Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Çîrok»Giloverên Têkwerbûyî Li Ser Rûyê Avê
Çîrok

Giloverên Têkwerbûyî Li Ser Rûyê Avê

Rengîn AmêdîBy Rengîn Amêdî16/06/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye10 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Ew dîmena ku li wê êvara Adarê ya bi baran, li wê qehwexaneya li hindava Deryaya Baltîk li navenda Stokholmê jê re xuya bû, ji hemû hebûnên li dora wê rasteqîntir bû. Newroz bû, û her çend wê dixwest êvara xwe li malê derbas bike jî, lê hevalên wê jê lava kirin ku edetê hevdîtina êvara înê û vexwarina qedehek şerab li ber deryayê li wan têk nedet.

Wê laptopa xwe danîbû ser maseyê. Di navbera ken û pirbêjiyên wan de, ku pirî caran henekên gemje û dubare bûn, li pîrozbahiyên Newrozê temaşe dikir. Bihar e, werza xerckirina henek û suhbetên dirêj e ya ku Swêdî bi hedar di tarîtî û qeşaya zivistanên bi xumam ên bakurê parzemîn de dicemînin.

Esman bi hewrên nizm gewr bibû, lê xeta asoyê diyar û zelal dixuya di navbera meda avê û hewrên nizm de. Tîrêjên dûmahiyê ya taveke ku êdî diçû ava, di nava hewran re li babirkên spî yên keştiyên ber bi bendavê ve vedigerin û yên li ber derketinê ne, dida. Baran ku bi ser rûyê avê de dibarî di cama qehwexaneyê de dihate xuyan. Dilopên bicoş ên ku çarenûsa wan a trajîk di wê deryaya zebelah de berçav jî be, lê dîsa xwe hildiavêtin û giloverên avê yên nerm û bêdûmahî çêdikirin. Ew gilover têkilî sînorên hev du dibûn û dîsa ji holê radibûn.

Derya jî pir aram û bê tevger e, xwe radestî mîzacê guherbar ê esman û keştiyan kiriye. Hin kesên bi paltoyên stûr li wir li ser benderê radiwestîn. Keştiyeke mezin zengila amadebûnê lêdida. Hinek keştiyên din jî mîna heyînên efsûnî ber bi bendavê ve diherikîn. Şê û têhna hewayê, xwêdan û hilma bûnewerên wê gerstêrka ku mîna derwêşan li dor xwe dizivirî, li wê êvarê li hev bûn. Ahengeke nerm di hewayê de dizivirî.

Rîtma giran a muzîkê û qelebalixiya rûyên ne diyar di wê kunca germ de jî, devê çaleke reş a gerdûnê serepa kiribû.

Ew bê navber, di rûyên govendgêran de li wî digeriya. Wê meraq dikir, ew niha di vê gavê de li ku ye?

Xwe di peqiçkeke germ û ronak a bi muzîkê tîrbûyî de hîs kir û di kêliyeke ku ji dewrana gerdûnê veresîbû, dîmenek zelal hate ber çavên wê. Ew li pişt kompûtera xwe rûniştibû, tenê hinek tayên porê wî li paş ekranê dixuyan û li jêr maseyê lingek û pênc tiliyên pêxas ji sendeliyekê daketibûn. Wêne ew qasî zelal bû ku wê dengê tiliyên wî li ser bişkokên kompûterê dibihîstin. Tezînkek bi hemû laşê wê de derbas bû. Destê xwe peland û da qedeha xwe, hê qedeha wê tijî ye!

Wî solîstê gîtarjen jî hawar dikir:

     I can tell you there’s no place we couldn’t go

     Just put your hand on the past

     I’m here tryna pull you through

     You just gotta be strong …[1]

Wê gavê wê xwest ku berdewamiyê bidet wî dîmenî. Beziya ber bi wê avahiya bilind ya ku ji endazyariya wê diyar bû ku ew berê dêr bûye û veguherîbûne kampeke birîndaran. Di merdîwenan de hilkişiya, û ket korîdoreke teng û nizm. Dengê gavên wê di eywana dirêj de ya ku erdê wê dişibiya çargoşeyên reş û spî yên li pey hev ên şetrencê, mîna dengê nalên mehîneka kovî bûn.  Di navbera du rêzên deriyên hindavî hev de, bi bêhnçikî li ber deriyê wî rawestiya. Dest da derî û vekir, li derazînka derî li wî nihêrî. Ew qet ji ciyê xwe nelivîbû. Di goleke rohniyê de rûniştî bû û dinivîsand. Hesteke kûr û çêjbexş derbasî demarên wê bû: “Ew li wir e, di kûrahiya odeyê de rûniştiye. Ew heye û li ber dest e.”

