Stranbêj û hozanê gewre yê kurd Şivan Perwer piştî salekê careke din di çarçoveya 50 salîya xwe li ser dikê, ji bo konserê hate Londonê. Konsera îsal li Dominion Centre a li Wood Greenê hate saz kirin. Kapasiteya eywanê dora hezar û pênc sed kesî ye. Û dema konserê eywan heta devê dijî bû.
Hunermendê gewre 50 saliya xwe di rêwitiya mûzîka kurdî de pîroz dike. Loma li gelek deverên ewropayê konser dide. Ji ber ku wateya konserê mezin bû, eleqeya ji konser û Şivan Perwer re jî gelek bilind bû. Lewra yên ku îmkanên wan hebûn, nexwestin derfeta zîndî temaşekirina hunermendê gewre yê kurd ji ji dest bixin.
Bi qasî çavdêriya min Şivan kal nebûye. Belê emrê wî gihîştiye 70 salî. Lê li ser dikê bi deng û bejn û bala xwe hê mîna xortekî 20 salî bû. Mîna ku roja xwe ya ewil li ser dikê be.
Şivan li ser dikê hem stranên xwe gotin û hem jî sohnet kir bi guhdarvanan re. Digel stranên bi coş gel rabûn govendê.
Di dema stranên wek Çawa Ciwan e Leyla, Serhildan Jiyan e û Kîne Em? lê xist hemû ewyan bi hev re digot.
Şivan Perwer bi deng û stranên xwe yên ji hev xweştir şeveke xweş ku dê neyê ji bîr kirin diyariyê kurdên li Londonê kir.
Civîneke Taybet Li Parlemanê û Xelata Rûmetê Bo Şivan Perwer
Civîn bi mazûvaniya Lord Dave Watts û bi beşdariya parlamenter, nûnerên civaka civîl û nûnerên civaka kurdî li brîtanyayê hate kirin. Saziya Centre Kurdish Progress ev organîzasyon ev civîn organîze kir. Lord Dave Watts Xelata Rûmetê da Şivan Perwer.
Hunermendê gewre Şivan Perwer bi vê boneyê bangî mêvanan kir û guhda pirsên wan.
Hun hemû bi xêr hatine. Ez bi rastî gelek dilşa me ku bi we re me. Me çend caran hevdu li çalakiyên cuda dîtin helbet. Em hevdu dizanin. Bo min rûmet e ku li parlemana Brîtanyayê ez xelateke wiha werdigrim.
Em kurd û herwisa gelên hînt-ewropî zimanê me xizmên hev in, û bi îngîlîz re ji heman malbata zimanan e. Di dema reform û ronesansê de me nekarî em xwe baş bidin nasîn. Gelek welat hatin avakirin wek Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê lê ne li ser hîma neteweyê. Ew hemû nû ne. Lê Kurdistan gelek gelek kevnar e. Dîroka wê çend hezar salî ye. Lê Kurdistan hate perçekirin bi muzakereyên Sykes Picotê li Lozanê. Dora 60 milyon kurd hene. Kurdistan hê di talûkeyê de ye. Hê jî otonomî an jî federasyonek bidest nexistiye.
Çawa Dest Bi Stranbêjiyê kir?
Wek xort û ciwanekî kurd ku ez ji bo xwendinê çûm enqerê, min gelek xwendekarên kurd ji Îran, Iraq, Sûriyê hatibûn nasîn. Me bi wan re li ser welatê xwe, bi hevrebûna xwe û nirxa neteweyê xwe sohbet kirin. Ez bixwe ji malbate mûzîkhes û mûzîkjen têm. Li devera me muzîk cuda hebûn. Perwerde ya min a mûzîkê nebû di serî de. Lê ji dê û bavê xwe û ji herêma xwe fêrî çanda mûzîkê bûm.
