikdiz û zarokxwer e!
Ew di komediya nivîskarê Yewnanî yê kevnar Aristophanes de di sedsala 5an berî zayînê de xuya dike, dûv re bi tevahî winda dibe heta sedsalên 17an û 18an de dîsa di edebiyata Ewropî de xuya dibe, nemaze di helbesta romantîk a John Keats de.
Çîmera (Chimaera) ku di pirtûka Hesîodos de ku di sedsala 7an a berî zayînê de hatiye nivîsandin û di Îlyada Homeros de derketiye, ew dêwejinek bû ku ji beşên cuda pêk dihat: Li pêşve şêr, li naverastê bizin û bi dûvê marek zebelah bû. Ew difiriya, agir davêt ji devê xwe, û êrîşî bajaran dikir. Bi taybetî, bajarê Lykia (Antaliya îroyîn) lê ew jî bi destê lehengek mêr, Belorofonî tê kuştin gava ku rimê xwe yê jehrî dixe qirika wê û wê di xeniqîne.
Asphynx, şanoger Sophocles di şanoya xwe de ” Padîşah Oedipus ” Asphynx wekî dêwejinek bi laşê pisîkê û baskên balindeyan, ku xwediya şehrezayiyeke berfereh, binav dike. Ew ji welatên dûr diçe Misrê û berdewam pirsan dike û her kesê ku nikaribe rast bersiva Mamikên* wê bide, dadiqurtîne: ” Ew çîye yê ku Sibehê li ser çar lingan, piştî nîvro li ser du lingan û êvarê li ser sê lingan birêvediçe? ” (bersiv: Mirov e, ku di zarokatiyê de bi çaran diçe, di ciwanî yê de birêvediçe û di pîrbûyinê de, gopalî bikar tîne).
Dema ku Oedipus rast bersivê dide, Asphynx ew qas xemgîn dibe ku ew xwe dikuje. Eger mêr bûya dibe ku kesê beramber bikuşta lê ew xwe dikuje. Bi dîtina min Asphynx di wê bawerîyê de ye ku pêwiste jiyan mafê kesên zana û hişmend be û mirin çarenûsa kesên nezan be heta eger ew kesê nezan ew bi xwe be û vê yêkê bi dadperwerî pêk tîne. Lê hişê dahînerê wê hewil da ye ku vê ramanê ragihîne ku şehrezayiya jinan ji bo wan û ji bo yên din xeternak e.
Di piraniya van Hêma/Dêwejinan de em taybetmendiyên hevpar dibînin. Ew tên nîşandan weke heyînên ku ji yekê zêdetir kesayetî û karakter hene, rûxsar û naverok a wan jihev cûda ne. Ew bedewîya xwe ji bo xerabîyê bikar tînin, xwedan kûrahiya rewanî (rûhî) ne, xwedî şehrezayiyek kûr, jîriyek fitrî û şiyanên serxwezayî ne, têkeldar in li gel xweza û metafizîk ê.
Rast e, ew şiyan û zîrekiya wan dêwejinan bi awayekî erênî nîşan nadin, heta eger qala wê jî bê kirin, ew di qalibê mekirbazî, xerabî, xapandina mirovên bêguneh (ku ewan ji rêya rast derdixe) tê nîşandan lê ew bi awayekî nepenî jîrî, hişmendiya wê dipejirînin.
Lê armanc ji girêdana hişmendîya jinê bi xerabî û şeytanî yê ve, ew e ku ramana “zîrekî û zanîn a jinê her dem dikeve di xizmeta xerabî û gunehan de” di binhişê civakê de bi cih bikin, da ku piştre meşrûiyetê bidin hizra “nezanîn ji bo jinan çêtir e!” Ligel ku eger em li cîhana îroyîn binêrin, ku ew berhema hişê mêrên serdest e, em ê bibînîn ku ew birîtî ye ji depoyek xeternak ku hemû cûrên xerabî yê, ne dadperwerî, guneh û neheqiyan di xwe de dihewîne ye lê ewan dîsa qûtîya xerabî yê bi stûyê Pandora belengaz ve daliqandine.
Çima wiha ye? Sedemên veşartî û binhişî li ba mêran çi ne ku van kiryaran encam bidin?
Struktura jinê ya biyolojîk, guhartinên hormonal di laşê wê de, dewra menstruala heyvane, ducaniyê û guhartinên di laşê wê de çêdibin pir dişibin çerxên xwezayê yên li dora wê, mîna li pey hev bûna roj û şevan, guhartinên qunax û etwarên heyvê, guhartina her çar werz û demsalan. Herwiha demên dirêj ên ducaniyê û şîrdanê, parastina zarokan û peydakirina xwarinê ji malbata xwe re di nebûna mêrê nêçîrvan de, ew kir beşek ji xwezaya derdora wê û di wê de têgehiştin û zanîna li ser hêzên xwezayî û tevgerên gerdûnê pêş xist. Van têkiliyan jî di wê de şiyanên giring pêş xistin wek jimaryariyê, stêrknasî, çandinî, cudakirina fêkiyên xwarinê, û derxistina dermanên seretayî ji wan û komkirina şehrezayiyek şifayî. Sererayî şiyanên wê siruştî yên cinsî û zayînî.*
Ev hemû jî ew kir hebûnek mîstîk, serxwezayî û sersurhêner di çavên mêrên civakên seretayî de. Ji alîyekî li jinê bi heyranîyek veşartî nihêrandine û ji aliyê din ve hestên dilrawkê, tirs ji şiyanên wê yên veşartî, kompleksa xwe bi kêm zanîn liberamber wê, kerb, û hêrs ji wê di xwe de veşartine.
