Di jiyanê de her mirov dixwaze bi ser bikeve. Xewn û xeyalên her mirovî hene. Her kes li pey xewn û xeyalên xwe ketiye. Hin kes xeyalên xwe ava dikin û bi ser dikevin û li keyfa xwe dinêrin. Hin kes bi ser nakevin û ew kes jî tenê di xewn û xeyalên xwe de dijîn.
Li welatê me serkeftîbûna zarokan tenê bi dersên mektebê tê pîvan. Mezin di vir de gelekî şaş in. Serkeftîbûn tenê ne bi dersên mektebê tê pîvandin. Dersên mektebê ji gelek serkeftîbûnan tenê yek e.
Ma meriv dikare ji kesekî ku nizane bi voleybolê bilîzê re bêje neserkeftî ye? Na, meriv nikare bêje. Tenê ew kes di voleybolê de ne serkeftî ye lê dibe ku ew kes di muzîkê de an jî di avjeniyê de serkeftî be. Lewma divê em mezin ji bo serkeftîbûnê an jî neserkeftîbûnê tenê li gorî qistasekê neçin.
Gelek caran kesên li mektebê serkeftî di jiyanê de serkeftî nabin. Karsazên niha hema bêje bi piranî mekteb nexwendine an jî yên xwendine heta dibistana navîn xwendina xwe dewam kirine û pişt re dev ji mektebê berdane. Lewma dibe ku hin însan di hin aliyan de ne serkeftî bin lê di hin aliyên din de heger hûn derfetê bidin wan dê bi ser bikevin.
Li gorî Howard Gardner 8 heb cureyên jîrekiyê hene. Mezin divê van her 8 heba bizanibin. Divê dê û bav zarokên xwe bişopînin û guhê xwe bidin wan. Divê dê û bav bizanibin zarok bêhtir nêzî kîjan cureyê jîrekiyê ne. Heger neyê famkirin hûn dikarin ji kesên profesyonel alîkariyê bixwazin. Li gorî encama testa jîrektiya zarokan hûn dikarin li ser wan bisekinin û wê jîrektiyê bêhtir bi pêş bixin.
Xewn û xeyalên xwe li zarokên xwe bar nekin. Bihêlin bila zarok li gorî dilê xwe û li gorî kesayetiya xwe ji xwe re xewn û xeyalan ava bikin. Tenê dema xwestin ji wan re bibin alîkar wekî din ji rêya zarokên xwe derkevin. Derkevin da ew bi keda xwe li pey xewn û xeyalên xwe bikevin. Bila bi ser bikevin, bila xewn û xeyalên xwe ava bikin.
Ked û serkeftin mijareke sereke ya sînemayê ye. Li ser vê yekê gelek fîlm hatine kişandin. Hemû fîlmên li ser vê mijarê hatine kişandin piranî dişibin hev. Lehengê fîlm ji xwe re armancekê derdixe pêş û dixwaze xwe bighîne wê armancê. Ji bo armanca xwe heta jê tê dixebite û di dawiya fîlm de leheng dighîje armanca xwe. Fîlm ji me re rêya serkeftinê eşkere dikin. A pêşî armanc (xewn û xeyal) e, ya duduyan program e, ya sêyan ked û xebat e û ya çaran li pey wan her sêyan tê û ew jî serkeftin e.
Fîlm: Steve Jobs (2016)
Steve Jobs, yek ji avakarê fîrmaya Apple Computer Inc. ye. Demek dirêj CEOtiya Apple kir. Yek ji avakarê kompûterê ye. Yê Apple Iphone dîzayn kirî dîsa ew e.
Emrekî têr û tije jiya. Leqayî gelek zehmetî û neheqiya hat lê ti carî gavek bi paş ve neavêt. Tim ji bo dahatûyê gav avêt û guh neda gotinên beredayî. Bi saya keda destê xwe xewn û xeyalên xwe ava kir û bi ser ket. Ev fîlm jî behsa jiyana wî dike.
Fîlmên tewsiye:
| Nav | -Derhêner
-Çêker |
Senarîst | -Lîstikvan
-Dengvan |
Sal | -Wext
-Beş |
Temen |
| The Intern | Nancy Meyers | Nancy Meyers | Robert De Niro, Anne Hathaway… | 2015 | 2 s.
21 d. |
|
| Steve Jobs | Danny Boyle | Walter Isaacson | Michael Fassbender, Kate Winslet… | 2016 | 2 s.
15 d. |
|
| Forky Asks a Question: What is Leader? | Bob Peterson | Bob Peterson | Tony Hale, Bonnie Hunt… | 2019 |
4 d. |
|
| Slumdog Millionaire | Danny Boyle… | Vikas Swarup | Dev Patel, Freida Pinto… | 2008 | 2 s. | |
| Cinderella Man | Ron Howard | Akiva Goldsman | Russell Crowe, Renée Zellweger | 2005 | 2 s.
24 d. |
|
| The Imitation Game | Morten Tyldum | Andrew Hodges | Benedict Cumberbatch, Keira Knightley… | 2014 | 1 s.
54 d. |
|
| Gandhi | Richard Attenborough | John Briley | Ben Kingsley, Roshan Seth… | 1982 | 3 s.
11 d. |
|
| The World’s Fastest Indian | Roger Donaldson | Roger Donaldson | Anthony Hopkins, Diane Ladd… | 2005 | 1 s.
27 d. |
|
| The Great Debaters | Denzel Washington | Jeffrey Porro | Denzel Washington, Forest Whitaker… | 2007 | 2 s.
6 d. |
|
| Moneyball | Bennett Miller | Stan Chervin | Brad Pitt, Jonah Hill… | 2011 | 2 s.
13 d. |
|
| A Beautiful Mind | Ron Howard | Sylvia Nasar | Russell Crowe, Ed Harris… | 2001 | 2 s.
15 d |
|
Mulan |
Tony Bancroft… | David Reynolds… | Ming-Na, Lea Salonga… | 1998 | 1 s.
28 d. |


