Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Nûçe»The Raising of Kurds 1 Derket
Nûçe

The Raising of Kurds 1 Derket

AdminBy Admin11/01/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hejmara yekem a The Raising of Kurds weşîya!

Kovara me The Hall Kurdî di sala nû de nave xwe guhert. Kovar êdî wê bi nave “The Raising of Kurds” ango Rbaêna Kurdan derkeve.Edîtor û damezrînerê kovarê Erol Basak di nameya xwe de ewv guhertin ragihand û sedemên vê guhetinê eşkere kirin. Beşek ji nameya editor wiha ye:

Silav xwînerên me yên ezîz.

Bi kêfxweşî dixwazim nûçeyek derbarê kovara me de bi we re parve bikin. Wekî ku di hejmara dawîn de min di nameya xwe de hinek behs kiribû, navê kovara me guherî. Navê nû “The Raising of Kurds” e. Hêvîdar im ev nav ji bo kovara me û ji bo me hemûyan bi xêr be.

Me çima navê kovarê guhert?

Navê berê baş bû. Lê navê nû navekî xurttir e.

The Hall kovareke bi îngilîzî bû. Me di bin banê The Hallê de kovoreke Kurdî derxist. Kovara Kurdî di bin sîya The Hallê de dima û ne dikarî bi tena serê xwe bibe kovareke Kurdî. Loma me xwest em van herdu kovaran ji hev cuda bikin.

The Raising of Kurds tê wateya Rabûna Kurdan. Hêvîdarim di vê sedsalê de Kurd ji xewê rabin û bihevrebûna xwe pêk bînin, bibin xwedî axa xwe û bibin destxilatê axa xwe. Û ev kovar jî her bixebite ku hesta Kurdistanî zindî bike û xizmeta çand û zimanê Kurdan bike.

Hejmara yekem a The Raising of Kurds di bergê xwe cî da berxwedana li Kobanê:

Gelê Kurd 10 sal berê li Kobanê sembola berxwedan û yekbûnê nîşanê cîhanê da. Çeteyên hov yên DAÎŞê têk çûn. Hêzên kurdî hem axa xwe, Kobanê, rizgar kir hem jî cîhanê ji belayekê wehş parast. Di ser wê berxwedana pîroz 10 sal derbas bû. Bi boneya rizgariya Kobanê li Londona paytextê Brîtanyayê bernameyeke taybet hate lidarxistin. Komeleya Center for Kurdish Progress pêşengiya vê bernameyê kir. Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed jî beşdar bû. Bi me jî xweş bû ku bi vê boneyê di hejmara yekem de di bergê kovarê de cî bidin berxwedana li Kobanê ku bû sembola bihevrebûna gelê Kurd.

Adresa nû ya malper û hesabên torên medya civakî yên kovara The Raisin of Kurds wiha ne:

Malper: https://theraisingofkurds.com

Mail: theraisingofkurds@gmail.com

Instagram: @theraisingofkurds

Facebook: The Raising of Kurds

Twitter: @RaisingKurds

Danasin Derket Nûçe The Raising of Kurds 1
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.