Di pirtûkê de heft çîrok hene. Nav û naveroka wan: Tu Hemza yî, roj hat, xwelîsero, mînder, bêbavî, rêhevalok, çilaqil. “Tu Hemza yî” çîroka bûk û xwesiyê ye. (Rûpel; 13-19).“Roj hat” çîroka mirina bêyî hemd a bav û lawê wî ye. (Rûpel; 21-25). “Xwelîsero” çîroka xweha bî û lawê wê ye. (Rûpel; 27-34). “Mînder” çîroka dayikekê û zarokên wê ye. (Rûpel; 35-41). “Bêbavî” çîroka bavekî ye ku bavîtiyê nake. (Rûpel; 43-51). “Rêhevalok” çîroka sê xwendekaran e ku di maleke kirêkirî de bi hev re dimînin. Rûpel;53-60). “Çilaqil” çîroka zewaca keçikên berzewac e ku di stûyê dayikekê mane. (Rûpel; 61-68). Çîrok du cur in. Çîrokên kirin û bûyer li navendê, çîrokên rewş û rastiya karekteran li navendê. Di çîrokên Fîlîkî de hem kirin hem bûyer hem jî rewş û rastiya karekteran li navendekê ne. Bo mînak, di çîroka “tu Hemza yî” de hem rewş û rastiya bûkê tê vegotin, hem jî di dawiya çîrokê de Hemza kî ye, li ku ye, tê vegotin. Bi bûkê re bêbûyerî, hest û rewşa wê hene, kirin û hestên vebêjerî (bûkê) bi hev re tên rave kirin. Bi Hemza re kirin û bûyerek hene; çîrok digihîje lûtkeya (climax) xwe û tîp û dawî û realîteyek derdikeve pêrgî mirov. Fîlîkî, ew awa di çîrokên din de jî bi awayekî serkeftî bi kar aniye.
Fîlîk rewş û derûniya karekteran sêwirandiye û ji bo mirov rave kiriye. Mirov bi şikl û şemala karekteran nizane lê bi zimanê wan çîroka wan dizane û dibîne. Her karekter li gor çîroka xwe diaxive û xwe îfade dike.
Rêzdar Şêxo Fîlîk bi zimanekî herikbar û bi vegotineke ciyawaz çîrokên bedew afirandine. Fîlîk rastiya mirov estetîze kiriye. Xem û kesera bûkekê bi forma Tu Hemza yî, xweziya zarokekî bi Roj hatê re estetîze kiriye. Bi forma xwelîseroyî ‘mirovên din ên xelkê’ estetîze kirine û ku di wê de xweh û bira ji hev û din dûr dikevin. Wî bi mîndera bayê hesreta rojên berê estetîze kiriye. Bi forma bêbaviyê bavitî îdealîze kiriye. Bi rêhevalokî rastiya hevaltiyê, bi çilaqilî aciziya insên estetîze kiriye. Di tabloya çîrokên Fîlîkî de mirov estetîk û îdeayê bi hev re dibîne. Wî di çîrokên xwe de kêmasiya insên estetîze kiriye, xwestiye ku mirov bi pey îdeaya li derveyî dinê bikeve, wê bibîne.
Heft çîrok jî kurt in (short story). Di çîrokên kurt de pirsên wiha derdikevin pêrgî mirov: Bi çîrokên Fîlîk re mirov tev li çîrokan dibe? Belê, mirov dikeve atmosfera çîrokan û tev li wan dibe. Di xwîner de bertekên hisî (dilînî), destkeftiyên şêxsî û şîroveyên xweser derdikevin holê? Belê, di her çîrokê de mirov hest bi hestên vebêjerî dike, êş û jan, hêvî û daxwazên wan parve dike. Herikîna çîrokan bi sê hîman dibe: Kinbûn, têkûzbûn (intensity) û yekbûn. Di çîrokên Fîlîk de ew her sê hîm jî hene, mirov xweş li çîrokan diçe.
Di heft çîrokan de jî vebêjerek heye. Di heft çîrokan de vebêjer bi dor ev in: Di “Tu Hemza yî” de vebêjer bûk e. Di “Roj hat”ê de vebêjer zarokê etar e. Di “xwelîsero”yî de vebêjer birayê Elîfê ye. Di “mînder”ê de vebêjer dayika Zêcan û Kenanî ye. Di “bêbavî”yê de vebêjer zarok e. Di “rêhevalok”ê de vebêjer xwendekar e. Di “çilaqil”ê de vebêjer dayika keçikên nezewicî ye. Dem û cih û karekteran çîrokan nêzî hev û din in. Bo mînak, hem di çîroka ‘mînder’ê de hem jî di ya ‘rêhevalok’ de heye. Di her çîrokê de vebêjer heye. Vebêjer bi tenê rastiyên girêdayên xwe vedibêjin. Ji çîrokan wate, rastî û dengek derdikeve.
Fîlîk bi şêwaza xwe, bi awayekî nû çîrokên xwe nivîsîne û di karê xwe de serkeftî ye. Li gorî rastiya xwe çîrokên xwe afirandine. Mirov rastiya wî dibîne. Wî ji hest û ramanên xwe mirêkek çêkiriye û mirêk daye ser civakê. Çî dîtiye ew vegotiye. Objektîv tevgeriyaye. Karekter li gor civakekê ku tê de ne, diaxivin û tevdigerin. Şêwaza Fîlîk di vir de derdikeve holê. Di mirêka wî de her karekter çîroka xwe vedibêje.
Zimanê heft çîrokên Fîlîk fîktîv (fictional language)e. Çîrokan zimanê xwe afirandiye. Ew hem ji zimên hem ji vegotinê re serwext e.
Bêbavî sala 2015an ji Weşanên Avestayê derketiye. Karê edîtoriyê Adullah Keskin, yê dîzayna bergê Ahmet Nacî Firat, yê bergê Azad Akturk kiriye. Çîroknûs jî, weşanxaneyê jî karê xwe baş kiriye.


