Destpêk
Gerdûna me ji tiştên hişmend û der-hişmend pêk tê. Ev beşeke bingehîn a jiyana mirov e û diyarker e ka em çawa jiyanê dibînin, fêm dikin, têdigihîjin û dijîn. Ji bo gelê kurd ku di nav dîrokeke tijî berxwedan, serxwebûn, hebûn û xwebûnê de ye, têgeha hişmendiyê (consciousness) ne tenê pirseke felsefî ye, lê herwiha pirseke derûnî, civakî, çandî û siyasî ye jî. Di vê nivîsê de, em ê hişmendiyê bi nêrîneke kurdistanî ve binirxînin û bibînin ka çawa hişmendî dikare bibe amûreke girîng ji bo azadî û rizgariya gelê kurd.
Hişmendî, weke têgehek felsefî, ji mêj ve bala feylesof û zanyaran kişandiye. Lêbelê, dema ku em vê têgehê di çarçoveya dîrok û rewşa kurdî de dinirxînin, wateyên nû û kûrtir derdikeve holê. Em ê hewl bidin ku girîngiya hişmendiyê di jiyana mirov de bi giştî û di jiyana kurdî de bi taybetî diyar bikin.
Çima hişmendî girîng e?
Hişmendî (hayjixwehebûn) di wateya hebûn û xwebûna mirovbûnê de ye û bingeha hebûna civakî, xwebûna xwe, çandî û neteweyî pêk tîne. Ji bo kurdan, bi taybet piştî sedsalên zext û asîmîlasyonê, geşkirina hişmendiyeke hevpar (kolektif) a neteweyî, çandî û dîrokî bûye hêmana herî girîng a berxwedan û parastina nasnameya hebûn û xwebûna xwe.
- Hişmendî bingeha her ezmûnek e—ji kêfxweşiyek kûr heta xemgîniyeke mezin û hêz û şiyana me ya ji bo evîndariyê, herwisa ji bindestî û jiyana di bin dagirkeriyê de heta serxwebûn û azadiyê.
- Hişmendî di dilê tiştê ku me dike mirov de ye û jiyanê hêja dike ji bo jiyînê. Ji bo kurdan, hişmendiya neteweyî (national consciousness) rola bingehîn dilîze di berevanî û parastina hebûn û nasnameya kurdî de.
- Hin takekesan hebûna hişmendiyê înkar kiriye an jî ew kêm kiriye bo modêlên tevger û reftarên pîvanbar, bi taybetî di warê îdeolojiya fermî ya dewletên dagirker de.
- Fêm û têgihîştina çima hişmendî girîng e û çawa ew ji tevger û reftarê tenê cuda ye, pir girîng e. Ev bi taybet ji bo civakên bindest û neteweyên bê dewlet weke kurdan rastir e.
Xeyal bike ku tu li çiyayên Kurdistanê yî di rojeke havînê ya zelal û delal de û germahiya rojê li ser rûyê xwe hîs dikî, bêhna dar û giyayên Kurdistanê dikişînî hundirê xwe û bejna bilind a çiyayên Kurdistanê dibînî. An jî xeyal bike kêfxweşiya bi yekî hezkirî re govend girtin di cejna Newrozê de, tama şîrîn a xwarinên kurdî yên kevneşopî an jî dengê bilûr û tembûrê ku dibe melodiya jiyana kurdî. Her yek ji van ezmûn û serpêhatiyan—û her ezmûna din a ku em kurd weke mirov dijîn—bi rêya hişmendiya me ya hebûn û xwebûna xwe tê ji me re.
Di çarçoveya kurdî de hişmendî ne tenê di dilê tiştê ku tê wateya mirovbûnê de ye, lê herwiha di dilê tiştê ku tê wateya kurdbûnê de ye jî. Ev sedem e ku kurdan, di bin gefên qetlîam, asîmîlasyon û jenosîdê de jî giringî dane parastin û geşkirina çand, ziman û nasnameya xwe. Ji bo mirovên kurd, hebûna hişmendiyeke neteweyî (national consciousness) pirseke jiyanê û mirinê ye. Ev rastî herwiha nîşanî me dide ku çima dewletên dagirker hewl didin ku hişmendiya neteweyî ya kurdan tune bikin û binpê bikin—ji ber ku ew dizanin ku hişmendî çekê herî xurt e ku miletekî bindest dikare di destê hebûn û xwebûna xwe de bigire.
