Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Asûs A Mehmet Dicle
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Asûs A Mehmet Dicle

Faîk OcalBy Faîk Ocal16/06/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Asûs ji du bêşan pêk tê. Beşa yekemîn: Li navçeyeke dûr jiyan xewneke dirêj bû… Di çîroka Gulên Sala de mijar evîneke têkçûyî ye. Di çîroka Keyfa Mêran de Miheme heyfa xwe ji cîranê xwe Rîzo hiltîne. Malik Beg Miheme bi diziyê tawanbar dike, lê diz yekî din derdikeve. Di çîroka Meqesa Zêrîn de çîroka Evdî û neviyê wî Mehdî hatiye vegotin. Mirov bi vê gelek xemgîn dibe. Di çîroka Axa Pîroz de çîroka dizekî mezin ya Nûro tê vegotin. Mirov dikene. Di çîroka Dara Miradan de mirov dibîne ku Reşê bi gunehan çawa dibe Dara Miradan. Rexne li civakeke durû hatiye kirin. Mirov dibîne ya gunehkar civak e. Bi rastî li bin Dara Miradan gunehkarê Asûsê radizin.

Beşa Duyemîn: Em bi ber bayê reş ketin… Di çîroka Taveheyvê de Bawer bi xeyalên xwe dibe evîndara “eşqa biyanî.” Di çîroka Jinek û Mêrek dilê mirov bi halê Helîm û Dilşayê dişewite. Di her deh çîrokan de çîroka herî balkêş û serkeftî çîroka Jinek û Mêrekî ye. Di çîroka Hêviyê de pîra Hêviyê ji bo zikê xwe têr bikin Hêviyê dike xwefiroş, qehbik. Di çîroka Simîtfiroşî de tebi nê bêhna xizanî û feqiriyê difûre. Di çîroka Kampusê de xortek diçe zanîngehê lê di destpêkê de bûyereke ecêb tê serê wî.

Muzîka her çîrokê heye. Bi her çîrokê aliyekî mirov derdikeve pêş. Mirov guh dide rastiyên mirov. Mirov dikare di her çîrokê de peyv (nota) yekê bi nav bike.  Gulên Sala: Evîn. Heyfa Mêran: Tol. Meqesa Zêrîn: Tenêtî. Axa Pîroz: Dizî. Dara Miradan: Durûtî. Taveheyv: Biyanîbûn. Jinek û Mêrek: Mirin. Hêvî: Xwefiroşî. Simîtfiroş: Feqirî. Kampus: Kompleks.

Asûs him navçeyeke xeyalî ye di dil û mejiyê çîroknûsî de him jî rastiyek e li erdnîgariya Kurdistanê. Yê demek li navçeyeke Kurdistanê jiyabe, dikare bigihîje Asûsê û xwe li Asûsê bibîne. Lewre Asûs hem rabirdû hem jî dahatûya mirov e.

Çîroknûsî teswîrên gelekî baş kirine. Hem karekter baş teswîr û analîz kirine hem jî şayesa hawirdorê baş kiriye. Di Asûsê der her kes û tişt zindî ye, rast e, peywirdar e. Her kes û tişt nikare têkeve atmosfera Asûsê; kes an jî tiştek nikare ji atmosfera Asûsê derkeve. Asûs navçeyeke bi rêk û pêk e; ne tiştek kêm e ne jî kesek zêde ye.

Li navçeya Asûsê her çîrok rêyeke cuda ye. Xwîner di kîjan rêyê de bimeşe dê xwe li merkeza Asûsê bibîne û hisa tu kêmasiyan neke. Her çîrok deriyek e; xwîner di kîjan deriyî re bikeve Asûsê, dê xwe bibîne. Her çîrok bi vegotineke xweser e. Her xwîner çîroka xwe dibîne û dimeşe ber bi Asûsa xwe ve.

Asûs Berfanbara sala 2005an ji Weşanên Tevnê derketiye. Di pirtûkê de gelek şaşiyên çapê hene, weşanxaneyê karê xwe baş nekiriye. Wêneyê bergê li pirtûkê hatiye. Mirov ku di der heqê ziman û rêzimana Mehmet Dicle de tiştinan bibêje; ziman û rêzimana wî cuda ye. Lewre di gelek cîhan de dewsa tîpa “j’yê, tîpa “ş”yê bi kar aniye. Mînak, li dewsa peyva “kujtin”ê peyva “kuştin”ê bi kart îne. Çend cudahiyên din ên wiha hene. Lê belê çîroknûsiya wî gelek baş e.

 

Asûs Mehmet Dicle Pirtûkên kurdî pirtûknasîn RK HEJMAR 6 the Raising of Kurds 6
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.