Piştî destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem jinên sor* di kongreya partiya xwe de, Partiya Karkerên Hollandayê, li dijî dengdana mêran a ji bo erêkirina seferberiya leşkerî nerazîbûn diyar kirin. Li ser vê yekê helwest nîşan dan û nexwestin bi mêran re xwarinê bixwin û bi şev li salona ku cil lê hatibûn daliqandin razan. Beriya wê jî, nîqaşên dirêj li ser aştî, pirsgirikên global pêşkêş kirin. Lê nikaribûn tiştekî biguherînin û pêşniyarên wan rastî redkirin û tinazên veşartî hatin. Tevî têkoşîna wan a berdewam, lê di şêst û şeş salan de jinên sosyalîst yek milîmetre jî li ser pesendkirina aştiyê û dan qebûlkirina nihêrîn û dîtinên xwe li ser pirsgirêkên global pêş neketin.
“Heger wan ji wê demê ve enerjiya Yekîtiya Jinan ji bo pirsgirêkên jinan bi kar anîba, îro me dê kariba di partiyê de, di parlementoyê de û di civata wezîran de ji bo aştiyê tiştekî bikin…” Yoke Smit* rewşa tevgerên jinan bi giştî û ya jinên sosyalîst bi taybetî li Hollandayê wiha şîrove û rexne dike.
Lê berevajî wê Partiya Jinê ya Neteweyî (bi îngilîzî: National Woman’s Party) ku rêxistineke jinan a Amerîkî bû, di sala 1916an de ji hêla Alice Paul û Lucy Burns ve hate damezirandin. Ewan daxwaz kirin ku mafê dengdanê ji bo jinan were dayîn, û hemû mijarên din paşguh dikin, lewma tenê ji bo bidestxistina mafê dengdanê ya jinan xebitîn û piştî dijberiyeke tund gihîştin armanca xwe û destkeftiyeke dîrokî pêşkêşî jinan kirin. Wana di sala 1917an dest bi kar û xebatên xwe kirin. Gelek tevgerên protestoyî bi kar anîn, yek ji wan Parêzvanên Bêdeng (bi îngilîzî: Silent Sentinels) damezirandin û piştî bi astengkirinên mezin gihane armanca xwe û mafê dengdanê ji jinan re di 26ê Tebaxa 1920an de bi awayekî fermî hat pejirandin.
Mînakek din a nûjen Partiya Wekheviyê ya Jinan e (Women’s Equality Party) ku li sala 2015an li Îngilistanê (UK) ji aliyê Catherine Mayer û Sandi Toksvig hate demezirandin. Daxuyaniya seroka partiyê bi vî rengî dest pê dike: “Wekhevî ji bo jinan ne tenê pirsgirêka jinan e. Dema jin bigihîjin potansiyela xwe, her kes sûd werdigire. Wekhevî tê wateya siyasetek çêtir, aboriyek zindîtir, hêza kar a ku xwe dispêre jêhatîbûna tevahiya nifûsê, û civakek ku bi xwe re di aştiyê de ye.”
Partiya Wekheviyê ya Jinan tenê şeş mijaran dikin armanca partiya xwe. Di siyaset û karsaziyê de nûnertiya wekhev. Di perwerdehiyê de nûnertiya wekhev. Meaşê wekhev. Jin ji aliyê medya û çapemeniyê ve wekhev bên dîtin. Mafên wekhev ên dêûbavtiyê û bi dawî bûna tundûtûjiyê ya li dijî jinan.
Meyer di danasîna şeş armancan de got. “Em ne digerin ku bibin partiyek ku bikaribe bersiva pirsên li ser tiştên ku divê li Ûkraynayê bêne kirin, an jî hewl bide ku platformek li ser jîngehê an tiştek din çêbikin, lê emê bêtir li ser vê rojeva wekheviyê pir teng bisekinin.” Seroka partiyê Walker wiha li axaftina wê zêde dike: “Em ê di mijarên din de nebin xwedî siyaset. Em ê bi giranî, li ser pirsgirêkên jinan ên di civaka xwe de bisekinin û bala xwe bidin vê yekê. Em ê pêşwaziya kesên ji her partiyeke siyasî bikin ku wek me dixwazin ji jinan re tiştekî bikin”.
