Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hunermend»36 Saliya Oxirkirina Mihemed Şêxo û Rola wî di Stran Û Muzîka Kurdî de
Hunermend

36 Saliya Oxirkirina Mihemed Şêxo û Rola wî di Stran Û Muzîka Kurdî de

Konê ReşBy Konê Reş15/03/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye8 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Kêfxweş dibim, ku careke din ez dewla xwe di ava bîra hunermendiya Mihemed Şêxo de dakim û dilê xwendevanên kovara (The Raising of Kurds/ Rabûna Kurdan), bi deng, awaz û gotinên wî, şad û xweş bikim. Nexasim ku di roja 9ê vê Adara 2025an de, 36 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe. Hem jî, bi min xweş e ez wê hevpeyvîna ku mamoste Cemil Oguz, ji berî 15 salan ve, li dor rola Mihemed Şêxo di muzîka Kurdî de bi min re kiriye, ji xwendevanan re dubare bikim.

Mihemed Şêxo; Evê ku mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû. Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere.

Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe, li gor êş û janên gelê kurd ji xwe re dibijartin, bi hev re dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul û xem, kef û şahî de dûr dûr diçin û rehet dibin. Ji ber ku stranên wî akam û bandoreka mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û Evîn.

 

Mezinbûna navê Mihemed Şêxo ji vê yekê tê; ku karîbû du celebên guhdaran peyda bike, yek jê; ewên bi kul û jan in, yên din ewên  bi kêf û şahî ne. Ango Mihemed Şêxo di stranên xwe de, şîn û şadî bi hev re kom dike. Dikarîbû bihêle ku mirovên şîn-şad li yek stranê guhdarî bikin. Di baweriya min de ev yek li bijartina Mihemed Şêxo ji gotinên stranên wî re vedigere. Wî, bi zanebûn gotinên stranên xwe dibijartin. Razî nedibû ku her helbestê bistirîne. Li gor ku ez yek ji kesên nêzîkî wî bûm, gelek helbest jê re dihatin ku bike stran, lê ew razî nedibû. Helbestên ku dibijartin, bi piranî li dor zilana welat, bûyerên welat û evînê digeriyan. Ta ku wî evîn jî, bi welat ve girêdida. Anku li tembûra kul û êşên welatiya dida, xwe ji welatiyên xwe dûr nedikir, bi reşahiya welatiyan re bû û di dîlana wan de diraqisî. Erê. Wî helbestên stranên xwe bi zanebûn dibijartin û helbestên van helbestvanên ku welat ji wan re, evîn bû, hebûn bû û bi bûyerên welatê xwe re dihatin û dixiliyan. De werin em mêzekin bê Mihemed Şêxo helbestên kê kirine stran: Cegerxwîn, Tîrêj, Yûsif Berazî (Bêbihar), Mele Ehmed Namî Omerê Lelê, Sebrî Botanî, Xelefê Zîbarî, Dr. Bedirxan Sindî, Ehmedê Şêx Salih, Kemal Şanbaz, Mustefa Atrûşî, Dr. Feydellah Xiznewî, Taha Xelîl, Mihemed Elî Şakir, Adil Seyfeddîn, Beşîr Çaçan (Şêrên). Belê gelek stranên wî yên din jî hene, ez tênegihiştim bê ji gotinên kêne. Mihemed Şêxo di 20 salan de, dor 114 stranan gotiye, ew stran di gelek kasêtên têvel de belav bûne.

 

Fermo ev in pirsên mamoste Cemil Oguz û bersivên min:

1 – Rola Mihemed Şêxo di nav muzîka kurdî de çi ye?

Rola wî guhertin û pêşxistin bû. Wî jî wek yên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgar kir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir. Erê bi rêka wî jî stran û muzîka kurdî, derbasî qonaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin. Di wî heyamê de ku stran û peyva kurdî ji niha qedexetir bû.

 

2 – Giraniya stranên wî (ji aliyê naverok/gotin û muzîkê ve) çi ye?

 

Di baweriya min de giringiya stranên wî, ku wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989 an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974 an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983 an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989 an de. Ji ber ku ew ji xwe piştrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiriyan, kirin stran. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî ya dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî.

3 – Stranên wî bersiva îro jî didin yan na?