Ew di wî deriyê biçûk re ket hundir. Li ser tiliyan û hêdîka gav avêtin da ku serinca wî belav neke, li pişt wî rawestiya. Erê ew e! Bi rohniya xwe ya dane û têhnşirîn, rûniştiye û tiliyên wî mîna piyanîstekî kal lê şareza, hêdîka û bênavber bişkojên klavyeyê ditekînin.  Ewê dest da maseyeke biçûk û kêşand ber bi xwe ve û li rex wî ve rûnişt, têhna laşê wî  hîsa ewlehiyê bi wê da hesandin.

Ji aliyekî ve li rûyê wî nihêrî. Çirayê ew rûyê wî yê çiyayî yê spehî ronî dikir. Ew her du çirçên ku li kêleka çavên wî xuya dibin, mîna du gavên mayî yên lingekî westiyayî bûn ku pê hilkişe lûtkeya çiyayekî asê, lûtkeyek ku esmanekî zelal û dilovan ji wan bilindahiyan ve radest bike. Xetên zirav mîna rêçik û şiverêyên serevraz ku derbasî nava daristanên tarî dibin, hilkişiyane eniya wî ya bilind. Ewê bêhna dar berûyên memleketê çiyayan kir. Mûyên spî ketine riyê wî yê tenik ya ku erzinkek bi delalî xêzkirî nixumandine.

Bi bêdengiyeke sersam û mendehoş xwe sparte ronahiya wî ya aram û ewle.

Ewî ji nişkê ve û di navbera nivîsînê de, stûyê xwe bi lez û sivik dirêj kir û bi rûmeta wê ve maç kir. Ramûsanek bi lez û nazik. “Meraq neke hinek maye xelas dibim,”  bi hêminî got.

Ewê hêdîka eniya xwe sparte ser milê wî û bi gazind got: “Lê îro Newroz e!”

Bersiv neda û sererastkirina nivîsa xwe domand.

Ronahiya tava ku li ber avabûnê bû, ji navbera perdeyan derbas dibû û li dîwarê beramber diket. Bi sîbereke sorgevez li wê kevne wêneyê wan ê dardakirî yê gerîllatiyê dida. Her du di navbera komek şervanên jin û mêr de rawestiyane. Çavên wan bi westiyaneke tehmxweş, di pêst û çermên ku li jêr tavên germ, berf û dûmanan de şewitî, diteyîsin. Di kirasên wan ên leşkerî de stûyên wan ên genc û barîk, navqedên wan ên zirav di bin rextên fîşeng û teqemeniyan de xuya dibin. Her du ji derdora xwe gavek berztir rawestiyane. Keziya wê ya dirêj nêzî milê wî ye ku tivingeke kalaşnîkov hildigire. Xêzên rûyê wî bi hêz û delal in. Di navbera çavên wî de tayek porê reş daketiye. Tevî ku li ser rûyê wî îfadeyeke narîn heye, lê bi çavên pilingekî ku her dem di amadebaşiyê de be li kamerayê nihêriye.

“Çi qas dişibihe nîv xwedayeke efsûnî ku ji bo nêçîrvaniyê daketiye wê daristanê, lê li şûna rimekî tivingekê hildigire.” Ew heyrana wê nebreya zibir bû di dengê wî de. Heyrana girnijîna wî ya geş bû dema ku derbasî hemû hedamên rûyê wî dibû. Mendehoşa wê lêv-xwarkirina wî ya tinazwarî bû li hemberî tiştên ku ew aciz dikirin. Tevî rûkeşa wî ya bajarî, lê ewî xwezayeke pêketî, karîzmatîk û wêrekiyeke bi edeb, mîna piranî mêrên çiyayî di xwe de dihewand.

Ewan ew wêne li gundê Gundik Remoyê girtibûn û li derdora wan eraziyê çiyayê Cûdî dixuye.

“Gelo niha li Cûdî kulîlk û binevş li quncikên li dora keştiya Nuh vebûne?  Ew av hê di wê dolê de diherike? Ew malên wêran û bendewar hê li ber xwe didin yan kavil bûne?!” Ewê ji xwe ra meraq kir.

Dûv re, serê xwe bi bêzarî mîna pisîkeke ji baranê revî be, daxiste ser milê wî û rûyê xwe di pişta wî de gevizand. Porê wê li hev aliya û rûyê wê berze bû. “Sebr bike hindik ma.” Bi dengekî hêminker got.

Serê xwe daxist û li ser ranê wî cîgir kir. Wî destekî xwe danî ser eniya wê, çavên wê vemalîn û bi destekî berdewamî da nivîsê.

“Ez ji te re bixwînim?”, piştî çend xulekan got.

Dixwîne. Dengê wî diherike mîna dilopên avê ku bi nermî û sebr li zinaran dixin û bi veşartî diqelişînin.

