Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»Nasname (Identity)
Dîrok

Nasname (Identity)

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî14/05/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye14 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Nasname, di qada zanistên civakî de yek ji têgehên herî giring û tevlihev e ku ji aliyê gelek disiplînên cuda yên weke felsefe, derûnî, civaknasî, antropolojî û zanistên siyasî ve tê lêkolînkirin. Ev têgeh ji bo têgihiştin û fêmkirina çawaniya geşedana takekesan û civakan xwedî watedariyeke mezin e (Erikson, 1968; Tajfel & Turner, 1979). Di vê nivîsa de em ê li ser têgeha nasnameyê rawestin, dîroka wê ya bîrdozî binirxînin, cureyên wê yên cuda dahûrîn in û bandora wê ya li ser mirov û civakê vekolînin.

Dîroka Têgeha Nasnameyê

Herçiqasî têgeha nasnameyê di forma xwe ya nûjen de di sedsala 20an de derketibe pêş jî, kokên wê heta felsefa kevnare diçin. Di felsefa Yewnanî ya kevn de, pirsên li ser xwe û hebûnê ku bi nasnameyê ve têkildar in, ji aliyê fîlozofên weke Sokrates, Platon û Arîsto ve hatine nîqaş kirin. Ev nîqaşên destpêkê bûne bingeha fêmkirina nasnameyê di dîroka felsefeyê de.

Di serdema nûjen de, fîlozofê Îngilîz John Locke di kitêba xwe ya bi navê “Ceribandinek li ser Fêmkirina Mirovî” (An Essay Concerning Human Understanding) (1689) de nîqaşeke giring li ser nasnameyê meşandiye. Locke têgeha “nasnameyê” bi berdewamiya hişmendiyê ve girê daye û ev yek bûye bingeha gelek nîqaşên paşîn li ser vê mijarê. Ev nêrîna Locke, bi taybetî di warê felsefî de, bandoreke mezin li ser têgihiştina nasnameyê kiriye.

Lêbelê, geşedana herî watedar a di warê têgeha nasnameyê de di sedsala 20an de pêk hatiye. Bi taybetî, di warê derûnnasiyê de xebatên Erik Erikson û di warê civaknasiyê de xebatên George Herbert Mead roleke sereke lîstine di geşkirina vê têgehê de (Mead, 1934; Erikson, 1968). Van zanyaran bi perspektîfên xwe yên cuda, têgeha nasnameyê ji aliyê geşedana takekesî û civakî ve vekolane û ev yek bûye bingeha lêkolînên nûjen ên li ser nasnameyê.

Pênaseya Nasnameyê

Nasname, di wateya xwe ya herî giştî de, tê wateya taybetmendiyên ku takekesekî an komekê ji yên-din vediqetîne. Lêbelê, ev pênaseyeke pir sade ye ji bo têgeheke ewqasî piralî û tevlihev. Di rastiyê de, nasname têgeheke piralî ye ku ji hêmanên cuda pêk tê:

  1. Hêmanên Takekesane (Personal Elements): Ev  taybetmendiyên şexsî yên weke nirx, bawerî, serpêhatî û helwestên takekesekî ne. Ev hêman di avakirina nasnameyê de roleke bingehîn dilîzin û bi ezmûn û serpêhatiyên takekesî ve têkildar in.
  2. Hêmanên Civakî (Social Elements): Ev nasnameyên ku ji endametiya komên cuda tên, weke malbat, etnîsîte, çîn, pîşe û hwd in. Ev hêman destnîşan dikin ka mirov xwe di kîjan komên civakî de dibînin û çawa têkilî bi van koman re datînin.
  3. Hêmanên Çandî (Cultural Elements): Ev hêmanên ku bi çand, ziman, dîn û kevneşopiyên ku mirov jê tên ve girêdayî ne. Ev hêman di avakirina nasnameyê de roleke sereke dilîzin, bi taybetî di civakên pirçandî de.
  4. Hêmanên Dîrokî (Historical Elements): Ev  bandora rûdanên dîrokî û ezmûn û serpêhatiyên hevpar (kolektîf) li ser nasnameyê nin. Dîrok û bîranînên hevpar dikarin bandoreke mezin li ser nasnameyên takekesî û komî bikin.
  5. Hêmanên Fîzîkî (Physical Elements): Ev  taybetmendiyên fîzîkî yên weke reng, zayend, temen û hwd in. Herçiqasî ev hêman ne tenê hêmanên diyarker bin jî, dikarin bandorê li ser geşedana nasnameyê bikin.

