Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Çîrok»Danasîna Zeviya Ramûsanê ya Tekin Çifçi
Çîrok

Danasîna Zeviya Ramûsanê ya Tekin Çifçi

Faîk OcalBy Faîk Ocal25/04/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di pirtûkê de 18 çîrok hene. Bi kurtasî nav û mijara çîrokan wiha ye. Pereyên Ser Şekir: Ji bo şekirê çayê bistîne Eşxan, Hisênê kurê xwe dişîne dikanê…Payîza Paşîn: Hîn efûya Rizgar bi wî nagihîje di girtîgehê de dimire. Biniyê Sêlê: Çîroka du eşîrên Semsûrê (Reşî û Kewî) tê vegotin. Elê û Meyro: Temahiya Hecî Meyro tê vegotin. Sosin: Çîroka evîna Sosinê ya bi êş e. Rêwî: Mamoste diçe Mêrdînê û ew “li xewna xwe, li keçikê û lawikê bi guhar” difikire. Zeviya Ramûsanê: Çîroka Hisênê Piçûk û Biharê ye. Bareş: Çîroka Sofî Selîm û hespê wî Bareş e. Mêvanê Şevê: Çîroka Marê Cûn e. Kilama Dawî: Çîroka Nûrê û Sofî Sebrî ye. Sofî ji zû ve miriye, keça wan Şaxê diçe dîtina dayika xwe. Pêxwas: Vebêjer ‘wekî ku di nav kûçeyên Amedê yên teng û xalî de bimeşe rêzikan dixwîne û dimeşe.’ Xanê: Bavê Xanê Îsmaîl ji ber deynên xwe nizane çi bike. Mihemedê Tefecî tê mala Îso, dibêje: “Lê ez dizanim keçeke te di mal de ye, heger ku tu jî bibêjî erê…” (Rûpel; 67). Lê belê Xanê bersivekê tund dide wî. Dargul: Çîroka Gula Hesikê û Miradê Mistoyê Evdî ye. Gulê “Ji bo van ramanên îro ku ketibûn dilê wê, nalet li şeytên anî û tobe kir.” (Rûpel; 75). Zîlan: Du keçikên Gulşen û Remezanî hene. Zîlan a heft salî û Şîlana şeş salî. Çîroknûsî çîroka komkujiya Parka Koşuyoluyê vedibêje. Hebû Tunebû: Çîroka jinikê ye ku xwe dikuje, helbestî ye, deh rist in. Hewî: Siltana 31 salî û dayika heft zarokan xwe dikuje. Qismet: Çîroka Dilberê û mêrikê ku “qama wî bihost û nîvek” e. Selîm û Silêman: Sêlîm û Silêman du bira ne. Sêlîm cerdevan e, Silêman serokê partiyê û encûmenê şaredariyê ye.

Çîrok him yekrengî him jî yekdengî ne. Lewma deng û awaza çîrokên Tekin Çifçi nîn e. Temaya çîrokan heye lê belê temayeke bê deng û bê reng. Deng û awaza çîrokan di şevbuhêrkên demên berê de asê bûne. Bo mînak, mirov çîroka Zîlanê (komkujiya Parka Koşuyoluyê) bi deng û awazeke nû û nûjen ne dibihîze ne jî dibîne.

Çifçi çîrokên xwe mîna çîrokbêjekî demên berê vedibêje. Karekter bi bûyeran xuya dikin lê belê bûyer bê teknîk hatine vegotin û bê pergal hatine sazkirin. Ji ber wê yekê çîroknûsî nekariye peyamên çîrokên xwe bi rêk û pêk binimîne, ji bo mirov rave bike. Ferqa çîrokbêjî û çîroknûsiyê ji hev, ev e: Çîrokbêj bûyerên berê neqil dike, zêde tiştekî ji xwe nake ser. Çi dîtibe û bihîstibe wê vedibêje. Lê çîroknûs ne wisa ye. Çîroknûs ji nû ve diafirîne û tiştên nû dinimîne, ji bo mirov rave dike. Di çîrokbêjiyê zewqa vegotinê heye, di çîroknûsiyê de şehweta kela can serdest (climax) e. Lewre çîrokên Çiftçiyî mînakên çîroknûsiyê ne.

Çîroknûsî rewşa karekteran bi bûyeran sêwirandiye û teswîr kiriye. Di pirtûkê de ji sala 2002an heta sala 2014an gelek çîrokên ji hev cuda hene. Hinek çîrok berê di Nûbihar, Çirûsk, Kevan û Nûzayê de ku kovar in, hatine weşandin. Çîrokên gelek kurt jî hene (Payîza Paşîn, Qismet) çîrokên helbestî jî hene (Hebû û Tunebû). Çîrokên pirtûkê berbelav in, yanî li gorî mijareke nehatine berhevkirin yan jî nivîsandin. Ji wê boneyê mirov nikare sêwirandin û teswîrkirineke bi rêk û pêk bike.

Zimanê Tekin Çifçiyî dewlemend e lê belê wî hemû derfetên zimanê kurdî bi kar neaniye. Ziman û rêziman xwerû kurdî ye. Ji bo bidestveanîna şêweyeke xweser ziman hîmek e, hîmên din jî teknîk û vegotin in. Ji çîrokên Çiftçiyî teknîk û vegotin kêm in. Lewma nekariye bibe xwedan şêweyeke xweser (aîdê xwe).

Çîrokên Tekîn Çifçiyî di navbera çîrok (îng. tale, tirkî masal) û çîrokê de (îng. story, tirkî oyku ) asê mane. Zimanê çîrokan nûjen e lê belê vegotin kevneşopî ye (îng.traditional, tirkî geleneksel).

Zeviya Ramûsanê sala 2016an ji Weşanên Nûbiharê derketiye. Karê edîtorî û mîzanpajê Huseyn Şemrex kiriye. Çîroknûs û weşanxaneyê karê xwe baş kiriye. Li dawiya pirtûkê ferhengokek heye.

 

 

 

Pirtûkên kurdî pirtûknasîn Tekin çiftçi The Raising of Kurds 4 Zeviya Ramûsanê
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.