Aşkira ye ku ezmûnên global di vê mijarê de ji me re dupat dikin ku em jin nikarin tiştek di rewşa giştî û global de biguherînin heya ku em rewşa xwe di welat û civaka xwe de neguherînin. Ew guhartin jî nayên encam girtin dema ku em xwedî tevgerek jinan bin lê ew ayîdî partiyek siyasî ya mêran be. Nemaze heke ew, mîna piraniya partiyên Rojhilata Navîn, navendparêz be yan jî mîna piraniya partiyên cîhanê hejmara mêran tê de piranî be (li gel ku pêwîst e li ber çavan bê girtin ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tek partiyeke demokratîk jî tune ye).
Her weha, xala din a girîng ku ji ezmûnên herêmî û global xuya dike ew e ku dema jin ayîdî partiyeke mêran bin keda wan vedigere pêşxistina wê partiyê, her karekî tê de bike û pêş bixe jî ew vedigere wek qazanc bo wê partiyê. Bi piranî jî navê wê jî û keda wê jî û pêşniyarên wê jî bi navê wê nayînin ziman. Lê dema ew di partiyeke jinan de be her kedeke ku bide ji bo jinan û têkoşîna wan vedigere.
Wekî di beşa yekem a nivîsa xwe de min diyar kirî, ramana min di vê mijarê de ji ya Aletta Jacob*, Virginia Woolf * û Joke Smit* ne cuda ye. Heya ku jin der barê rewşa xwe de tiştek neguhêzînin, û heya ku jin nebin xwedî hêzeke rastîn û dîtinek jinane, ji bo meseleyan û biryaran der heqê siberoja xwe de nedin, her wiha bi rengê xwe yê jinane pênaseya dîrok, dîn, mîtolojî, siyaset, dîplomasî, leşkerî û têkiliyên civakî hwd ji nû ve nekin, û tê de negihin dîtinek û hişmendiyeke hevbeş û di roşeniya wê têgihiştinê de, armancên real diyar nekin û ji bo pêkhatina wan armancan xebateke bê payan nîşan nedin, wê nikaribin gavekî jî pêş bikevin.
Lewma heger em wekî jin dixwazin şert û mercên xwe yên xerab heta astekî berçav biguherin, divê em bi xwe û bi serê xwe wê bikin û partiyeke xwe ya serbixwe damezirînin. Rast e, her jin azad e ku tev li kîjan kom û partiyan bibe, lê helbet, û guman tune ku ezmûnên bi vî rengî tenê gavên sembolîk û sînordar temsîl dikin û ji rewşa jinan tiştekî bingehîn naguherînin.
Piraniya jinan ku di nav van partiyan de bi armanca bidestxistina hin meqam û mûçeyan tev lê bûne, divê ji bîr nekin ku ew ji aliyekî ve nan bi hêsir û trajediyên jinên bindest ên civakê dixwin û ew vediguherin afîşên propagandaya demokrasiya derewîn ên hinek partiyên feodal, paşverû, totalîter û çewsîner ku navên wan ti têkiliyek bi îdeolojî û navendparêziya ku ew bi kar tînin re tûne ye. Ew tenê dibin rûpoşek ku serokatiyên mêr yên sîtemkar û dîktator pê pesnê demokratîkbûna xwe ya derewîn bidin. Ew xanim divê bizanibin ku ew di wan partiyan de erka astengkirina dîtina hebûna pirsgirêkeke bingehîn pêktînin û bi awayekî li pêşiya derketina tevgereke jinan a rasteqîn dibin asteng.
Lê belê ew jinên ku bi hişmendiyeke zayendeyî dikevin nava wan partiyan, bi armanca çêkirina guhertinan di rewşa jinan de, divê bizanibin ku ew neşên guhertineke cewherî û radîkal di rewşa jinan de encam bidin. Ji ber ku ew yek ne ji armancên wan partiyan e. Ne jî ji erkên xwe dibînin, lewma bi mixabinî ew tenê enerjiya xwe bi heder didin, renc û keda jinan ji bo bi hêz kirina desthilatdariya wan partiyan bi kar tînin. Ji rewşa jinan jî ne tiştekî diguherînin ne jî dikarin nihêrînên xwe li ser mijarên giştî yên cûr bi cûr bi biryar bikin û bidin pesend kirin. Ew wekî ku Yoke Smit jê re dibêje “reaksiyona revê hildibijêrin“.