Nasname pêvajoyeke şîkarî û dînamîk e ku di nav demê de dikare vebiguhere û ji hêmanên cuda pêk were. Ew hem ji hêla takekesan ve tê çêkirin û hem jî ji hêla civakê ve tê dayîn. Ev prosesa dualî ya avakirina nasnameyê ji aliyê civaknasê navdar Peter L. Berger û Thomas Luckmann ve di kitêba wan a bi navê “Rastiya Avakirina Civakî” (The Social Construction of Reality) (1966) de hatiye ravekirin. Li gorî wan, nasname di nav têkiliyên civakî de tê avakirin û her tim di nav veguherînê de ye.

Bîrdoziyên Sereke yên Nasnameyê

Di warê bîrdoziyên nasnameyê de, çend nêrînên watedar hene ku ji aliyên cuda ve li mijarê dinêrin:

  1. Bîrdoziya Geşedana Derûnî-Civakî ya Erik Erikson (Erik Erikson’s Theory of Psychosocial Development): Erikson geşedana mirov weke pêvajoyek bi heşt qonaxan pênase kiriye û di her qonaxê de mirov bi qirîz û qeyraneke nasnameyê re rû bi rû dimîne (Erikson, 1968). Li gorî vê bîrdoziyê, geşedana nasnameyê di tevahiya jiyanê de berdewam dike û her qonax xwedî pirsgirêk û erkên xwe yên taybetî ne. Bi taybetî qonaxa nûciwaniyê ji bo geşedana nasnameyê gelekî giring e.
  2. Bîrdoziya Nasnameyê ya George Herbert Mead (George Herbert Mead’s Theory of Identity): Mead li ser geşedana nasnameyê di nav têkiliyên civakî de xebitiye. Li gorî Mead, nasname bi rêya têkiliyên civakî tê avakirin û mirov xwe bi çavê takekesên din dibînin (Mead, 1934). Ev bîrdozî destnîşan dike ku nasname ne tiştekî ji berê ve diyarkirî ye, lê di nav têkiliyên civakî de tê avakirin û veguhertin.
  3. Bîrdoziya Nasnameyê ya Civakî ya Henri Tajfel (Henri Tajfel’s Social Identity Theory): Li gorî vê bîrdoziyê, mirov xwe li gorî komên ku tê de cih digirin pênase dikin û ev yek bandorê li ser helwest û reftar û tevgerên wan dike (Tajfel & Turner, 1979). Ev bîrdozî bi taybetî li ser nasnameyên komî disekine û destnîşan dike ka mirov çawa xwe bi komên xwe ve girêdidin û çawa ev yek bandorê li ser têkiliyên di navbera koman de dike.
  4. Bîrdoziya Performansa Nasnameyê ya Judith Butler (Judith Butler’s Theory of Performative Identity): Li gorî Butler, nasname ne tiştekî sekan (sabît) e, lêbelê bi rêya performansên berdewam tê avakirin (Butler, 1990). Ev bîrdozî bi taybetî di warê nasnameyên zayendî de hatiye geşkirin û destnîşan dike ku nasname ne tiştekî xwezayî ye, lê bi rêya kiryar û tevgerên me tê avakirin.