 

Belê didin çawa na! Dema ku hêj ew kêşeya ku Mihemed Şêxo ji bo wê dikir hawar û gazî çareser nebûye. Hej Beko keleme di bavbera Mem û Zînê de. Hêj miradê Siyabend û Xecê bi hev nebûye. Hêj Cegerxwîn xwe nas nekiriye bê kî ye! Hêj Ehmedê Xanî li yekîtiya Kurdan digere. Hêj Feqayê Teyran dûrî ava Dicle dikale. Hêj Mîr Bedirxan di sirgûnê de bi nalenale. Hêj pêdiviya me bi “Ay felek bo te dinalim bo çi Nergiz çilmisî” heye.

4 – Mihemed Şêxo li Rojavayê Kurdistanê li gundekî Qamişloyê hatiye dinê. Parçeyeke din a kurdan bihata dinê dê çi biguheriya? Tesîra wê parçeyê çiqas li ser hebû? Yan jî em di vî warî de dikarin çi bibêjin?

 

Bêguman Mihemed Şêxo xwedî name bû û wek ku diyar e her perçeyekî kurdan taybetmendiyek wê heye.. Binxetê û Qamişlo ji bo wî taybet bûn. Taybetiya wan ku Cegerxwîn û pêşengê strana kurdî a nûjen Aramê Dîkran li Qamişlo bûn û ji Qamişlo destpê kirin. Wek ku diyare Aram bi gotinên Cegerxwîn kirasê strana kurdî a kevin çirand û kirasekî nû lê kir, û wiha bi strana: Şev çû ma tu êdî hew tê lo.. destpê kir.. Seîd Yusif, Mehmûd Ezîz û Mihemed Şêxo dan ser şopa wan. Anku, ez karim bibêjim ku Mihemed Şêxo ji kaniya Cegerxwîn û Aram av vexwar. Di wî heyamî de, ew kanî li perçeyên din nebû. Di gel ku Mihemed Şêxo mêr bû, erê mêr bû ku xwe bi şoreşa Barzaniyê nemir ve gihand û di şoreşê de, helbestên hevalên xwe yên helbestvan û pêşmerge wek Sebrî Botanî, Mustefa Etrûşî û Xelefê Zîbarî kirin stran û gotin. Berî çend rojan Xelefê Zîbarî bi min re axifî, me baş behsa Mihemd Şêxo kir. Kak Cemîl! Xwezî te baweriyên Xelefê Zîbarî jî naskiribana. Ew dostekî Mihemed Şêxo yê kevn e û baş serwextî rojên wî yên şoreşê û penaberiya Îranê ye.

Niha, ew bêjere di Dengê Emerîka, beşê Kurdî de li Waşington.

 

5 – Ji bo xwedîlêderketina navê wî divê çi bê kirin? (Mînak wekî abîde, peyker yan tiştên din) Kurd bi têra xwe wî bibîr tînin yan na?

 

Ta ku em li navdarên xwe nepirsin, li wan bixwedî dernekevin, em pêş nakevin, Mihemed Şêxo navdarekî me ye, pêdiviye em li vî navdarê xwe xwedî derkevin, her sal wî bibîr bînin. Maşellah TVyên me pirr bûne, ku her sal, her TV yek nîv saetê li dor jiyana wî raweste dinya xera nabe! Ez ji dil spasiya wan TV yan dikim, ewên ku wî û kesên wek wî bibîr tînin.

Di vê warê de gazinek mezin ji şaredariya bajarê Nisêbînê dikim, ku ta roja îro hêj Mihemed Şêxo bibîr neanîne. Çima Nisêbînê? Ji ber ku Qamişlo û Nisêbînê du bajarên cêwî ne, xelkên herdu bajaran ji hemû bajarên kurdan bêtir ji kaniya hunermendiya Mihemed Şêxo vexwarine! Û wek ku hûn tev dizanin rewşa Qamişlo awarte ye. Di van salên dawî de çûna ser gora wî, di roja mirina wî de bûye qedexe. Belê derfetên bîranîna wî li Nisêbînê pir hêsane û ferz dibînim.

Bi vê helketê, ez doza danîna peykerekî Mihemed Şêxo di navtarek Nisêbînê de dikim, bihêvîme ku şaredariya Nisêbînê vê daxwaza min bi cî bîne. Ev daxwaz ne a min tenê ye, a pirraniya cemawerê kurd e. Hem jî ku navê wî li ser dibistanekê bê danîn. Her wiha bihêvîme ji şaredarên bajarên Bakur û hikumeta herêma Kurdistanê ku navê Mihemed Şêxo û kesên wek wî, di ser dibistan, peymangeh, navtar û kolanan re bilind bibe û her wiha hol bi navê wan di zankoyan de bêne bi nav kirin.

 

 

3 Hûnermend Konê Reş Mihemed Şêxo Mûzîka Kurdî Stranbêj The Raising of Kurds 3
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.