Silav xwînerên delal.
Bi boneya amadebûna hejmara 4an ango meha Nîsanê ez vê nameyê ji we re dinivîsînim. Kovara me, The Raising of Kurds, di vê hejmarê de ji bo bergê xwe Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku bi kurtî wek LKFF tê zanîn, bijart.
Piştî navbereke bi qasî 2 sal û nîv li Londonê dîsa festîvala fîlmên kurdî tê li dar xistin. Festîval di 25ê Nîsanê de bi bernameyeke taybet a galayê dest pê kir. Fîlma derhêner Hîşam Zaman a binavê A Happy Day di galaya vekirina festîvalê de hat nîşandan. Beriya nîşandana fîlmê resepsiyonek taybet hebû. Dora 150 mêvanên taybet hatin vexwendin ku di nav wan de şaredar û siyasetmedarên vî welatî û nûnerê BFI (Endûstriya fîlman a Brîtanyayê) jî hebûn. Di şevê de mûzîkjenê koma Lawje Ali Tekbaş jî konserek piçûk da û bi stranên xwe dilê mêvana geş kir. Me digel hev-dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk hevpeyvînek çêkir. Brêz Stêrk got wan xwestiye ku di vê festîvalê de hesta hezkirinê, şahiyê û vegera malê derxin pêş. Û got vê yekê bi govendê dikarin bikin. Loma jî fetîvala îsal bi motta ya “dîsa goven” li dar dikeve û herwiha di postera festîvalê de jî hûnermend Sonia Ahmed ev govend nexişandiye. Me sohbetek gelek xweş kir. Hemû agayiyên din hûnê di hevpeyvîna me de bibînin.
Nivîskarê me Konê Reş vê mehê li ser derherê nemir û gewre Yilmaz Guney nivîsand. Mamoste Konê Reş wek sînemakrê bindestan Guney pênase dike û gala hatina malbata Yilmaz Guney li Rojava dike. Binêrin gelo kengî û çawa rêya wan bi binxetê ve ketiye.
Nivîskar Rûmet Med nivîseke Li Ser Peresana Zimanan, Mijarên Ragihandin û Diyalektîkê amade kir.
Di hejmara berê de me beşa yekem a nîvîsa Brahîm Alûcî “Şîn û Trawmaya Kurd Û Kurdistanê û Çareseriya Rasteqîn” parve kiribû. Vê mehê beşa duduyan a vê nivîsê “Pêwajoya Çareseriya Trawmayê” em diweşînin.
Salomé Cizrawî vê mehê jî ji me re ji mîtolojiyê çîrokek bi entrîka amade kir: Çîroka Mîtolojîk A Pîrepindê. Binêrin ka di vê çîrokê de entrîkayên çawa hene û Athena çima Arakhneyê vediguherîne pîrepindê.
Digikurd piştî navberekê dîsa bi gotereke li ser fezayê digel meye. Nivîskarê me gotîn anî ser niqaşeke bi salan û dîsa dipirse: Sovyet an Amerîka? Gelo Kîjan Dewletê Ewil Pê li Heyvê Kir?
Di beşa danasîna pirtûkan de nivîskarê me ji bo vê hejmarê pirtûka Zeviya Ramûsanê ya Tekin Çifçi bijart. Ev pirtûka çîrokan e û tê de 18 çîrok hene. Zeviya Ramûsanê sala 2016an ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Di kovara Nîsanê de helbest jî heye. Nivîskar û helbestvan Dilazad ART bi me helbesta xwe ya bi navê “Welatê Min” parve kir.
kovara me di vê hejmarê de bi beşa Fotoşirove bi dawî dibe. Wênergir Dilazad ART ji arşîva xwe ji me re 2 wêneyên xwe şandin. Nav û mijara wêneyan wisa ne:
Wêneya yekem: Jiyan û Dem
Wêneya duyem: Pira Malabadê û Roj
Hejmara 4an a The Raising of Kurds dîsa bi naverokeke rengîn li ber destê we ye. Hûn dikarin hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê li ser malpera me (theraisingofkurds.com) bixwînin. Herwiha, ev hejmar û hemû hejmarên din wek PDF li malpera me amade yeç Hûn dikarin daxînin telefon û kompîtera xwe.
Bi me re bin, bi kurdî re bin.