Cureyên Nasnameyê

Di çarçoveya van bîrdoziyên bingehîn de, gelek cureyên nasnameyê hatine pênase kirin:

  1. Nasnameya Takekesî (Personal Identity): Ev cure nasname bi taybetmendiyên takekesane yên weke nirx, baweriyan û ezmûn û serpêhatiyên takekesekî ve têkildar e. Ev cure nasname, di pêvajoya geşedana kesayetiyê de roleke taybet dilîze.
  2. Nasnameya Civakî (Social Identity): Nasnameya civakî, bi endametiya koman ve girêdayî ye. Mirov xwe li gorî komên ku tê de cih digirin pênase dikin û ev yek bandorê li ser helwest û tevgerên wan dike.
  3. Nasnameya Çandî (Cultural Identity): Nasnameya çandî bi çand, ziman, dîn û kevneşopiyên ku mirov jê tên ve girêdayî ne. Ev cure nasname di pêvajoya cîhanîbûnê de bêhtir giring bûye.
  4. Nasnameya Neteweyî (National Identity): Nasnameya neteweyî bi hestên welatparêziyê û girêdana bi neteweyekê ve têkildar e. Ev cure nasname di pêkhatina dewlet-neteweyan de roleke giring lîstiye.
  5. Nasnameya Zayendî (Gender Identity): Nasnameya zayendî bi çawaniya pênasekirina takekesekî ji aliyê zayendî ve têkildar e. Ev têgeh ji nasname û rolên zayendî yên civakî cuda ye û dikare ji zayenda zindewerî cuda be.
  6. Nasnameya Xweser (Autonomous Identity): Nasnameya xweser bi geşedana kesayetiyeke serbixwe û biryardar ve têkildar e. Ev têgeh di bîrdoziyên perwerdeyî de cihekî watedar digire.
  7. Nasnameya Çîrokî (Narrative Identity): Nasnameya çîrokî ku ji aliyê Dan McAdams ve hatiye geşkirin, bi çawaniya çêkirina çîroka jiyana xwe ji aliyê mirovan ve têkildar e. Li gorî vê bîrdoziyê, mirov bi rêya çîrokan nasnameyên xwe ava dikin.
  8. Nasnameya Hevpar (Collective Identity): Nasnameya hevpar bi hestên hevpar ên endamên komekê ve têkildar e. Ev cure nasname di tevgerên civakî de roleke sereke dilîze.
  9. Nasnameya Eziyê (Ego-identity): Nasnameya eziyê ku ji aliyê Erik Erikson ve hatiye pênase kirin, bi hesta berdewamî û yekbûnê ya takekesekî ve têkildar e.

Her yek ji van cureyên nasnameyê xwedî taybetmendiyên xwe ne û di warên cuda yên jiyanê de xwedî bandor in (Jenkins, 2014).

Aloziya Nasnameyê (Identity Confusion)

Aloziya rolê an nasnameyê ku ji aliyê Erik Erikson ve hatiye pênase kirin, rewşek e ku di wê de mirov di warê nasname û rola xwe de di nav şaşwaziyê de ne. Ev rewş bi taybetî di serdema nûciwaniyê de tê dîtin û dikare bandoreke neyînî li ser geşedana kesayetiyê bike.

Aloziya nasnameyê dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên derûnî û civakî:

  1. Depresyon û Xemgînî: Kesên ku nikarin nasnameyeke xurt ava bikin dikarin bikevin nav depresyonê.
  2. Pirsgirêkên Têkiliyên Civakî: Aloziya nasnameyê dikare bibe sedema zehmetiyên di avakirina têkiliyên xurt de.
  3. Biryarnedayîn: Kesên ku di warê nasnameyê de di nav aloziyê de ne, dikarin di warê biryardayînê de jî pirsgirêkan bijîn.
  4. Hestên Bêwatebûnê: Aloziya nasnameyê dikare bibe sedema hestên bêwatebûnê û valahiyê.
  5. Meyla ji bo Tevgerên Rîskdar: Hin caran, kesên ku di warê nasnameyê de di nav aloziyê de ne, dikarin ber bi tevgerên rîskdar ve biçin da ku nasnameyekê ji xwe re bibînin.