Heta ew jinên di meqamên bilind de, ango di saziyên siyasî û hukumetî de, ciyên girîng digirin berevajî analîzan, ew her tim ji jinan re ne bereket in. Ji ber ku ji aliyekî ve ew wekî hincet têne bikar anîn – wa jinan nûnerên xwe hene di partî û hukumeta me de – û ji hêla din ve ew jin bi mekanîzmayên ku li jor hatine destnîşan kirin neçar dibin ku xwe wekî kom û partiyên xwe bidin axaftin. Her wiha ew pozîsyona piraniyê – ku ji aliyê mêran ve tê temsîl kirin – xurt dikin ku hewl didin bibêjin ku pirsgirêkek bi navê pirsgirêka jinan tune ye. Eger hinek pêdawistiyên wan hebin jî em in yên ku dikarin çareser bikin.! Bi gotineke din, ev jin hinceta ku pergala heyî diparêze pêşkêş û pesend dikin. Ji ber vê yekê tenê hebûna “a woman/ jin” di navnîşa hilbijartinê de an di postên bilind û komîte û partiyan de ne kafî ye.
Rast e, gihîştina jinan ji bo meqam û postên bilind li welatan girîng e, lê ya girîngtir ew e ku em bipirsin: gelo yên ku pêwîst e wan ciyan bigirin kî ne û kîjan jin in? Gelo eger xwedî deshilat û hejmon bin, çend hayadar in ji pirsgirêkên jinan di civakê de û çi qas hestên berpirsiyariyê pê re hene li beramber jinên civakê û hewl didin şert û mercên wan biguherînin?
Bi ya min yên ku gerek e van meqaman bigirin ew jin in ku haya wan ji rewşa jinan ya di civakê de heye û hewl nadin ku wekî kes xwe rizgar bikin û ji rewşeka giştî ya perîşan birevin. Yên ku bi hevzayendeyên xwe re di nava hevgirtinê de ne. Siyaseta ( dabeş bike/li ser zal bibe), fêl, rêgez û lîstikên ku ji hêla koma din ve hatine çespandin qebûl nakin û nahêlin ku ew ji hêla partiyên siyasî ve, ji armancên xwe yên wekheviyê paşgez bibin. Qebûl jî nakin ku bi armancên wan re bazirganî bête kirin.
Raste, li cîhanê beşek jî ji jinan heye ku gîhane û digîhin meqamên bilind û biryar bidest in, lê asta ku ew ji bo doza jinê bi giştî sûdek rastîn pêk bînin, bi asta xwenasîn û xwezanîn û girêdana wan bi doza hevzayendeyên xwe yên çewsandî ve girêdayî ye. Bo mînak, ji dema ku Rosa Luxemburg li Almanyayê ket ofîsên sosyalîst tiştek guherî, lê Indira Gandhi û Golda Meir ti têkiliya wan bi doza jinan re tunebû. Tevî jîrbûn û şiyanên rêberiyê yên Angela Merkel çend ew meqam û hêz xiste di xizmetkirina doza jinan de?! Yan jî kî bi qasî Margaret Thatcher xwedî jîrî û hişmendiya siyasî û birêvebirina dewletê bû, lê gelo wê di demê desthilatdariya xwe de çi pêşkêşî doza jinan kir? Berevajî wê, dibe ku serokkomareke jin a xwenas û girêdayî nirxên xwe yên zayendeyî bikeve Koşka Spî ya li Washingtonê û guhertinên baş qeyd bike. Pîvana wî karî, zanîn û hesta berpirsyariyê û xwesteka bidestxistina deskeftan e ji bo doza jinan.
Li cîhanê xanimên wiha ber bi zêdebûnê ve diçin, lê li Kurdistan û Rojhilata Navîn piranî ya jinên ku xwe didin pal partiyên mêran (bi sedemên cuda cuda) tenê xwe xelas dikin, eger dest biavêjin hinek xebat û çalakiyan jî tenê bi rengekî reklamî û siloganî dikin.
