Hejmara diduyan ya The Raising of Kurds Sibat, 2025 weşîya!
Bi boneya salvegera erdheja 6ê Sibatê ku 2 sal berê li Mereşê çibûbû û dora 10 bajarên li herêmê jê bandordar bûn, me di bergê kovarê de cî da erdhejê.
Ev karesat û êja jê mayî nayê jibîrkirin û divê neyê jibîrkiirn.
The Endezyarê Bilind ê Jeolojîyê Umît Eke li ser erdheja 6ê Sibatê gotarek amadekir.
Vê mehê 2 nivîskar tevli civata me bûn. Derûnnas Brahîm Alûcî li ser Derênnasiya Karesatan nivîsî. Siya Jandar Hunera Hezkirinê nivîsî.
Nivîsa mamoste Konê Reş di hejmara Sibatê de li ser “Rola Jina Kurd Di Civaka Kurdî De” ye.
Salomé Cizrawî çîroka Gul’ê nivîsî. Nivîsên Rûmet Med û Mihyedîn Nahrîn yên vê mehê ji qada sînemayê.
Dilazad Art dîsa bi nivîs û wêneyên xwe bi me re ye. Di hejmara sibatê de helbestek û 2 wêneyên wê cî digrin.
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal pirtûka bi navê Bêbavî Ya Şêxo Fîlîk dide nasîn.