Nasnameyên Onlayn (Online Identities)

Bi geşedana teknolojiyê re, têgeha nasnameyên onlayn derketiye holê. Mirov dikarin di cîhana dîjîtal de nasnameyên cuda biafirînin û ev yek dibe sedema guftûgoyên li ser rastî û sextekariya di nasnameyê de.

Nasnameyên onlayn xwedî taybetmendiyên cuda ne:

  1. Anonîmî: Di cîhana onlayn de, mirov dikarin nasnameyên anonîm biafirînin û ev yek dibe sedema azadiyeke mezintir di xweîfadekirinê de.
  2. Piralîbûn: Mirov dikarin di platformên cuda de nasnameyên cuda biafirînin û bi vî awayî aliyên cuda yên kesayetiya xwe derxînin pêş.
  1. Guherbarî: Nasnameyên onlayn hêsantir tên guhertin û nûjen kirin li gorî nasnameyên di jiyana rastîn de. Ev taybetmendî derfetê dide mirovan ku bi hêsanî xwe bi awayên cuda pêşkêş bikin.
  2. Bandora li ser Jiyana Rasteqîn: Nasnameyên onlayn dikarin bandorê li ser nasnameyên di jiyana rastîn de bikin berovajî. Ev bandora dualî dibe sedem ku sînorên di navbera jiyana rastîn û ya dîjîtal de bêhtir bihelikin.
  3. Pirsgirêkên Ewlehiyê: Nasnameyên onlayn dikarin bibin hedefên diziya nasnameyê û bikaranîna xerab. Ev yek dibe sedema arîşe û pirsgirêkên cidî yên ewlehî û nepenîtiyê.

Lêkolînên li ser nasnameyên onlayn destnîşan dikin ku ev cure nasname dikarin hem derfet û hem jî tehdîdan ji bo geşedana takekesî û civakî pêşkêş bikin (Castells, 2010). Ji aliyekî ve, ew dikarin bibin alîkar di avakirina têkiliyên nû û derbirîna aliyên cuda yên kesayetiyê de. Ji aliyê din ve, ew dikarin bibin sedema kêşe û girîftên weke îzolasyona civakî û windakirina têkiliyên rastîn.

Bandora Nasnameyê li ser Civak û Takekes

Nasname bandoreke mezin li ser helwest, reftar, tevger û biryarên mirovan dike. Ew di heman demê de di avakirina têkiliyên civakî û di şekil û şemalgirtina saziyên civakî de jî roleke giring dilîze.

Bandora li ser Takekesiyê

  1. Xwe-bawermendî: Nasnameyeke xurt dikare bibe sedema xwe-bawermendiyeke mezin. Kesên ku bi nasnameyên xwe re di nav aştiyê de ne, bi giştî di jiyanê de bêhtir aram û serkeftî ne.
  2. Biryardayîn: Nasname bandorê li ser biryarên ku mirov didin dike. Kesên ku xwedî nasnameyeke zelal in, bi giştî biryarên xwe hêsantir didin.
  3. Tendirustiya Derûnî: Nasnameyeke xurt girêdayî saxlemî û tendirustiya derûnî ya baş e. Berovajî wê, aloziya di nasnameyê de dikare bibe sedema nexweşî û pirsgirêkên derûnî.
  4. Pêwendiyên Civakî: Nasname bandorê li ser çawaniya avakirina pêwendiyên civakî dike. Mirov bi giştî bi kesên ku xwedî nasnameyên hevpar in re hêsantir têkiliyê datînin.
  5. Armancên Jiyanê: Nasname bandorê li ser armancên ku mirov ji xwe re datînin dike. Kesên ku xwedî nasnameyeke xurt in, bi giştî armancên zelaltir ji xwe re datînin.