Aşkira ye ku rewşa jinên Kurd bi giştî û tevî zîrekbûn û şiyanên wan ên berçav di asteke xerab de ye. Astengiyên civakî yên heyî û çanda gelêrî ku bi salan di bin bandora pergala baviksalarî û ramanên olî de maye, rêjeya bilind ya nexwendewariyê, asta ne şiyariya yasayî û kêmasiyên perwerdehiya mafên qanûnî û mafên mirovan di civakî de, û tundûtûjiya berdewam dihêle ku rewşa wan li gel rewşa jinên Rojavayî ( Cîhan a Rojavayî ) neyê berawirdkirin. Eger em rewşa dagirkerî û bişaftina çandî û neteweyî ya ku pê re rû bi rû ye li gel êş û tengasiyên ku ji rewş û ji tevgerên siyasî jê re maye lê zêde bikin, rewşa wê ji ya jinên li derdora wê, li Rojhilata Navîn jî gelek xerabtir e.
Mixabin, rêxistinên jinan ên heyî jî piranî yan bêkalîte ne û bi têra xwe girîngiyê bi meseleyên jinan nadin û loma nikarin mafên siyasî yên jinan biparêzin, ji ber ku ev rêxistin bi partiyên siyasî ve girêdayî ne û piraniya wan partiyan li gorî zîhniyet û mentalîteya xwe li dijî mafên jinan in. An jî wekheviyê wekî erk û armanceke pêşîn û bingehîn nabînin. Ew bernameyên ku bi navê jinan didin diyar kirin jî ji bo mijarên hizbî û mebestên propagandayî ne, ne ji bo başkirina rewşa jinan e yan ji bo dariştina qanûnên wekheviya zayendî ne. Tenê propagandeyên siyasî û medyayî ji bo beşdarbûna jinan tê bikaranîn, lê anîna wan bo kargeha biryardanê ji bo ti partiyeke siyasî ne pêşanî ye. Lewma pirsgirêkên me li Kurdistanê bi çend jinên di parlementoyê de yan çendek wezîfe girtine, çareser nabe ji ber ku piraniya wan jinan jî ne bi menzûreke jinane kar û xebatên xwe dikin. Ji ber vê yekê çareseriya vê bi heder dana enerjiya jinan avakirina partiyeke jinan a azad û serbixwe ye li Kurdistanê.
Partiyeke Çawa?
Partiyeke Kurdistanî, neteweyî, demokratîk û sekuler e. Hemû jinên Kurdistana Mezin û jinên Kurd ên li dîasporayê di xwe de dihewîne. Ji prensîbên wê yên bingehîn wekheviya di navbera herdu zayendan e.
Armancên partiyê “Parastina Mafên Jinan” û xurtkirina şiyanên wan. Bidestxistina hemû mafên bingehîn e, ji holê rakirina her cûre cudakariya li dijî jinan û her cûre tundiya li ser wan, guhertina têkiliyên civakî li ser bingeha hiyerarşiyê û serdestiya mêr û avakirina têkiliyan li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr û rêzgirtina ji mafên mirovan re. Wekheviya jin û mêran ku bi heman rengî bigihîjin nûnertî û hêza biryargirtinê di warên cihêreng ên jiyanê de.
Partî rasterast bi hemû mijar û guhertinên siyasî, civakî, hizrî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê têkildar dibe. Rêveber û endamên ” Yêkîneya Lêkolînên Bingehîn ” di partiyê de erkdarin ku nêrîn û hişmendîyek jinane a yekbûyî biafirînin lewma berdewam di lêkolîn û pêşxistina hizrî de ne. Ew di hundir civînên partiyê de berdewam di hevpeyvînkirin û şîrovekirin û lêkdanên hizrî de ne. Lê di warê siyaset kirinê de ew têkildarî mijarên din nabin, tenê serinca wan li ser başkirina şert û mercên jinên Kurdistanî dibe. Bi îfadeyeke din “Em hemû pêşketinên li cîhan û Kurdistanê dişopînin, lêkolîn dikin, di navbera xwe de nîqaş dikin û hişek û menzûreke kolektîf ava dikin, lê em ê hêz û enerjîya xwe bi giranî li ser başkirina rewşa jinên Kurdistanî xeric bikin û di mijarên din de nebin xwedî siyaset.”
