Welatê Min

Ji aliyê Dilazad ART – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Têr nevexwar ji çem û kaniyê te
Têr nebûm ji deşt û zozanê te
Têr negeriyam li birc û kelatê te
Li xerîb û xurbêtê ez mam bê te

Welatê min tu Mehabad û Amedî
Çiyayê bilind Sipan û Araratî
Xûşxûşa çemê Dijle û Firatî
Seydayê gelê me Mela û Teyranî
Strana evîna me Mem û Zînî

Welatê min tu Hewler û Qamişlo
Çiyayê bilind Bagok û Zagrosî
Dengvedana Zap û Munzurî
Seydayê gel Xanî û Cegerxwînî
Evîna me Siyabend û Xecêyî

Xwezî şabûba me li ser sînga te
Raketibane li ser xanî û banê te
Diyarî mabana ramusanên te
Bicihbûbana mirazê min û te

Welatê min tu Mehabad û Amedî
Çiyayê bilind Sipan û Araratî
Xûşxûşa çemê Dijle û Firatî
Seydayê gelê me Mela û Teyranî
Strana evîna me Mem û Zînî

Welatê min tu Hewler û Qamişlo
Çiyayê bilind Bagok û Zagrosî
Dengvedana Zap û Munzurî
Seydayê gel Xanî û Cegerxwînî
Evîna me Siyabend û Xecêyî

Adar 2025

Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024, TigrisSophia û Kültür Atlası de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Heta niha 58 pirtûk weşandine. (1ê Gûlan 2026)