Bandora li ser Civakê

  1. Yekîtiya Civakî: Nasnameyên hevpar dikarin bibin sedema yekîtiya di nav civakê de. Lêbelê, ger bi awayekî tund werin bikaranîn, dikarin bibin sedema veqetandinê jî.
  2. Reftarên Civakî: Gelek tevgerên civakî li dora nasnameyên hevpar tên avakirin. Mînak, tevgerên neteweyî, tevgerên jinê, tevgerên çandî û hwd.
  3. Siyaset: Nasname di siyasetê de roleke taybet dilîze. Gelek partiyên siyasî li ser bingeha nasnameyên cuda tên avakirin û siyaseta nasnameyê di gelek welatan de xwedî cihekî giring e.
  4. Çand: Nasname û çand bi hev re têkildar in. Nasnameyên çandî bandorê li ser geşedana çandê dikin. Berevajiya wê jî xera dike.
  5. Aborî: Nasname dikare bandorê li ser helwestên aborî yên mirovan bike. Mînak, nasnameyên etnîkî dikarin bibin sedema hilbijartinên cuda di warê xerîdariyê de.

Pirsgirêkên Têkildarî Nasnameyê

  1. Şer û Pevçûnên Nasnameyê

Şer û pevçûnên nasnameyî ku di nav koman de li ser bingeha cudahiyên etnîkî, dînî an çandî derdikevin, yek ji pirsgirêkên herî mezin ên serdema me ne. Ev şer û pevçûn di gelek deverên cîhanê de bûne sedema karesatên mezin.

  1. Cudakarî

Cudakarî li ser bingeha nasnameyê (weke nijadperestî, zayendperestî, dînperestî) hîn jî pirsgirêkeke mezin e di gelek civakan de. Ev cudakarî dikare bibe sedema newekheviyên civakî, aborî û siyasî yên kûr.

  1. Qirîz û qeyrana Nasnameyê

Qirîz û qeyrana nasnameyê, bi taybetî di civakên ku di nav pêvajoya nûjenîzasyonê de ne, pirsgirêkeke berbelav e. Gelek kes di navbera nirxên kevneşopî û nûjen de dimînin û nikarin nasnameyeke xurt ava bikin. Ev rewş dikare bibe sedema gelek pirsgirêkên civakî û takekesî.

  1. Bişavtin (Asîmîlasyon)

Bişavtin ku tê wateya windakirina nasnameyeke çandî û qebûlkirina nasnameyeke serdest, ji bo gelek kêmaniyan pirsgirêkeke mezin e. Ev dikare bibe sedema windakirina çand û zimanên kêmaniyan.

  1. Globalizasyon û Nasname

Globalizasyon bandoreke mezin li ser nasnameyên çandî û neteweyî dike. Hin kes vê weke tehdîdek ji bo nasnameyên xwemalî dibînin, lê hin kes jî wek derfetek ji bo nasnameyên nû û pirreng dibînin. Ev mijar hîn jî di nav akademî û siyasetê de mijareke germ e.