Weke kurd wê demê ez bûm şahidê êş û têkoşîna li Başûrê Kurdistanê. Û gava têkoşîna Mele Mistefa Barzanî û pêşmergeyan rastî xiyanetê hat û berxwedan şikest, ev birîneke kûr di dilê me de vekir. Û hevalan ji min re gotin dengê te pir xweş e. Tu dikarî bibî stranbêjeke gewre. Çima tu jî albûmekê dernaxî? Here stenbolê û tê gelek bê nasîn. Min got naa. Ez naxwazim bibim mîna hin stranbêjên ji herêma me ku di bin asîmîlasyona Tirkan de ne. Ez dixwazim biwînim û ez hezdikim stranên xwe bêjim. Bihêlin ez stranên xwe bêjim. Lewra bi min re gelek stranên klasîk, stranên protest, stranên ku min bixwe rave kiriye hene. Mînak:
Ka Kurdistanim, ka bax û bostanim,
Ax dûjmin tev girtin, ka Kurdistanim
Pîştre min dest bi kursekê kir. Di nava mehek du mehan de min dî xelk hez dike ji mûzîka min. Bi min re parve dikin. Vê yekê hêzekê da min ku ez berdewam bikim û bêtir stran rave bikim. Min her rojê stran rave dikir. Lewra li welatê me gelek zor û zehmetî hebûn. Gelek manîpulasyon çêdibin ji hêla axayan, şêxan, seyîdan. Kurdistan ji derve hatibû perçe kirin lê ji hûndir jî em hatibûn perçe kirin. Axa, sêx, beg, mîr, êzdî, elewî, sûnnî. Û ji min re gotin tu yekem kesî ku wan hemû aliyan tînî ba hev.
Piştre min klasîkên Xezalê, Krîvê û yên din çêkirin. Rexneyên min jî hebûn li ser têkoşîna kurdan. Min bi stranan vegot. Xelkê jê hez kir. Ev dora 55 salin ez distrêm û şikir ji xwedê re ez hê jî sax im. Kesî ez nekuştim. Nizanim, belkî wan jî parîkî ji min û mûzîka min hez dikir. Îro em li vir in bi mirovên qenc û hevalên hêja re ne. Ez gelek spasiya we dikim ji bo vê diyariyê.
Em kurd miletekî kevnar in ji rojhilata navîn. Gava tu li dîrokê binêrî her jes dibêje şaristanî ji sumerîyan, ji mezopotamya dest pê dike. Lê em in mezopotamya. Mezopotamya di navbera 2 çeman de ye. Firat û Dîcle. Ev e mezopotamya û ev e Kurdistan. Û em xwedî zimanekî gewre ne û em hê bi vî zimanî xeber didin. Herî kêm 50 milyan însan bi kurdî diaxivin.
Dora 24 welatên ereb hene û ew hê daxwaza welatê bi navê Fîlîstîn dikin ku nifûsa wan 3-4 mîlyon e. Kurd 60 milyon in lê kes behsa wan nake. Ev şermeke mezin e.
Kurdistan welateke dewlemend e, bi petrol û gaza xwe, bi çandinê û çemên xwe û bi hewaya xwe ya xweş. Îngilîstan welateke demokrat e. Ew bû bavê gelek welatên din ku seranserê cîhanê avakirin. Û dûvre ji Brîtanya re hate gotin ku welatê roj lê naçe ava. Îro dora 3 milyar însan bi îngilîzî diaxivin. Ev yek ji vê gravê derket. Em hêvî dikin ku Îngilîstan alîyê me bike û em Kurdistanê ava bikin. Kurd miletekî aştîxwaz e. Me tu carî êrîşî kesî nekiriye. Di dîroka me de Siltan hene mîna Selahadîn Eyûbî. Gava behsa Cengîz Xan bê kirin, dê bêjin barbar. Lê gava behsa Selahadîn bikin ewê bêjin Siltanê edaletê. Ev tê wê wateyê ku Kurd ji edaletê hezdikin. Em dixwazin cîranên me jî rêzdarê mafa me bin.
Ezê her bistrêm. Mûzîka mîn cîhanî ye. Heke hûn lê binêrin hûnê tê de hard rock, rap, jazz, raggy hwd bibînin. Min ji kultura cîhanê gelek tişt wergirtin.
