The Raising of Kurds Gulan 2025 weşîya.
Kovara vê mehê di bergê xwe de cî da Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê.
Li Lozana Swîsreyê bi pêşengiya nivîskar Necat Zanyar Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê hate damezrandin. Rêverberiya Enstîtuyê di 4ê vê mehê de bi resepsiyoneke taybet avabûna enstîtuyê ragihand û armanc, misyon û hedefên xwe bi deklarasyonekê gihande hemû Kurdan û miletên din. Avakirina Enstîtuyeke bi vî rengî li bajarê Lozanê gelek girîng e lewra 100 sal berê li wir mafê Kurdan bi peymana Lozanê tune hate hesibandin, axa Kurdan hate dabeşkirin û Kurd bê dewlet hatin hêştin. Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê bi erkeke pîroz rabûye û dixwaze mafê dewletbûna miletê Kurd bîne rojeva cîhanê. Wek malbata kovara The Raising of Kurds em silav li rêveberiya enstîtuyê dikin. Enstîtuya Kurdî ya Lozanê pîroz û serkeftî be. Bi me xweş e ku vê rûdana girîng em jî di bergê kovara xwe de ragihînin. Herwiha me cî da deklerasyona damezrandina enstîtuyê jî.
Nivîskar û babetên nivîsên hejmara 5an wiha ne:
Rengîn Amêdî : Roja Ku Me Kezîyên Xwe Beramber Rêveberên Mêr Ên PKK Kur Kirin
Ozan Serhedî: Gera Bazîdî û Tirba Ehmedê Xanî
Konê Reş: Mele Ehmedê Zivingî, Dîwan û Jiyana Melayê Cizîrî
Mihyedîn Nahrîn: Di Hezkirin û Fêrbûna Şano û Şanogeriyê De Rola Sînemayê.
Brahîm Alûcî: Nasname.
Digikurd: Daristanên Amazonê, Nûneriyekê Strategîk A Gerdûnê Û Ekolojiyê.
Dilazad ART: Bavê Te Nikarîbû! (Helbest)
Faîk Ocal: Danasîna pirtûka Belkî Îşev Binive ya Murat Bayram
Fotoşîrove : Wênegir Dilazad ART
Wêneya yekem: Xerabeyên (Goristanên Kralan) Dara
Wêneya duyem: Zîndana (Sîloyên) Dara
Hûn dikarin PDFa kovarê daxînin.