Ger em bi hurgilî li van dêwejinan binihêrîn em ê bibînin ku ew hemû jî xwedî hinek taybetmendiyên serokatiyê ne, mîna girêdan bi armanc, zanîn, hêz, xwestek, hest û hîsên bihêz, menavra û tektîk ku hemû jî ne taybetmendên xerab û neyînî ne. Eger ew di mêran de berceste bibin dibin leheng lê dema di jinan de bin wê demê dibin mayeyî tirs û dilrawkîyê.
Tişta hevpar a girîng a din ew e ku piraniya wan dêwejinan “di beşê jorîn ê laşê xwe de jinên bedew in lê di beşê jêrîn de, hovane, kujer û tirsnak in”. Ev jî nîşana tirsa di bin hişê mêran de ye beramber hêza cinsî ya jinan û mîna hemû xalên din yên bihêzbûna wê, ev jî berovajî rastiya wê ya eslî nîşan dane. Lewma her dem xwestine wê hêzê kontrol bikin û li gor hez û daxwazên xwe terxan bikin. Û wiha mora nepakiyê, qirêjiyê, nefretê, qedexeyê û guneh û bextreşiyan pêve girê bidin dema ku li derveyî hejmon û desthilat a wan de be û ne li gor yasa, rêsa û rêuresmên wan yên retûelî û olî de bin. Lewma jî peyiva (namos) ê icad kirine, digel ku namos birîtîye ji komek nirxên mirovî û girêdana wê tune ye bi beşek taybet ji laşê jinê. Lê girêdana namosê bi laşê jinê ve, helwestek otorîter e. Ew bedena jinan ji xwe re textek desthilatdariyê, dagîrkarîyê dibînin û jidestdana wê wan ditirsîne lewma bi hemû amraz û şêwazan çember dikin.
Di vî warî de, wan ramanên çewt jî pêşxistin ji bo sînordarkirina hêza cinsî ya jinan, û wekî rastiyên biyolojîk û zanistî nîşan dan, bo mînak “hêza cinsî ya jinan piştî temenekî qels dibe” û bi wî awayî mafê mêran heye ku bi keçikên biçûk re hevjîniyan pêk bînin an jî bi zêdetirî jinekê re hevjîniyê bikin. Lê her ew zanist gelek problemên cinsî yên mêran jî piştî bi sal-çûnê pesend dike.
Digel ku ducanîbûna jinan û şiyana wê ya cinsî du tiştên cuda ne. Dibe ku derfeta ducanîbûnê li nik jinan qels bibe piştî temenek diyar, lê ewê qet pêywendî tune ye bi hêza wê ya cinsî ve. Lê tiştê ku jinan sînordar dike ne qelsîya şiyanên wê yên fîzîkî û cinsî ne lê faktora derûnî, rewiştî, olî û binehişî ne ku bi rêya van çîrokan hatine hûnandin û bicih kirin.
Xala din a balkêş ewe ku hewl dane berevajî bikin, hêza jinan a jiyanbexişînê, zarok çêkirinê, bûyîn û xwedî lê derketinê ye. Ewan dêwejin di wan mîtolojiyan de wek kujer, bê rehim û zarokdiz nîşan dane.
Lewma wek puxte ya mijarê em dişên bêjîn kû ew dêwejin, derbirînekin ji tirsên binhişî, hez û daxwazên çewsandî têkelî kerb, rik û çavpênerabûnê ne. Afirandina wan encamê hişekî bêçare ye ku ji şûna ku bi qelsî û lawaziyên xwe re rû bi rû bibin, şiyan û xalên hêzê ên hevrikên xwe kirêt û narêk didin diyar kirin, ji ber ku têkbirin û şêwandina hevrikan bi wî rengî, hestên ewlehiyê û serkeftinê li ba wan seqamgîr dikin.
Ev dêwejinên han di wateyek piskolojîk de ” kuncikek vereşîna binhişê mêrên serdest yên civakên pêşîn bûne”. Herwiha amûrek şerê taybet û piskolojîk bûne beramber bi jinan bi berovajî kirina rastî, hêz ,nirx û afirandinên wan ku bi rê ya hûnandinên wêjeyî û afrandina heyînên serxwezayî (ku jê re tên gotin Mît/Myths) bikarhatine bû pêkhênana nirxên nû yên civakî û gihandina wan nirxan ji nifşên li pey hev re.