Du têbîniyan jê re diyar dike. Ew, yek ji wan rast dike û ya din tevî ku di cih de bû jî lê weke  xwe dihêle. ” Qet nehatiye guherîn. Hespê bêbak! ” Ewê di hundur xwe de got.

Diqedîne. Rûyê wê dike navbera her du destên xwe û wê radimûse. Bi ser wan de li quncikekî esmên xwedayek digirnije. Ew her du jî dilxweşiya wî hîs dikin.

Radibe û lingê wî yê çêkirî jê re tîne, çavê wê diçe ser nînokên wî yên dirêjbûyî. “Nikarim xwe bi ser wan de biçemînim,” dibêje û bi ser hevoka xwe de bi henekwarî zêde dike: “Baş e ku tenê penc mane.”

Meqesa nînokan tîne li ber piyên wî rûdine, piştî ku nînokên wî ditiraşe û paqij dike, ewî piyê çêkirî di ranê wî yê dirûtî de asê dike û wî radike ser piyan. Piştî demeke lêgerînê, destek şal û şapikên wî di kunca dolaba cilan de dibîne. Di ber de radiweste, alîkariyê didê da ku li xwe bike. Bi wî re şûtikê li nava wî dialîne, sê kêliyan mîna girêdana bapîrê xwe jê re dihûne. Kulav û cemedaniya wî li ser çoka xwe li hev dialîne û li ser serê wî rast ve dike.

Bêhna axa daristaneke çiyayî ya bilind ku baran lê bariye ji riha wî ya tiraşnekirî tê. Xwe diavêje navbera milên wî têra xwe hembêz dike. Kelûgirî dibe. “Her tişt bi çare ye, mirin jî di nav de. Tenê bîrîkirin e ya bê çare.”  Lê wê jî nabêje û di navbera lêvên xwe de mîna her car asê dike. Carinan peyv hestan dilewitînin.

Ew her du li ber neynikê radiwestin, lê neynik sor bû, ku ewan weke ku yek kes bin nîşan bide.

Dikeve jêr milê wî û dibe. Li ber derê saloneke pîrozkirina Newrozê dadikevin. Dengê dahol û zurneyan miriyan jî radike. Ew deriyê darîn jê re vedike. Hêdîka dibe hundir. Çavê wê li ser wî dimîne, heya ku dikeve nava girseyên govendgeran. Di heman kêliyê de li ber çavên wê di laptopê de xuya dibe.! Di rêzeke dîlanê de û di navbera du xanimên mîna teyrên tawis xemilandî, bi coş û xuroş govend digirt.

Lerzeke nazik derbasî nava wê dibe. Tebînî dike ku gelek xweh daye. Serê xwe di nava destên xwe de digire. Hêza xwe berhev dike û di wê sersamî û balkêşiyê de, qedeha xwe radike û berê qedehê dide ekrana laptopê û bi dengekî ji kêfxweşî û kelecanê di gerûyê de alizî dibêje: “Newroz pîroz e.” û niqumeke baş jê vedixwe..

Dengê ken û henekên hevalên wê bilind dibû: “Tack gode God för att vi fick tilbacka vår vän även denna gång.[2]“ Ewê dîsa qedeha xwe bilind kir, hê jî tiliyên wê dilerizîn ji wê lîstika efsûnî û bi coş, got:

“Noş, ji bo rojên xweş! ”

Baranê bêhnvedaneke kurt dabûyê û hilma mijê li ser deryayê girtibû û ji keştiyên diherikîn tenê rohniyên qels xuya dibûn. Dengê ewî gîtarjen jî mîna hesinekî westiyayî bû ji derbexwarin û helandinê, dema ku êdî gehabû dûmahiya stranê:

And now it’s clear as this promise

That we’re making Two reflections into one

‘Cause it’s like you’re my mirror (Oh)

My mirror staring back at me, staring back at me …[3] 

 

[1] Bi ingilîzî; te re dibêjim, tu cî tune ku em nikarbîn biçinê

                     bi tenê destê xwe bide rabirdûyê

                     li vir hewl didim te bikêşim

                     tu bi tenê hêzdar be …

[2] Bi swêdî; spas ji bo Xwedê ku vê carê jî hevala me li me vegerand.

[3] Bi ingilîzî; Û niha zelal e wekî vê peymanê

                     Ku em Du ‘eksan di yekî de çêdikin

                    Armanc wekî tu neynika min î (Ah)

                   Neynika min vedigere li min dinihêre,

                   vedigere li min dinihêre…

                   (ji strana Mirrors, ya Justen Timberlake).

Xwendin û edîtorî: Rizgar Elegez

 

Kurte çîrok RK HEJMAR 6 the Raising of Kurds 6
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Rengîn Amêdî

Nivîskar, Stockholm

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.