Hişmendî, wê gavê, herwiha bingeha ji bo pergala me ya dadî û çawa em darazên sincî (exlaqî) dikin. Ji bo civaka kurdî jî têgeha dada (edaleta) civakî û exlaqî bingeha xwe ji hişmendiya hevpar a dîrokî û çandî vedigire. Gelê kurd, bi salan bi dagirkeriyê û bindestiyê re rû bi rû maye, lê hişmendiya hebûn û xwebûna xwe ya hevpar parastiye û ev hişmendî bûye bingeha berevanî û berxwedanê. Hertiştê ku em weke kurd nirx, qedr û qîmetê didinê û hertiştê ku bi rastî girîng e, rasterast bi hêz û şiyana me ya ezmûnkirinê ve girêdayî ye, nemaze ezmûn û serpêhatiya me ya weke kurd û Kurdistanî.
Çi înkarkerên hişmendiyê dajo?
Ji ber rola navendî ya ku hişmendî di jiyana me de û nemaze di hebûn û xwebûna kurdî de dilîze. Di çarçoveya kurdî de, bîra (memory) me înkarkirina dewletên dagirker a nasnameya kurdî tîne. Dewletên ku Kurdistanê dagir kirine, bi dehan salan e ku hebûna kurdî înkar dikin û dibêjin “kurd tunene” an jî wan bi navên din weke “Tirk ên çiyayî” an “Erebên bakûr” bi nav dikin. Ev helwesteke înkarkeriya hevpar a hişmendiyeke neteweyî ye.
Mixabin, ev ne tenê rûdaneke di warê felsefî de. Dehsalên dawî weke yek ji rûdanên herî balkêş di dîroka fikr û ramanên mirovî de, îdîaya herî bêmane ku çêkirî ye an jî bi hêsanî Bêhediya Mezin (Great Absurdity) hate binav kirin. Ji bo gelek zanyaran û heta zêdetir ji bo gelek feylesofên analîtîk, fikra ezmûna hişmendiyê bi temamî dijwar e.
Bi heman awayî, ji bo gelek civak û dewletên serdest, fikra nasnameya kurdî û ezmûna kurdî ya hevpar jî dijwar e. Lewma jî mafên zimanî, çandî û neteweyî yên kurdan bi dehan salan hatine piştguh kirin û binpê kirin.
Kêşe û arîşe ev e ku dema ku em dikarin bixwînin û bipîvin ka çawa berîkerên me yên hestan (sensory receptors) dixebitin û agahiyan dişînin mejî, ev pêvajoyên zindewerî (biyolojik) nikarin rave û şîrove bikin çima ezmûn (serpêhatî) bi wan re têkildar in. Pêşniyarkirina ku tiştekî zêdetir ji tenê pêvajoyên zindewerî heye, ji bo gelek akademîsyenan li derveyî sînoran bûye ji ber ku xuya dike ku ew tiştê ku mirov bi qerf û tinazî jê re gotin “giyanek di makîneyê de” bikartîne.
Di rewşa kurdan de jî hin dewlet û pergalên serdest hewl didin fêm bikin çima kurd, piştî ewqasî hewlên asîmîlasyonê û înkarê, hîn jî xwe weke neteweyekî cuda dibînin û nasnameya xwe diparêzin. Piştî sedsalan zext û înkar, hişmendiya kurdî hîn jî xurt e û ev rastî ji bo gelek hêzên dagirker “ruhek di makîneyê de” ye ku nikarin têbigihîjin û qebûl bikin.
Hinek nêzîkatiyeke hêsantir girtine, lê çend kom (hemû bi ‘îzm’ê diqedin: Xapiyandin û sawîn (illusionism), materialîzma vederkirin (eliminative materialism), tevger û reftarîzmê radîkal (radical behaviourism), hwd.) bi eşkere xwebûn û hebûna hişmendiyê înkar kirine an jî hewl dane wê kêm bikin bo tiştekî bêwate.
Heman çarçove dikare ji bo înkarkirina nasname û hebûna kurdî jî were bikaranîn. Çawa ku hinek dibêjin hişmendî tenê sawîn û xapiyan e, hin hêz jî hewl didin bibêjin ku nasname û hebûna kurdî tenê xeyalek e, lebelê ew rastiyeke civakî, dîrokî û çandî ye.