Çareseriyên Pêşniyarkirî ji bo Pirsgirêkên Nasnameyî

  1. Perwerdehiya Pirrengiyê: Perwerdehiya ku rêzgirtina li nasnameyên cuda hîn dike, dikare bibe alîkar di kêmkirina aloziyan de. Ev perwerdehî dikare di dibistanan de dest pê bike û heta perwerdehiya mezinbûnê berdewam bike.
  2. Siyasetên Întegrasyonê: Siyasetên ku întegrasyona kêmaniyan teşwîq dikin, lê di heman demê de rêzê li nasnameyên wan digirin, dikarin bibin alîkar di avakirina civakeke aştiyane de. Ev siyaset divê li ser bingeha wekhevî û rêzgirtinê werin avakirin.
  3. Diyaloga Navçandî: Handana diyaloga di navbera komên xwedî nasnameyên cuda de dikare bibe alîkar di kêmkirina pêşdaweriyan de. Derfetên hevnasînê û têkiliya di navbera çandan de dikarin bibin alîkar di avakirina fêmdariyeke hevpar de.
  4. Çarçoveyên dadî/Hiqûqî: Avakirina çarçoveyên hiqûqî yên ku mafên nasnameyî diparêzin dikare bibe alîkar di parastina mafên kêmaniyan de. Ev çarçove divê li ser bingeha mafên mirovan û wekheviyê werin avakirin.
  5. Lêkolînên Akademîk: Berdewamkirina lêkolînên akademîk li ser nasnameyê dikare bibe alîkar di fêmkirina baştir a vê mijarê de û di geşkirina çareseriyên nû de. Ev lêkolîn divê perspektîfên cuda yên dîsîplîner li ber çavan bigirin.

Encam

Nasname têgeheke tevlihev û piralî ye ku di warên cuda yên jiyana mirovan de xwedî bandor e. Ew hem ji aliyê takekesan ve tê avakirin, hem jî ji hêla civakê ve tê şekil û şemal dayîn. Di serdema nûjen de, bi taybetî bi geşedana teknolojiyê û globalizasyonê re, wateyên nû li nasnameyê tên zêdekirin û ev yek dibe sedema veguherînên mezin di civakan de.

Têgihiştina baş a nasnameyê û pirsgirêkên têkildarî wê ji bo avakirina civakeke aştiyane û pirreng gelekî giring e. Ji ber vê yekê, divê lêkolînên li ser vê mijarê berdewam bikin û encamên van lêkolînan di avakirina siyasetên civakî de werin bikaranîn.

Di siberojê de, bi taybetî bi geşedana teknolojiyê re, tê payîn ku wateya nasnameyê û awayên pênasekirina wê dê biguhere û ev yek dê bibe sedema lêkolînên nû di vî warî de. Herwiha, kêşe û pirsgirêkên nû yên têkildarî nasnameyê (weke pirsgirêkên têkildarî nasnameyên dîjîtal) dê derkevin holê û ev yek dê bibe sedema nîqaşên nû di warê exlaqî, civakî û hiqûqî de.

Di dawiyê de, nasname ne tenê mijareke akademîk e, lê di heman demê de mijareke pratîk e ku bandorê li ser jiyana rojane ya her kesî dike. Ji ber vê yekê, fêmkirina baş a vê têgehê û pirsgirêkên têkildarî wê ji bo her kesî giring e, ne tenê ji bo akademîsyen û siyasetmedaran.

Çavkanî

Berger, P. L., & Luckmann, T. (1966). The social construction of reality: A treatise in the sociology of knowledge. Garden City, NY: Doubleday.

Butler, J. (1990). Gender trouble: Feminism and the subversion of identity. New York: Routledge.

Castells, M. (2010). The power of identity (2nd ed.). Wiley-Blackwell.

Erikson, E. H. (1968). Identity: Youth and crisis. New York: Norton.

Giddens, A. (1991). Nûjenity and self-identity: Self and society in the late nûjen age. Stanford University Press.

Hall, S. (1990). Cultural identity and diaspora. In J. Rutherford (Ed.), Identity: Community, culture, difference (pp. 222-237). London: Lawrence & Wishart.

Jenkins, R. (2014). Social identity (4th ed.). Routledge.

McAdams, D. P. (2001). The psychology of life stories. Review of General Psychology, 5(2), 100-122.

Mead, G. H. (1934). Mind, self and society. Chicago: University of Chicago Press.

Tajfel, H., & Turner, J. C. (1979). An integrative theory of intergroup conflict. In W. G. Austin & S. Worchel (Eds.), The social psychology of intergroup relations (pp. 33-47). Monterey, CA: Brooks/Cole

 

Nasname RK HEJMAR 5 the Raising of Kurds 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.