Ji bo damezirandina partiyeke siyasî ya jinan çend gav û rêgez hene ku divê bên şopandin:
Ya yekem, bi avakirina grûpeke bingehîn dest pê dike û pêk tê ku weke akademiyek dîjîtal (Akademiya Azadiyê) xwe bi rêve dibe. “Yekîneya Lêkolînên Bingehîn” di hemû warên ku “Jina Kurdistanî” têkildar dikin, lêgeran dikin. Lêkolîn û belge li ser dîroka wê ya kevn û nûjen, rewşa jeopolîtîk, jeo-sosyolojî û psîkolojî tên kom kirin û şirove kirin. Dîroka wê ya nenivîsandî bi alîkariya lêkolîneran di warên cihê de – dîn, felsefe, kultur, muzîk, wêje û di şer û siyasetê de – ji nû ve tên lêkolîn kirin û tomar kirin. Ji bo pêşxistina hiş û aqilek yêkgirtî di van hemû mijaran de, organîzekirina komên perwerdehiyên (dîjîtal û cihî) ji endamên partiyê re li ser bingeha lêkolîn û nîqaşên ku ji hêla grûpên lêkolînan ya Akademiyê ve hatine pêşxistin.
Ya duyem, “Koma Huqûqî” ya ku saziya parti yê ava dike û bi erkên din jî radibe, weke “Alîkariya Huqûqî ya Jinan” rêxistineke ne-tîcarî be ku bi dilxwazî û azad pêşniyarên qanûnî pêşkêşî jinan bike, û saziyek ramanê ye ku li ser mijarên girêdayî jinan û qanûnê ava bike, ku qanûnên bingehîn lêkolîn bike û piroje qanûnên nû yên ku kêrî jinan bên pêşniyar bike. Li gel amadekirina rêzikname û nîzama daxilî bo parti yê.
Ya sêyem “Komîteya Pispor a Polîtîkayên Jinan û Wekheviya Zayendî.” Ew komîteyeke domdar a pisporan e ku ji bo pêşxistina pêşniyarên siyasetê yên ku bandorê li rewşa jinan bi taybetî wekheviya zayendî dike, wezîfedar be.
Li Norwêcê ew di bin çavdêriya “Lobiya Jinan a Norwêcê” de kar dike û ji aliyê profesora civaknasiyê Catherine Holst ve tê birêvebirin. Endamên din ji jinên parêzer, dadwerên dadgehan, profesorên lêkolînên zayendî, mamostayên dîrokê û profesorên zanistên siyasî yên jin pêk tên.
Endamên partiyê ji jinên ku ji partiyên mêran veqetiyane û xwedî nihêrandineke femînîst in. Her wiha ji jinên ku di hemû qadan de dixebitin û nirx û armancên me pesend dikin û berpirsiyariyê digrin ser xwe li gel ciwanên ku di perwerdeyên partiyê de derbaz dibin, pêk tên.
Partî bi stratejiya xwe ya ku li ser sê biyavên sereke tê avakirin, hewl dide bigihîje armancên xwe:
Biyava yekem: Partî li ser bingeha xebata berdewam bi pêşxistina kampanyayên hişyariyê di nava jinan de, kar û barên guhdarîkirinê, rêberî, rêbernameya qanûnî, piştgirîya psîkolojîk ji bo jinên mexdûrên şîdeta li ser bingeha zayendî, û karwanên hevgirtinê bi jin û nişteciyan re li deverên cihêreng ên Kurdistanê, xwe pêşve dibe.
Biyava duyemîn: Partî di heman demê de, di xebatên danûstandin û hevgirtinê de, toreke berfireh bi komeleyên herêmî, partî û tevgerên jinan yên cîhanî re pêşdixe û ezmûn digre. Pêkan e ji partiyên jinan û partiyên kesk û sosyalîstan û partîyên demokratîk ên Ewrupî û cîhanî ku di warê geşepêdan û têkoşîna li dijî tundî û cudakariya li dijî jinan de dixebitin, alîkariyê û hevpariyê bixwaze. Di hundur de jî Blokan li gel jinên hemû partiyên din re ava dike. madem ku baweriyeke hevbeş heye û pêwîst e bêhtir enerjiya xwe bidin başkirina rewşa xwe. Lewma pêşxistina pirên diyalogê li gel hemû jinên civakê erkek cidî ye. Ji ber ku dema em palpiştiyeke rastîn ji jinên civakê bistînin em dibin hêz û bi wê hêzê dikarin gav bi gav yasayên wekhev ferzbikin û biçespînin.