Ev ecêb xuya dike, ji ber serpêhatî û ezmûnên me yên hebûn û xwebûna xwe. Feylesofê fransî René Descartes gihîşt wê encamê ku çiqasî em gumanbar bin jî em nikarin hebûna fikr û ramanên hebûn û xwebûna xwe înkar bikin. Gotina wî ya navdar weke “Ez difikirim, ji ber vê ez heme” (Cogito, ergo sum/I think, therefore I am) tê kurtkirin. Zanyarê noronnas (neuroscientist) jî destnîşan dike ku heta nîqaşa herî pêşketî ya felsefî ya ku îdia dike ku êş tene sawîn û xapandin e, titiştî ji bo kêmkirina êşa derziyeke diranan (diranêşê) nake.
Bi heman awayî, hewlên înkara hebûn û nasnameya kurdî jî têk diçin, ji ber ku kurd, bi zimanê xwe, çanda xwe, edetên xwe û bi hemû nasnameya xwe, hebûna xwe nîşan didin. Her hewla înkarê bi berxwedanek mezintir tê bersivdan di dîroka kurdan de. Heke hebûna kurdan tiştek “sawîn-xapînok” ba, rastiya berxwedan û serhildana kurdan û tekoşîna ji bo mafên hebûn û xwebûna xwe ya bi sedan salan dê çawa were ravekirin?
Nexwe çima hîn jî înkarker hene? Tevî gelek geşedan û pêşveçûnên ku me di zanist û teknolojiyê de kirine, hişmendî hîn jî sir û surek e. Dibe ku pêşveçûnek li ber deriyê me be, lê dibe jî ku em qet wê tam fêm nekin/tênegihîjin.
Bi heman rengî, têgihiştina hişmendiya neteweyî ya kurdan û çima ew ewqasî bi hêz e piştî sedsalên zext û asîmîlasyonê jî ji bo gelek dewlet û civakên serdest sir û surek e. Berxwedan û berevaniya (parastin) nasnameya kurdî, girêdana bi ax û çiyayên Kurdistanê û hewldana ji bo azadî û xweseriyê, nîşana hişmendiyeke hevpar a xurt e ku ji bo dagirkeran hertim sûretê şermezariyê ye.
Bêyî girêdana siberoja dûr, rastî ev e ku em hîn jî nizanin çawa bi rast û dirust nêzî girîft û gelemşeyê bibin. Xuya dike ku qebûlkirina sira niha ji bo hinekan ne-pejirandî ye, çi di warê felsefî de çi di warê siyasî û civakî de.
Em ji tevger û reftara xwe zêdetir in
Lê belê îdîaya ku tevger û reftar hemû tişt e ku girîng e, çi ye?
Xeyal bike ku te bi şaşî jehreke ku te bi temamî ji bo demeke kurt îflîk dike, daqurtand. Jehrek (weke botulinum) heye ku sînyalên kontrolê yên ji bo masûlkeyên me asteng dike, em nikarin bilivin. Lêbelê, ew bandorê li hîsan nakin. Di vê rewşa îflîkê de, dê girîng be ku takekesek bi derziyê te biqurşîne? Dê tu tevger û reftara xuya nebe, lê êş dê hîn jî rastî be.
Em dikarin vê mînakê bi rewşa kurdan re jî berhev bikin. Gelek caran kurd ji bo tevger û reftara xwe ya neteweyî tên astengkirin û pelixandin. Polîtîkayên asîmîlasyonê, qedexekirina zimanê kurdî û serkutkirina çalakiyên kurdî mînakên vê yekê ne. Dewletên serdest li kurdên ku “tevger û reftara xwe ya kurdî” diyar nakin, weke kurdên baş dinêrin û dibêjin “ev ne-asî ne” an “ev kurd in lê ne-terorîst in”.
Lê ev ne rastî ye. Çawa ku mirovek îflîkbûyî hîn jî diêşe, kurd jî çi gava ku bikaribin tevger û reftara xwe diyar bikin çi gava ku nebin, hîn jî hebûna xwe ya kurdî hîs dikin û dijîn. Ev serpêhatî û ezmûneke razber e ku dikare bi tevger û reftara derxweyî (derveyî) were diyarkirin an na, lê ew hemîşe heye. Her kurdek ku zimanê xwe bikar nayine ji tirsa cezayê, hîn jî di hişmendiya xwe de kurd e û ezmûn û serpêhatiyên kurdî dijî.
Stephen Hawking bêguman yek ji zanyarên herî bandorker ên di dîroka nêzîk de bû. Wî ji nexweşiyek noronên motorî yên ku wî ji bo piraniya jiyana wî bi temamî îflîk kir û nedişiya ku bêyî makîneya deng a bingeha kompûterî biaxive. Heke tevger û reftara xuya hemî tiştê ku girîng bûya, mimkûn e ku hişê wî yê bêhempa bikarîbûya zû nehata dîtin.
