Beşa Yekem
Di vê xebatê de bi awayekî giştî li ser danasîna sînemaye û li ser dîroka sînemaya birawestin. Peşî sînema an ku film çiye wê werê tarîfkirin. Dûvre destpêk û dîroka sînemaye ye werê lêkolînkirin.
Danasîna Sînemayê
Bêguman dema ku sînema tê gotin bi wateya film tê gotin. An ku dema mirov dibê sînema di hişê mirovan de film bi beden dibe. Naxwe film heman demê bi wateya sînemaye jî tê bikaranîn.
Film Çiye?
Film, bi kamerayê kişandina dîmenane. Tenê kişandina bi kamerayê nabe film. Her filmek xwedî paşxaneyek û xebatên teknîkîye jî. Derhêner, çîroknivîs, kamera, cîh, lîstikvan an parçeyek ji sirûştê, montaj, pêşkeşkerin û temaşevan bi giştî endamên filmekî ne. Bi awayekî dî film; dîmenên ku ji hev cûdane, bi saya roniyekê li ser perdeyeke bi awayekî pişt hev û bilez ku tê tevgerkirin û tê xuyakirin ew dibe film.
Di hunera sînemaye de di navendê de dîmenê dîtbariye heye. Hunera sînemayê li ser bingeha dîmenaye. Bê dîmen filmek nayê kişandin. Ji xwe cudahiya sînemaye ji hunerên dî nîşandana dîmenên bi tevger e.
Sînema; qeydkirina dîmen û dengê jiyane bi formata film e. Dema dîmen û deng bi ser şerîda film were qeydkirin û ev qeyd li deverekê werê nîşandan dibe filmekî sînemaye.
Peşî çêkirinên mezin bi naveroka xwe bala mirovan kişandin ser sînemaye. Ev jî ji dîmenê ku baş hatine montajkirin, lihevhatina dîmen û deng, hunandina naverokeke baş pêk tê. Piştî vêna êdî film ji çi vedibêjeyê berê xwe didin çawa vedibêjeyê. Tenê naverok an ku mijar nabe filmekî baş. Ji bo filmekî baş divê montajeke baş hebe. Bi taybetî montaja dîmenan û ya dengan divê li hev werin. Piştî demekê êdî başbûna filman ji çi dibêjeyê berê xwe dide çawa vedibêjeyê.
Her berhemên hunerî bi temaşevanên xwe re diaxivê, xwe pê dide naskirin. Ji bo filmekî û produksiyona film tişta herî girîng temaşevan in. An ku temaşevan nebin ti wateya filmekî sînemaye jî namîne.
Piştî van agahiyan gelo film çiye? Ji hêlekê ve di nav têkilîyên aborî de berhemekê çêdike û ji bo vê hilberînê kedekê dixwazê û ji bo vê armancê gelek xebatkaran têne bal hev. Film divegere malekî û bi firotina bilêtan û peymanan buhayekî guhartine bidestdixe. Filmek di nav xwe de gelek beşan dihewinê. Her çiqas wek berhemeke hunerî jî werê lidarxistin jî ev berhem bi kedekê çêdibe. Ev ked jî bêgûman buhayekî dixwaze. An ku sînema vedigere karekî bazirganî. Ji bo vî karî jî sînema gelek mirovan ji bo filmekî bi bal hev ve topdike. Ev kes kedekê ji bo kişandina filmekî xerc dikin. Naxwe, ji fikra kişandinê heta nivîsandina senaryoye, ji senaryo heta temaşekirina temaşevanan û bi produksiyona xwe (derhêner, çêker, kameravan û hwd.), bi bazara xwe û bi hatina karê xwe ev pêvajo dibin beşên filmekî.
Dîroka Sînemaye
Wek her curêyên huneran destpêk û dîrokeke sînemaye jî heye. Ya rast destpêka sînemaya li gor hunerên dî ne gelekî kevne. Lê sînema di demeke kin de pevajoyên mezin derbaskirin. Sînema îro di nav huneran de ji hêla zû belavbûn û bandorê ve ketiya rêza yekemîn de.
28ê Çileyê Pêşîna sala 1895an roja Şemiyê Biraderên Lumiêre li Parîsê di Otela Grand de d inava Grand Cafê de filmekî nişan didin. Ev nîşandana film wek destpêka sînemayê tê qebûl kirin. Her çiqas ev roj wek destpêka sînemayê werê qebûl kirin jî bêguman heta sînema gihaştiyê vê astê xwedî tecrubeyên kevintir e. Bi gotineke dî paşxaneyeke ve nîşandana filman heye.
Bêguman sînema di carekê de derneketiye ser rûye dinyayê. Wek her tiştî pêşiya sînema jî xwedî dîrokek e. Ji ber ku sînema ji wêneyan an ku ji dîmenan pêk te bêguman destpêka sînemayê wêne têne qebûl kirin.
Beriya ku wêne were îcat kirin, helbet resmên ku ji hêla resaman ve hatine çêkirin jî di dîroka sînemayê de cihekî giring digire. Eger em li ser şopa dîroka sînemayê bikevin divê em herin berîya destpêka dîrokê. Beriya ku dîroka niviskî destpê bike mirovan li ser dîwarên şikeftan wêneyên heywanan çêkirine. Bi awayekî ku kevirê şikefta bikolin ew wêne çêkirine. Ev wêne bi rengan xemilandine. Taybetmendiya sînemayê tevgera wêneyan e. Ji bo vêna jî mirovên ku li ser dîwarê şikeftan wêne çêkirine ji bo ku tevgereke bidin heywanan, heywanên çar ling wek heşt ling neqş kirine. Wek di vir de tê xuyakirin em dikarin dîroka sînemaye bibin heta serdemên neolitîk jî. Ji xwe heta filmê pêşî hatiye kişandin bêguman keda xabatên beriya wê yên serdemên kevin jî heye. Îro sînema dibe ku xewn û xeyalên mirovên serdemên kevn be.
Piştî serdema neolitîk Çîniyan beriya Îsa sedsala 11an de bi reya roniyê lîstikên sîyê çêkirine. Sî dane ser dîwaran. Beriya Îsa di sedsala 6an de Japonan bi rêya neynikan tevgerên mirovan nişan dane. Listikên sîyan ji Çînê li dinyayê belav bûne. Bandora van listikên sîyan di sedsala 17an de gihîştiye Ewropayê.


