Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor 3
Giştî

Nameya Edîtor 3

EditorBy Editor15/03/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Îsal meha remezanê kete ser meha yekem a biharê. Bi milyaran misilman li seranserê cîhanê vê mehê rojî digrin. Li gor baweriya dînê îslamê ev meheke pîroz e û Qurana Pîroz di nava vê mehê de hatiye xwarê. Bawermend vê mehê bi rojî¨nimêj û îbadetê derbas dikin. Di nava civaka me Kurdan de jî baweriya ku herî zêde xelk pê emel dikin Îslame e. Wekî hemî civakên misilman, di civake me jî çandeke remezanê heye. Bi boneya vê meha pîroz me di bergê hejmara Adarê de cî da meha Remezanê.

Nivîskar Dilazad Art li ser vê mijarê gotarek amade kir: Di Çanda Kurdî Meha Remezanê. Binêrin ka di nava kurdan de rojî û remezan çawa derbas dibe? Di çanda kurdî de rojên taybet û eyd çawa tên pîrozkirin?

Nivîskarê me Konê Reş vê mehê ji bo hunermendê Gewre Mihemed Şêxo bîne bîra me rahişt pênûsa xwe: 36 Saliya Oxirkirina Mihemed Şêxo û Rola Wî di Stran Û Muzîka Kurdî de.

Di hejmara Adarê de nivîskarekî nû yê ciwan bi me re ye. Ozan Serhedî derheqê şahê dengbêjan Şakiro de gotarek pêş keş kir: Analîzek Li Ser Kilama Ez Gune Me (Dosto) ya Şakiro.

Nivîskar Salomé Cizrawî ji nava kûrahiyên mîtolojiya Yunan ji me re çîrokek din derxist. Ev çîrok meriv derdixe rewîtiyek di nava mîtolojiyê û astrolojiyê de:  Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk.

Nivîskar Siya Jandar jî vê mehê di nava Demê de derdikeve rêwitiyeke psîkolojîk. Sernavê nivîsa wî Panoramaya Demê ye û di vê hejmarê de beşa yekem a gotara wî cî dih digre.

Nivîskar Mihyedîn Nahrîn wek berdewamiya rêzenivîsên rola sînemayê de vê carê mijara ol û baweriyan derxistiye pêş: Di Fêrbûna Xweda, Ol û Baweriyê de Rola Sînemayê.

Di dîroka me kurdan de gelek karesat, zil û zordarî li ser me hatine. Derûnnas Brahîm Alûcî jî li ser vê psîkolojîyê gotareke xweş amade kiriye: Şîn Û Trawmaya Kurd Û Kurdistanê Û Çareseriya Rasteqîn. Ji berku mesele girîng e û nivîs dirêj bû, me gotar kir 2 beş. Di kovara vê mehê de beşa yekem cî digre.

Hunermendê serkeftî Hogir Ar li Koln a Almanyayê amadehiya pêşangehekê xwe dike. Navê pêşangehê Gotina Dawîn Ya Dayîka Min e. Pêşangeh di 22ê Adarê wê dest pê bike û heya 26ê Nîsanê dikare bê ziyaret kirin. Li ser naveroka pêşangehê û çîroka hunermend gotareke amadekarên pêşangehê di vê hejmara me de cî digre.

Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskar Faîk Ocal ji me re Pirtûka Kewên Birçî ya Îsmaîl Dîndar hazir kiriye. Ev pirtûka çîrokan ji 16 çîrokan pêk tê.

Ji xeynî vê pirtûkê, me jî pirtûkekê ku nû derketiye ya nivîskar Mîran Ehmed ji bo danasînê bijart: Hilma Te Ji Qirika Min Tê. Pirtûk ji 35 helbestan pêk tê.

Kovara Adarê bi beşa Fotoşirove diqede. Wênegir Dilazad Art ji me 2 wêneyên xwe rê kirin.

Wêneya yekem: Gundê Kelehkê

Wêneya duyem: Xalîçeya Destan (Motîfên Hunera Kurdî)

The Raising of Kurds Adar 2025, bi naverokeke tije li ber destê we ye. Jê nemînin. Bixwînin û parve bikin û bidin xwendin.

3 Editorya Ji Edîtor Name Nameya Edîtor
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.