Bi heman awayî, heke tevger û reftara derxweyî hemû tişt bûya, gelek kurdên ku nikarin nasnameya xwe eşkere bikin ji ber tirsa cezayê û serkutkirinê, dê weke kurd ne-hatin dîtin. Lê hişmendiya kurdî, ezmûna kurdbûnê di dilê milyonan kurdan de ye, çi ku ew bikaribin vê yekê eşkere bikin, çi ku nikaribin.
An jî balevanekê bigire ku di dema performansê de dikene tevî ku lingên wê di janê de ne. Gelo êşa wê kêmtir e ji ber kenê ku ew nîşan dide? Li hêla din, gelek tevger û reftar hene ku bi rastî ezmûnên me temsîl nakin, weke xewmeşî (sleepwalking) an refleksên otomatîk.
Di çarçoveya kurdî de jî gelek kurd mecbûr in ku nasnameya xwe veşêrin û di çavên civakê de weke ku ew “ji hêlên din” in xuya bikin. Lê ev nayê wê wateyê ku ew di rastiyê de kurdiya xwe hîs nakin an jî ezmûna kurdbûnê nejîn. Berevajî, ev ezmûn di navxweyî (hundir) de dikare hîn kûrtir û bihêztir bibe.
Hişmendî bingeha xwebûna neteweyî ye
Ji bo gelê kurd, hişmendiya neteweyî bingeha xebata ji bo azadî û xweseriyê ye. Di nav hemû astengî û zehmetiyan de, hebûna vê hişmendiyê ye ku kurdan bi hev re girê dide û wan ji bo berevanî û parastina nasname, çand û zimanê xwe û ji bo mafên xwe yên neteweyî hişyar dike.
Hişmendiya neteweyî ya kurdan, tevî hewlên bi sedsalan ên ji bo tunekirina wê, îro xurt e û pêşve diçe. Rewşenbîr û ronakbîrên kurd roleke girîng dilîzin di geşkirina vê hişmendiyê de. Nivîskar, helbestvan, hunermend û akademîsyenên kurd bi berhemên xwe, li dijî înkarkirinê û ji bo geşkirina hişmendiya neteweyî têkoşînê dikin.
Perwerdehiya bi zimanê kurdî jî ji bo geşkirina hişmendiya kurdî bingehîn e. Lewma jî xwendin û nivîsandina bi kurdî, xwendina dîroka kurd û Kurdistanê û axaftina bi kurdî dibe amûr û alavên herî girîng ên berxwedanê/berevaniyê. Ji ber vê yekê ye ku zimanê kurdî hertim armanc û hedef bûye û qedexe bûye li gelek deverên Kurdistanê.
Hişmendî tiştê ku me dike mirov e
Hişmendî girîng e. Ew di dilê tiştê ku me dike mirov de ye, bingeha sincî (exlaq) û qanûnê pêk tîne û di dawiyê de tiştê ku jiyanê hêja dike ji bo jiyînê. Di çarçoveya kurdî de, hişmendiya neteweyî jî bingeha kurdbûnê pêk tîne û kurdistanîbûnê diyar dike.
Xuya dike ku înkarkirina hişmendiya hebûn û xwebûna xwe ne mimkûn e, ji ber ku em wê gav bi gav ezmûn û tecrûbe dikin. Lêbelê hin takekesan ev rast kirine û nîqaş dikin ku serpêhatî û ezmûnên me tenê sawîn û xapandin an jî xeyalên din in.
Strawson vê got ku ev îdîaya herî bêmane ye ku tê kirin. Dema ku ev dîtina kêmaniyeke biçûk e, komeke gelek mezintir a akademîsyenên felsefî heye ku baweriya wan e ku tevger û reftara pîvanbar hemû tişt e ku girîng e. Ev jî xuya dike ku li dijî serpêhatî û ezmûnên me yên xwe ye, bi gelek mînakên ku tiştê ku em di hundirê (navxweyî) xwe de hîs dikin bi awayekî dramatîk ji çawa em tevdigerin cuda ye.
Di çarçoveya kurdî de jî înkarkirina hişmendiya neteweyî ya kurdan an jî kêmkirina wê bo “tevger û reftara siyasî” an “propagandaya çepgir” an “provokasyona derxweyî”, nêrîneke kêm û şaş e. Hişmendiya neteweyî ya kurdan encama serpêhatî û ezmûneke dîrokî ya demdirêj e, bi zimanê xwe, çanda xwe û rabirdûya xwe ya hevpar.