Konsera Dîrokî li Wembleyê
Sala 1999an de gava Iraq êrîşê Kurdistana Başûr kir. Ez li Stockholmê li mala Mahmut Baksî bûm. Xanima wî got Şivan tu Peter Gabriel dinasî. Ew gelek konsertên mezin li dar dixin. Çima jê alîkarî nexwazî? Heke bipirsî belkî ji bo Kurdistanê hûnê bi hev re tiştekî bikin.
Peter Gabriel stranbêjekî gewre ye li Îngilîstanê û hevalê min e. Min telefonî wî kir. Ez him kelogirî bûm û him jî piçek şa. Wî got çawa yî Şivan, li ku yî? Min got ez baş im lê tu halê Kurdistanê dibînî? Wî got ez gelekî xemgîn im. Em dikarin çi bikin? Piştre got konserên me hene li deverên cuda, hez bikî werî di konserekê de em sahnê bi te re parve bikin. Min got temam. Lê ez diçim Kurdistanê lê ezê vegerim. Wî got temam. Wexta ez vegeriyam wî projeyê da Jeffrey Archer. Û Harvey Goldsmith production bû sponsorê konserê. Min herwiha princess Lady Diana jî dît. Li stada Wembley wan konsereke gewre li dar xist. Dîmenên konserê ji bo 37 kanalên cîhanî re hatin şandin. Ji konserê 57 milyon Pounds pere hate berhev kirin. Hinek jê dan saziya alîkariyê Red Cross û hinek jê jî şandin Kurdistanê. Ji kesekî, Peter Gariel, dest pê kir û bû şahîyeke mezin.
Feryal Clark: Em bi stranên Şivan Perwer mezin bûn. Tesîra wî gelek mezin e li ser me ku heya ez gihîştim vê astê. Stranên wê berxwedan û doza kurdan vedibêje. Strana ku ez pir jê hez dikim jî Ez Xelef im me. Û gava dihatim vir jî bi rê da min vê stranê guhdarî dikir. Heke ez li virim, heke kurd he jî berxwe didin, ji bo mafê xwe şer dikin ev tev ji ber stranên te ne. Ez ji dil spasiya te dikim ji bo vê ked û tevkariya te. Weke yekem Parlementera ji Labour Party (duyemîn parlementara kurd li parlemana brîtanyayê) ezimandina te di bin banê vê parlemanê de bo min rûmeteke mezin e. Spas ji bo hatina te. Spas ji bo hemû tiştên ku te ji bo me û ji bo jenerasyonên dê bên kirin.
Osman Baydemîr: Brêz Lord Dave Watts ez spasiya te dikim ji bo vê mêvandariyê. Û herwisa ez spasiya we hemûyan dikim ku hun li vir şahidiya vê yekê dikin. Bi min li vir du lord hene, yek tu yî Lord Watts. Yê din jî, lordê sewta Kurdistanê Şivan Perwer e. Ew sewta ku ji Ehmedê Xanî tê, ji Feqiyê Teyran tê. Gava ez wî dibinim, ez ne li virim, ez li paşerojê me jî. Diçim wan roja ku stranên me qedexe bûn, kesên ku digotin em kurd in di talûkeyê de bûn. Ez bi îzna we hemûyan dibêjim gelek spas ji bo vê keda te û ji bo ew riha Kurdistanî ku te da me bi sewta xwe, bi dengê xwe. Zor spas, mala te ava. Herwisa gava ez te dibînim, ez te wek wezîrê çandê û sefîrê aştiyê dibînim di navbera Kurd, Tirk, Ereb û Farisan de. Û tu pîrekî gelek girîngî di navbera Bakur û Başûr de, di navbera Rojhilat û Rojava de. Di navbera kurdên elewî û sûnnî û kurdên kakayî û êzîdî de. Şivan hişmendiya netewî ye, ew sewta netewî ye. Her hebî zor spas. Em dixwazin vê destegulê li ser navê hemû mêvanan û li ser navê dayîkên kurd diyarîyê te bikin.