Şahmaran; bi dîtina min Şahmaran efsaneya herî balkêş û eşkereker e di vî warî de. Dema ku îxanet li hişmendî, merdî û baweriya Şahmaranê tê kirin rewşa tawanbaran ber bi bextreşî, paşveçûn, poşmanbûn û mirinek trajîk ve diçe. Ew di wateyekê de qala civakên baviksalariyê dike û paşveçûnên ku tê de hatîn jiyankirin ji ber pêşîlkirina nirxên dayîktiyê.
Herwiha sehne ya herî balkêş di sinema ya cîhanî de, ku hestên cuda di min de pêş dixe, xwekuştina Kleopatrayê ye bi jehra marên xwe. Ew wê mirina serfiraz hildibijêre da ku ewê mîna girtîyek bi bend û kelepçe kaş nekin li cadên Romayê û neçar nekin çok deyine beramber Octaviosê serketî. Mirinek xwedî wateyeke sembolîk a kûr e. Ew bi hilibijartina wê rêya mirinê, vedigere ser şehrezayiya xwe, xwedatî, hêma û nirxên xwe.
Di dûmahîyê de, ez ê tu carî sohbeta ku di navbera du serleşkerên mêr de, li ber yek ji şikeftên perwerdehiyê yên li çiyayên Zagrosê pêk hat ji bîr nekim:
-Bihizire ku hemû heyînên li ser vê hesarê (gerstêrkê) ji jinekê çêbûne.
-Ji bîr neke ku em jî hevpişkîn di prosessa vê afrandinê de , me jî tov bexşîne.
-Na. Her sibê her şevê em bi hezaran ji wan sperman berdidin bin daran, di nivînan û serşoyan de. Afrîner ew e ku bizrê diparêze, di hebûna xwe de dihewîne, xwîn û şaneyên xwe pê re parve dike, gelek mehan bi hedar li bendê dimîne. Wext, ked û xwînê dibexşîne. Gelek ji hêz, şiyan û ji tevger û tendirûstîya xwe sînordar dike da hebûnek din bihêz bike. Jana herî muazzam di ceribîne da ku jiyanê bîne holê. Mê heyînek pêşketîtir e ji ber ku di pêvajoya afirandinê de dişibe gerdûnê. Em mêr tenê tovrêjîn! Her tiştê me anî ye serê jinan di dîrokê de, ji tirsa me û acizî û çavnebariya me ye ji vê hêza wan a muazzam e.
Ez nêzî wan li ser zinarekî hinekî bilindtir rûniştibûm, min bi girnijî ew guhdar kirin. Hevalên din kenîyan. “Nexwe ez jî şiyabûm bi hizrên xwe, bandorê li wan bikim, tevî ku despêkê şervana wan bûm”.
Yek ji wan ez fêrî nîşan girtinê kiribûm û digot “guleyên xûsar, axa xûsar e”. Yê din qanûnên şer, vekişîn û hunera birêveçûnê di bilindahiyên sext hînî min kiribû. Her du mirovên xweşewîst şehîd bûn û di stûyê min de deynek e ku wan bidim jiyandin.
Nexwe mêrên hişmend û bi wefa jî hene. Bi taybet di van axên ku rojekê navenda nirxên dayiksalarîyê bûne. Lewma ez bi bawerim ku em ê vêkra û bi çavekê dadperwer û hişmend li dîroka xwe binihêrin û civaka xwe bi du baskên bi hêz ber bi azadî û dadperweriyê ve bibin. Ji ber ku hilbijartinek me ya din tûne ye.
Nîşe:
- Helbesta La Belle Dame Sans Mwerci piştî ku hat derxistin, John William Waterhouse kevalê Lamiyayê çêkir. Helbest bi alîkarîya nivîskar Rizgar Elegez hatîye wergerdandin.
- Peyiva Rehmet, Rehîm, Rehman di zimanê Arabî de ji Rehim – Malzarokê jinan hatî ye.
- Bi nêrîna min sema ya oriental (oriental dance) ku yêk ji hobiyên min ên bijare ye û berdewam min perwerde ya wê standi ye, têkilîyek kevnar bi tevger, liv û pîrozî ya mar di perestgehan de heye.
- Pîr, Pîrek peyivek gelek hêja û kevnare di zimanê kurdî de. Pîr mirovên xwedî hêzên rûhanî û olî ne. Da mêrek bibe Pîr pêwiste di gelek ezmûnan de derbas bibe lê di hişê resenê Kurdî de Jin jidayik dibin Pîrek. Lewma navê Pîrek lê kirine ku wateya xwe ji taybetmendîyên wê yên siroştî digre.
- Mamik di devoka Behdînî de bikar tê boyî peyiva englîzî riddle. Di soranî de, peyiva metel, metelok bikar tê.
Jêder:
Hemî mîtolojiyên berdest dubare hatine xwendin di nav de Ilyade û Odessa ligel mîtolojîya Sûmerî, Skendinavî, Japonî Hwd, boyî piştrastkirina vê lêkolînê.