Hişmendî û berxwedana kurdî
Berxwedan û berevaniya kurdan a li dijî zordarî û dagirkeriyê ji hişmendiya wan a neteweyî tê. Çiqasî hewlên tunekirina vê hişmendiyê hebin jî ew hertim bihêztir dibe. Ji ber vê yekê ye ku em dibînin ku kurd li her derê cihanê, di nav hemû astengî û zehmetiyan de, nasnameya xwe diparêzin û pê serbilind in. Ev yek netenê ji tevger û reftarên wan ên derekî (derxweyî), lê di dilê hişmendiya wan a kurdayetiyê de ye.
Têkoşîna ji bo nasname, çand û zimanê kurdî, têkoşîneke li dijî tunekirina hişmendiya neteweyî ye. Dagirkerên Kurdistanê vê têgihiştine ku ji bo kontrolkirina kurdan, divê ew hewil bidin ku hişmendiya wan a neteweyî tune bikin. Lê ev hewl hertim têk çûne, ji ber ku hişmendiya neteweyî ya kurdan bi hezaran salan e ku di çand, ziman, dîrok û efsaneyên kurdî de cihgirtî ye.
Loma jî ji bo hişyariya neteweyî ya kurdan, divê gelê kurd dîroka xwe baş bizane, lêkolînên xwe bi xwe bike, zimanê xwe biparêze û pêş bixe û çanda xwe dewlemend bike. Ev hemû ji bo berevanî û parastina hişmendiya neteweyî ne.
Encam
Hişmendî girîng e û bingeha hebûna mirovî ye. Li gorî rewşa kurdan, hişmendî rola navendî dilîze di berevanî û parastina hebûna kurdan û berxwedana wan a li dijî zordariyê de. Hebûna hişmendiya neteweyî ya xurt e ku kurdan, tevî hemû hewlên tunekirinê, heta îro aniye û dê wan bibe siberojeke azad jî.
Xuya dike ku înkarkirina hişmendiya hebûn û xwebûnê ne mimkûn e, ji ber ku em wê gav bi gav tecrûbe dikin. Bi heman awayî, înkarkirina hişmendiya neteweyî ya kurdan jî ne mimkûn e, ji ber ku ew di her gava jiyana kurdî de eşkere ye, çi di ziman, çand, huner û çi di berxwedana wan a dijî neheqiyê de.
Hişmendî weke sir û surekê dimîne—lê çiqasî zûtir em hebûna wê, girîngiya wê û bandora wê ya bingehîn qebûl bikin, em çêtir amade ne ku biryarên agahdar li ser tiştên ku bi rastî girîng in bidin. Ji bo kurdan jî pejirandin û qebûlkirina girîngiya hişmendiya neteweyî bingeha berxwedana ji bo mafên rewa yên gelê kurd e.
Weke encam, divê kurd, ji bo berevanî-parastina hebûn û xwebûna xwe û bidestxistina mafên xwe, hişmendiya xwe ya neteweyî xurt bikin bi rêya perwerdehiya bi zimanê kurdî, xwendina dîroka kurd û Kurdistanê, geşkirina çand û hunera kurdî û berxwedana hevpar a dijî hemû cureyên zordariyê li her parçeyê Kurdistanê.
Hişmendî ne tenê bingeha mirovbûnê, lê herwiha bingeha kurdbûnê û jiyaneke azad a di welatekî azad de ye.
Çavkanî
- Descartes, R. (1637). Discourse on Method. https://www.gutenberg.org/files/59/59-h/59-h.htm
- Gellner, E. (1983). Nations and Nationalism. Oxford: Blackwell.
- Ignatieff, M. (2019). The Ordinary Virtues: Moral Order in a Divided World. Harvard University Press.
- Nagel, T. (1974). What Is It Like to Be a Bat?. The Philosophical Review, 83(4), 435-450.
- Pang, J. (2023). The Subjective Experiences of Animals. Cambridge University Press.
- Ryle, G. (1949). The Concept of Mind. https://plato.stanford.edu/entries/gilbert-ryle/
- Strawson, G. (2018). The Consciousness Deniers. https://www.nybooks.com/online/2018/03/13/the-consciousness-deniers/
- Vali, A. (2003). Essays on the Origins of Kurdish Nationalism. Mazda Publishers.
