Hişê mirov an jî hişê kolektif yê civakê di bingehîna xwe de li ser konê erotîzm nevrozan şîn bûye û kok girtiye, ji ber vê yekê jî lêgerîn, xwebûn tim bi aliyekê ve xwe dispêre erotîzmê. Lê mirov dibe vê pirsê jî bipirse? Erotîzim çi ye, di derhişî de çawa dibe xwedî hêz? Ji ber vê yekê jî îro emê têkila çîrokek navdar a rojhelata navîn binerxînin.
HEZAR Û YEK ŞEV
Tê zanîn ku şêhrezad di vê dirêj çîrokê de serê her şevê çîrokekê ji mîr re vedibêje û bi saya serê van çîroka ji mirinê rizgar dibe. Lê mirov dikare wê pirsê jî bipirse; Rizgarbûna ji mirinê, rizgarbûna ji mirinê ye jî?
Dema ku Şêhrezad dest bi çîroka dike haya wê jî bi bine hişê wê nîne, ji ber ku tirsa mirinê bi serê xwe xwedî hêz e, ew hêz jî dema dibe bandorkar ji bo parastinê xwe derûdora xwe diwaran dihûne. Şêhrezad di nav van dubendiyan de destpê dike.
Li hêla milekê mirin heye, li hêlekê jî tirsa Xamtî/Xamatiyê (Jungfraulich/Virgin) heye. Ji ber ku ew baş zane ku di civakê bavser (Feodal) de mirin û xamatî weke hevin, ev parodoks bi hev re girêdayîne. Civaka serdest a ku nirxên wê bi hişê mêr hatiyê avakirinê ji bo Şêhrazadê eşkereye. Binehişê wê di nav van herdu dubendiyan de xwe vedigerîne asta parastinê. ji bo rizgariya xwe, hem ji bo teybetiya xwe ya din jî ji bo cihê xweyê di civakê de serê her şêvê dest bi çîrokekê dike û naqedînê, ji bo rojekê dinê jî bijî û xamatiya xwe biparêze nivco dihêle.
Dê ew tiştekê baş dizane meraq hêzeke gelekê xurt, her çiqas meraqa Mîr bikşîne ser çîrokê, wî bike nav çîrokê wê zêdetir hêzdar be û xamatiya xwe biparêze.
Ji ber ku di vir de Şah mêr û civake. Şêhrezad têkoşereke hember bêminetiya mêrtiyêye.
Her çiqas li wir de şah weke mêrekê hatibe vegotin jî, ew di nav hişê civakê û derûnasiyê de profîlê serdestiyê, dagirêyê ye.
Ji ber ku serdestiya bavseriyê çavbirçî ye, dixwaze hemû hêz ji bo wî serî daynin û ji bo wî hebin.
A teybet ew e ku di vir de xamatî ne tenê erotîzm e, ew dîwarê navbera wîna azad û bindestiyê ye.
Dîsa a ku di wir de bala me dê bikşîne ser xwe, bêhnfirehiya serdestiyê, ew ne bi lez û bez e, ew heya ku dema wê neyê serdestiya xwe dikare bikesîne. Ji ber ku naxwaze serdestiya xwe kurte demekê de pêk bîne
Dê dema ku serdestî gihîşt armanc û mirazê xwe dest bi dagirkeriya xwe dike, bi her awayî wî tişî, tiştê dagirdike. Êdî nahêle jê re cihekê aram bimîne.
KONÊ TÎRÊ
Tirs ew e ku dema bû bandorker li ser keseyeta mirovahiyê, xwe parastina mirov jî li gor wê hêzdar dibe. Ji ber ku tirs di xwazeya mirov de xwedî teybetiyekê ye ( Em li vir behsa tirsonekiyê nakin, tirs û tirsonkî her çiqas bi deng nêzî hevûdu bin jî, wate gelek cûdane).
Ev tirsa ku di hişê şêhrazadê de olan dide, dibe xwedî kesayet û wê ber bi azadiyê ve jî dibe. Ji ber ku tirsa wê û narsîzma Mîr di vir de dibin du mil û bihevûdu re şer dikin, heke ku Şêhrazad tirsa xwe veguhirîne tirsonekiyê Mîr û narsîzma mêr dê bi ser bikeve. Dê di nav tariya şevê de bibe bindest û dilê Mîr û bi hatina sibê re jî bê kuştin.
Di vir de kuştin jî bi du fenomena gerek bê nasîn. Yek ji bo jinê cihê wê yê civakiye
ya duyem jî mirina bi laşiye. Şêhrazad her şev hem ji bo canê xwe hem jî ji bo cihê xwe yê civakê dibe şervan hember Mîr û narsîzma mîr berxwedide. Her ku şev li ser re derbas dibe ew zêdetir ferî gotin û kirina xwe jî. Hiş jê re dibe çepera berxwederiyê.
Tirs û xembariya Şêhrazadê patolojîk e, ji ber ku civaka bavser bi salane bi her awayî jin dagirkirne, tu carî nexwastine jinek azad bijî. Gelek mînavkê vê yekê jî hene. Di dîroka nêz de li gelek welatê rojavayî ( spanya, fransa û almanya) ji bi destê rêveberiya Dêran weke Pîrasêrê dihatin bi nav kirin û cezayên cûr bi cûr ji bo wan hebûn, di nav civaka misliman de jî di roja meya îroyîn de hê bedewame ev serdestiya mêrtiyê. Serdestiya bavseriyê/Feodalîzim her civakê de ji bo berdewamiya xwe fenomanekê hildijbêre.
Di çîroka Şêhrazadê de jî ev xuya ye. Bedewiya jinê (Şêhrazadê), qedir û qîmeta wê ya nav civakê de ji du tiştan pêk tê; yek Bedewiya wê ya laşiyê. A din jî xamatiya wê ye. Ji ber ku xamatî di nav civakê de ji bo keçên xama dibe bê parastin. Dema ku ew ji destê wan çû ew cihê wan jî ji destê wan diçe. Şêhrazad hember tirsa mirinê û hember cihê xwe yê civakê (ev xamatî, qîztî, bakîre) dibe bibe parastvan ji ber ku ew hêza ye hember şer dike xurt.
Bedewiya şêhrazadê di civakê de cihekê serbixwe daye wê, ew jî bo wî cihî berxwederiyeke erotîk lidarxistiye.
EROTÎZİM
Her çiqas civak wê yekê nepejirînin jî ramangeriya erotîzmê ji her ramanî xurtir e, cûdatiya navbera seks û erotîzmê jî ew e ku seks demeke kurt dixwaze, lê erotîzim demeke fireh û xeyalkirinekê dixwaz e. Ji ber ku dema mirov çîrokên hezar û yek şevî dixwîne hêdî hêdî dihêşê xwendevan diherike nav erotẑmekê. Xwandevan jî serê her şevê bi meraq benda çîrokê disekine ku wê vê carê çi be/çi biqewime, û belkî hevşabûneke nû wê li ku/ çawa pêk were. Ji ber ku her şev Şêhrazad keçek xamaye hember mîr. Ew meraqa ku mîr dike navbera dubendiyê xwandekar jî dikevê.
Her çiqas mirov dikeve nav rûpelê çîrokê xuya dibe ku ew çîrok weke eynikê Psiko-patolojîk in.
Dawiya beşa 1.