Biyava sêyem: Partî ji bo guhertina qanûnên neheq ên li dijî jinan xebatên parêzvaniyê qebûl dike û hewl dide ku bandorê li saziyên neteweyî û navneteweyî bike da ku di her astê de wekheviyeke tam di navbera jin û mêran de saz bike. Ev yek bi çalakiyên ku ji hêla endam û komeleyên girêdayî wê ve têne organîzekirin, wekî pêşxistina kampanyên ku ji van pêk tê: Vekolîna qanûn û pêşxistina projeyên qanûnî ji bo avakirina wekheviya tam di navbera jin û mêran de. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêşkêşkirina xizmetê ji bo jinên di rewşên dijwar de. Perwerde yên hişyarî yê, perwerde û têkoşîna li dijî nexwendewariyê. Nûnertiya jinan di pozîsyonên biryardanê de. Teşwîqkirina wan ji bo serxwebûna aborî bi rê ya vekirina xûlên perwerdehiyê ji bo karsaziyê. Ji bo garantîkirina mafên bingehîn ên jinan parêzvanî û lobî. Pêşxistina perwerdehiya wekhevî yê. Başkirina îmaja jinan di medyayê de û têkoşîna li dijî tundiya medyatîk û sembolîk. Teşwîqkirina afirîneriya jinan di warê wêje, huner û lêkolînên zanistî de.
Ev partî bi çi rengan ne dijî mêran e ne jî dibe amrazê pêşxistina kîn û nefretê di navbera her du regezan de. Berevajî wê em di grûpên lêkolînan de pêşwaziya mêrên dadxwaz û rûşenhizir dikin ji bo pêşxistina hevpeyivîneke azad û ayindeyeke rûşentir ji bo jinan û mêran bihevre li Kurdistanê. Ji ber ku armanca partîyê gîhana peywendiyeke wekhev û dadperwer e ji bo damezirandina bingeheke bedewtir, bi nirxtir ya evînî, hevjînî, dostanî û bihevrebûnê.
Dibe ku gavên despêkê pir dijwar bin. Bi taybet di civakên ku li dijî guherînan li ber xwe didin û qebulkirina gav, pergal û prensîbên nû gelekî zehmet dibînin û li dijî radiwestin. Dibe ku mînakên mîna van partiyan bi carekê bihêz nebin lê guman tune ku gav bi gav û bi çalakî û xebat a berdewam guhertinên giring di civakê de encam didin. Pêşveçûna me dibe ku hêdî û tejî astengî be, lê ezmûna cîhanî piştrast dike ku partiyên weha zihniyeta civakan bandor dikin û geşedanên bingehîn di civakan de diafrînin û ew armanca herî mezin e.
Têbînî: Ev nêrîn, dîtin û lekolîn ya taybet e bi nivîskarê ve li ser şekil û naveroka partiyeke pêşerojê ya jinan, lê ew ji raman û nirxandin û pêşniyarên din re vekirî ye. Ji ber ku weke jin em bi xebatên kolektîf bawer dikin û pêş dikevin.
_____________________________
* Navê gotarê ji navê pirtûka Virginia Woolf ( A Room of One’s Own) hatiye girtin ku tê de dibêje ji bo ku jin mîna mêran berhemên edebî binvîsin ji wan re odeyek, wext ji bo têfikrînê, azadî û hindik pere lazim in.
* Jinên Sor: Rêxistineke femînîst a girêdayî Partiya Karker a Hollandayê, ku daxwaza azadiya jin û mêran û tevlêbûna wan a wekhev di civakê de dikir.
* Aletta Jakob (1854-1929): Yekemîn doktora Hollandî, û yek ji pêşengên herî berbiçav ên pêla yekem a femînîzmê ku di destpêka sedsala bîstan de ji bo bidestxistina mafê dengdanê ji bo jinan şer kir.
* Virginnia Woolf (1882- 1941): Nivîskareke înglîz a mezin ku wekî îkoneke edebiyata nûjen a sedsala 20an tê hesibandin.
* Yoke Smit ( Johanna Elisabeth) ( 1933-1981): Hişmend û siyasetmedareke feminist a Holandî ye, xwedî gelek babetên giring mîna “Ka jinên hişmend”, “Sinorên siyasî yên dilê dilovan” û htd..