- Van Bruinessen, M. (1992). Agha, Shaikh and State: The Social and Political Structures of Kurdistan. Zed Books.
Termên sereke
Hişmendî (Consciousness): Têgeheke felsefî ye ku li ser hayjixwehebûn û ezmûna haydariyê ya mirov radiweste. Ew rewşa zindî ya hişê mirov e ku tê de ew dikare ezmûn bike, hîs bike û bifikire. Di nivîsê de weke bingeha hebûna mirovî û ezmûnên mirovî hatiye destnîşankirin.
Hişmendiya Neteweyî (National Consciousness): Hesta hevpar a endamên neteweyekê ku li ser dîrok, çand, ziman û armancên hevpar ava dibe. Ji bo kurdan, ev haydariya ji hebûna xwe ya weke neteweyekê ye ku di nav dewletên cuda de belav bûye.
Sawînî (Illusionism): Dîtineke felsefî ye ku dibêje hişmendî ne rastî ye lê tenê xapînokek e. Li gorî vê nêrînê, ezmûnên me yên hişmendî tiştin ku mejî çêdike û ne rastîne.
Materialîzma Vederkirinê (Eliminative Materialism): Nêrînek felsefî ye ku dibêje kategoriyên derûniya/psîkolojiya hişmendî (weke bawerî, hêvî, tirs) tevahî çewt in û dê li siberojê bi têgehên zanistî yên baştir werin veguhertin.
Tevger û reftarîzm Radîkal (Radical Behaviourism): Bîrdoziyeke derûnnasiyê ye ku li ser vê yekê radiweste ku mirov tenê bi tevger û reftarên pîvanbar (measurable behaviors) werin rave û şîrovekirin, ne bi ezmûnên navxweyî.
Ez Difikirîm, Ji Ber Vê Ez Heme (Cogito, Ergo Sum/I Think, Therefore I Am): Gotina navdar a feylesofê fransî René Descartes e ku dibêje, tevî ku mirov dikare li ser rastiya her tiştî şik û gumanê bike, lê nikare li ser vê yekê şik û gumanê bike ku ew difikire/dirame, ji ber ku şik û gumankirina bi hebûn û xwebûna xwe jî hişmendiyê piştrast dike.
Giyanek di Makîneyê de (Ghost in the Machine): Termeke ku Gilbert Ryle bi awayekî rexneyî bikar aniye ji bo şîrovekirina dualîzma Kartesî (Cartesian Dualism) ku dibêje hişmendî û laş du cewherên cuda ne. Ryle vê têgehê weke tiştekî nerast an sawîn/xapînok binav dike.
Berîkerên Hestan (Sensory Receptors): Organî an jî xaneyên di laşê mirov de ku hîsan digirin û wan vediguhezînin bo sînyalên elektrokîmyayî ku mejî dikare wan têbigihîje.
Xewmeşî (Sleepwalking): Rewşeke ku tê de mirov di dema xewê de dimeşe an tevdigerê lê tam haydar nîn e. Mînakek e ji bo nîşandana ku tevger û reftar ne hişmendî ye.
Hişyariya Neteweyî (National Awareness): Di nivîsê de weke hêz û şiyana nasîna xwebûna xwe weke endamekî neteweyekê tê bikaranîn. Ji bo kurdan, ev takekesekî kurd hîs dike ku ew kurd e û xwe bi çand û dîroka kurdî ve girêdayî dibîne.
Kurdayetî/Nasnameya Kurdbûnê (Kurdishness/Kurdish Identity): Têgehek e ku nasnameya kurdî û hemû taybetmendiyên çandî, civakî û derûnî yên takekesekî kurd vedihewîne.
Kurdistanîbûn (Being from Kurdistan): Hesta girêdanê bi axa Kurdistanê ve, bi çiyayên wê, çemên wê û erdnîgariya wê ve.
Pişavtin (Assimilation): Pêvajoya ji destdana nasname, çand û zimanê xwe û qebûlkirina yên civaka serdest. Polîtîkayeke ku gelek caran li dijî kurdan hatiye bikaranîn.
Serpêhatî (Experience): Tişta ku em di jiyana xwe de hîs dikin, diceribînin û dijîn. Di nivîsê de, ezmûna kurdî weke tiştê ku her takekesê kurd, çi li derxweyî çi li navxweyî, dijî hatiye ravekirin.
Înkarkirin (Denial): Redkirina hebûna tiştekî an rastiyekê. Weke mînak, înkarkirina hebûna kurdan an jî îdiakirina ku hişmendî tune ye.


