Daristana Amazonê mezintirîn daristana baranavî ya dinyayê ye ku li Rojhilatê Amerîkaya Başûr cih digire. Ev daristan di nav daristanên tropical de ya herî mezin e. Bi qada nêzîkî 5.5 milyon kîlomîtro çargoşe, Amazon ne tenê wekî daristanek tê nasîn, lê wekî çavkaniyeke stratejîk a ekolojî û kişwer jî tê binavkirin.
Ev daristan bi qasî parzemînekê mezin e û li ser xwe 9 welatên cuda dihewîne. Brazîl, Perû, Kolombiya, Venezûela, Ekwador, Bolîvya, Surîam Guîne û Guîneya Fransayê ew welat in. Daristan zêdetirî ji 60î li ser Brazîlê ye.
Li ser daristana baranavî bi milyonan cure hene. Tê zanîn 2,5 milyon cureyên kêzik û kurm, zêdetirî 430 cureyên guhandar û 2 hezarî zêdetir cureyên çûkan hene. Ligel wê gelek cureyên endemîk jî hene û piraniya wan heywanan tenê li wê daristana azîmet dijîn.
AMAZON XWEDÎ ÇANDÊN CUDA YE
Li ser Amazonê bi sedan tîreyên cuda hene. Her tîre û malbatên mezin bi zimanên cuda diaxivin. Gelek tîre haya xwe ji dinyayê tune û ji bilî kesên ji eşîra xwe derve kesek nedîtine. Lêkolîner 5 sal berê di dema Covid-19ê de gelek ditirsiyan ku nexweşî li wan deran belav bibe. Ji bo ku mirovên îroyî xwedî îmûneke baş in nexweşiyê zû derbas dikin, lêbelê heman tişt ji bo tîreyên Amazonê nabe ji ber ku berê de rastî nexweşiyeke pandemîk neketine û dibe ku bi şewbeyeke biçûk jî bimirin.
Amazon wek parzemîna oksîjenê jî tê zanîn. Çimkî ji sedî 20ê oksîjena ji wir derdikeve. Ku amazon nebûya îro li dinyayê kişwer bi rengekî cudatir bû.
ÇAVBIRÇÎTÎ TEMENÊ WÊ KURT DIKE
Lê di salên dawî de talûkeya li ser vê daristanê zêde dibe. Çimkî her sal bi qasê 10 hezar kîlomîtro çargoşe dar tê jêkirin. Ev yek hêdî hêdî dawiya daristanê tîne. Bi birîna daran li hin deverên Amazonê baran nabare û kişwer diguhere ku ew metirsiya herî mezin bû.
Amazon îro ne tenê meseleyeke herêmî ye, îro tişta ku were serê wê daristanê dibe ku tesîr li hemû dinyayê jî bike. Di salên dawî de qanûnên ji bo parastina daristana baranavî zêde dibin. Ku mirovahî karibe wê daristanê biparêze wê gavên ku wek li dijî ozonê hatibûn avêtin heman gav dikare Amazonê jî xilas bike.
Ji ber ku Amazon bi qasî qeşa û berfa li Antartîkayê ji bo dinyayê girîng e.


