Bavê Te Nikarîbû

Ji aliyê Dilazad ART – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Em in bahoz û ba
Pêt û agirê êtûnê
Em in kesên şerê giran
Em in rengê jiyanê
Em in ala azadî
Derguşa şaristanî

Hoooo were meydanê
Were şer û pevçûnê
Li çiya û li deşta
Li gund û bajaran
Em in baz û şêr
We go emê we têk bibin
Oxlim, bave te nikarîbû
Oxlim, bave te nikarîbû.
Oxlim, bavê te nikarîbû

Hoooo were meydanê
Were şer û pevçûnê
Li çiya û li deşta
Li gund û bajaran
Em in baz û şêr
We go emê we têk bibin
Oxlim, bave te nikarîbû
Oxlim, bave te nikarîbû.
Oxlim, bavê te nikarîbû

We em kuştin
Dane ber talanê
Darê zeytûna rakirin
Kevok xistin zîndanê
Bi Enfal û Helepçe
Li çiyayê Kurdistanê

Hoooo were meydanê
Were şer û pevçûnê
Li çiya û li deşta
Li gund û bajaran
Em in baz û şêr
We go emê we tunebikin
Oxlim, bave te nikarîbû
Oxlim, bave te nikarîbû.
Oxlim, bavê te nikarîbû

Hoooo were meydanê
Were şer û pevçûnê
Li çiya û li deşta
Li gund û bajaran
Em in baz û şêr
We go emê we tunebikin
Oxlim, bave te nikarîbû
Oxlim, bave te nikarîbû.
Oxlim, bavê te nikarîbû

 

Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024, TigrisSophia û Kültür Atlası de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Heta niha 58 pirtûk weşandine. (1ê Gûlan 2026)