Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»10. Salvegera Rizgarkirina Kobanê Li Londonê Hate Prozkirin
Dîrok

10. Salvegera Rizgarkirina Kobanê Li Londonê Hate Prozkirin

Erol BaşakBy Erol Başak09/01/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Komeleya Center for Kurdish Progress bi boneya 10. Salvegera Rizgarkirina Kobanê şeveke taybet li Londonê lidar xist. Di çarçoveya bernameyê de ewil di bin banê parlamentoya Brîtanyayê de rûniştinek hat kirin. Dûvre mêvan di şîveke taybet de hatin ezimandin. Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê û gelek endamên parlemana Brîtanyayê beşdarî şîvê bûn.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê di bernameyê de axaftinek kir ku dest nîşan kir ku gelên Sûriyê dixwazin pêşeroja xwe avabikin di çarçoveya sîstemeke federal de. Lê yekem astengiya ku heye dewleta tirkiyê ye.

“Li Kobanê li beranber pêleke terorê a herî hovane di tarîxê de derketiye ortê, hevkariyeke herî xurt a mirovahiyê pêşket ji bo parastina ewlehiya navdewletî û ewlehiya civakên mirovahiyê. Îro eger em li vir rûniştine û bi dilgermî em hevdû pêşwazî dikin, ev di emcama fêdekariya bi sedan şehîdên di oxira vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane, bi fêdekariya wan hatiye kirin. Ji bo ev hevkarî û dostaniya ku çêbûye xira bibe, dewleta Tirkiyeyê bi israr dixebite. Îro talûke û êrîşeke din a cidî li dijî Kobanê heye. Xebateke bi taybet heye ku êrîş li ser Kobaniyê çêbe. Ji dil me dixwast û heta niha jî em dixwazim ku hevkariyeke baş bi dewletên cîran re bidin meşandin. Mixabin dewleta tirk naxwaze hevkariyê bike. Ew tenê ji zimanê kuştinê fêm dike, ew dixwaze mirovan bikuje, civakan ji ortê rake. Bi rûxandina rejîma Baas re me hêvî dikir û dixwest ku em derbasî rewşeke aram û avakirinê bibin. Li ser axa Sûriyê bi taybet û li bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşek dijwar li ser proja xweseriyê a ku jin têda azad e û herwiha hemû pêkhatî xwedî mafin, êrîşeke dijwar li ser vê projeyê tê kirin. Eger ev tecrûbe têk biçe, careke dî asta Daîş bilind dibe, asta terorê li hûndirê sûriyê bi giştî belav dibe. Girtiyên Daîşî hene, malbatên Daîşî hene. Ji bo vê ya jî xetereyeke pir mezin li pêşîya me heye. Derhal tê xwestin ku ev êrîşa li herêma me bê rawestandin. Gelên Sûriyê dixwazin pêşeroja xwe avabikin di çarçoveya sîstemeke navendî de, sîstemeke federal de. Lê yekem tekane astengiya ku heye dewleta tirkiyê ye”.

Wezîre Berê yê Berevaniyê Yê Brîtanyayê û Parlamenter Gavin Williamson di axaftina xwe de bang li Kurdan kir: Em dixwazin hûn pê bawer bibin ku em li aliyê we gufûgoyan dimeşînin ji bo tekeziya otonomî û azadiya ku we jiboyî şer kir. Û ez û gelek parlamenter, hem ji Labour hem j Conservative, dê li wir bin ku nirxên gelên kurd biparêzin çawa ku we nirxên me parast.

Serokê Ragihandinê yê Ofîsa Konseya Demokratîk a Sûriyê Hasan Muhammad Ali axaftineke hestiyar kir: Ez ji Kobanî me. Rewşeke me giran heye. Niha hestîyar im li pêşîya we. Lê Kobanê ya we hemûyan e û hun hemû Kobanî ne. Ji bo vê jî gelê Kobanê li we dinêre ku hemû Kobanî li hemû cîhanê dostê xwe ne, hevalê xwe ne, xwedîyê Kobanê ne.
Berê 10 salan cîhanê destaneke dîrokî li bajarekî biçûk, navê wê Kobanê bû, dît. Ne tenê şerekî lê hat kirin, ew bû semboleke cîhanê ya azadiyê. Bû sembola verxwedanê, sembola serkeftinê li ser hêzên tarî.

Endamê parlamentoya Brîtanyayê Steve Race jî got
Kurdên li Bakûrê Rojhilatê sûriyê û gelên sûriyê bi gistî bi deh salan zehmetî kişan di bin rejîma Esed de. Niha li ber me derketekê heye ji bo ku em ji bo Sûriyeke demokrat û federal bixebitin. Ez bi rastî hevî dikim hemû civakên li sûriyê bi hev re bixebitin ji bo ku miletekî li ser easên aştî û hevkariyê ava bikin.

Endama Kurd a parlamentoya Brîtanyayê Feryal Clark jî di şevê de axivî û spasîya xwe ji bo yên piştgriya kurdan kir anî ziman: Tê bîra min 10 sal berê gava wan êrîşî kobanê kir, wisa dixuya ku em wek civaka kurdên li bakurê Londonê bêhêvî ne. Hemû dinya lê nêrî ku Kobanê û gelê kurd hatine dorpêçkirin ji aliyê faşîstên vê dinyaya modern. Kurdên li Kobanê û yên li deverê tenê ji bo ku Kurd bûn, tenê ji bo ku Êzîdî bûn hatin hedefgirtin. Kurd ne tenê xelkê xwe lê parastina pêkhateyên din jî kir. Ez dixwazim bêjim ku hejmareke zêde hevkar û parlamenter hene ku piştgriya Kurdan kir dema şerê li Kobanê û niha jî piştgriya wan berdewam e. Ez spasdarim.

 

 

Kobanê London The Raising of Kurds 1
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.