Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Pirtûknasîn»Danasîna Pirtûka Ariya Giyanên Stewr A Sîdar Jîr
Pirtûknasîn

Danasîna Pirtûka Ariya Giyanên Stewr A Sîdar Jîr

Faîk OcalBy Faîk Ocal15/07/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Di pirtûkê de neh çîrok hene. Bi kurtasî nav û naveroka çîrokan wîsa ye.

Kirasê Gulgulî: Şarezaya bî ya sî û sê salî bi keça xwe Dilnazê re ji gund bar dikin Amedê. Şareza li terzîxaneyê karê dirûtinê dike, Dilnaza keça wê jî li zanîngehê dixwîne. Dilnaz û Beroj (Berdil) evîndarên hev in. Dilnaz kirasê gulgulî li dayika xwe dibîne û li ba wê jî Beroj. Mijar îxanet e, xapandin e lewre dê û Beroj Dilnazê dixapînin, îxanetê lê dikin. (Rûpel; 7-14).

Aboneyê Rojnameyê: Berav Pêşeng kurê Mervan û Nêrgiz Pêşeng e. Bi navê bavê wî zerfek tê mala Berav lê ye. Zerf ji Nûnergeha rojnameya Wehkeviyê ya Qamişloyê hatiye. Rojekê li ser pêveka rojnameyê dosyayeke taybet hatiye amedekirin. Li gor dosyayê, “Berav bûbû şervan û dê û bavê wî jî piştgirî dabûn lavê xwe, ji aliyê qontrayan ve hatibûn kuştin.” Du roj bi şûn de li gor sernûçeya wê rojnameyê Berav “bi parçeyê cama neynikê rehên zenda xwe ya çepê jê kiriye û jiyana xwe ji dest daye.” (Rûpel; 15-19).

Xwekuştin: Sîmir û Nefel Hêvîdar hevserên hev in. Sîmir civaknas e, Nefel psîkolog e. Li bajarên mîna Elîh, Amed, Mêrdîn, Ruha, Colemêrg û Çewlik û Wan keç û jinên welet bi cinûnîbûnê dikevin û xwe dikujin. Sîmir dixwaze wek civaknasekî sedema xwekuştinê derxe holê û pêşiyê lê bigire. Lewma jin û mêr dest bi xebatê dikin û “roj bi roj nêzîkî gola cendekan dibin… Cih bi cih, war bi war, bajar bi bajar li pey xwekuştinê ketibûn.” Sîmir di dawiyê de xebata xwe berhev dike û li Enqereyê dosyayê xwe pêşkêşî rayedaran dike û vedigere welêt. Li mal nameya Nefelê dikeve destê Sîmir. Di nameyê de Nefel sedema kuştina xwe nivîsiye. Piştre Sîmir jî tê kuştin yan jî xwe dikuje. (Rûpel; 21-30).

Kevirê Gorê: Çîroka mirina Xêroyê axayê gund e. “Xêro axa hê di cihê xwe de rûniştî bû, bedena wî cemidîbû. Di cihê xwe de tevizîbû. Ji nişkê ve çav bi yekî xerîb û awirên wî tijî tirs bû, ket. Tê gihîşt ku ew e, Ruhstîn bi xwe ye.” (Rûpel; 31-33).

Sibeha Bêazan: Koçer milîsê Partiyê yê herêmê ye, melayê gund sîxurê dewletê ye. Rojeke Koçerê “zavayê şeş mehan” tê kuştin. Jina wî kujerê mêrê xwe dizane lê belê nikare/naxwaze bi lêv bike. “Wekî bîst û çar sala berê, dîsa bi destê sibehê re hemû gundî ji xewa sibehê hişyar bûbûn.” Yê ku hatibû gund û bûbû mêvanê Nûmanê şivan û “qesasê bavê xwe kuştî” lawê Koçer, Jiyan bû. (Rûpel; 35-43).

Xewna Helebçeyê: Çîroka Kejo û “zarokên di wêneyên wî de cih girtîbûn” bû. Kejo “ku bi eslê xwe Kurd bû” û di nava artêşa Sedam de serbazek bû. (Rûpel; 45-48).

Xerat: Mîrxan mamosteyê zankoyê ye, Perwîn xwişka wî ye. Sertav jî beriya ku dest bi xwendina li zankoyê bike karê xeratiyê dike. Sertav xwendekarekî polîtîk e. Piştre Perwînê dinase û dibin evîndarên hev. (Rûpel; 49-56).

Evîna Şeydayî: Vebêjer li Kafe Pêyê ye û li wir di kovarekê de rastî çîroka Şeyda tê. Di dawiya çîrokê de “bi tenê carekê dengê demançeyekê” tê. (Rûpel-57-64).

Zeytûnfiroş: Çîroka dizekî navdar e û navê wî Seyidxan e. Di dawiya çîrokê de Seyidxan bi keça Silêman axa, Edlê re direve û li nameya ku ji Silêman axa re hiştiye wisa îmze dike: “Dostê te, Seyidxanê zeytûnfiroş -serokê dizan- û êdî zavayê we ye jî.” (Rûpel; 65-71).

Sê cur çîrokên honaka civakî ya polîtîk hene (Social-political fiction): Çîrokên sîstemê yên polîtîk (Political Tracts), çîrokên vekêşana polîtîk (Political Thrillers), çîrokên kurt ên polîtîk (Political Short Story). Sîdar Jîr, bi her neh çîrokên xwe rexneyan li pergalê anku dewletê dike. Çîrok hem bi vekêşan hem jî kin in. Nivîskarî çîrok li ser zemînekî polîtîk ava kirine. Nexasim li gor çîrokên honaka civakî ya polîtîk çîroka Aboneya Rojnameyê, Xwekuştin, Sibeha Bêazan, Xerat gelek serkeftî ne. Çarçoveya çîrokan berfireh e û mirov çîrokan bi kêfxweşî dixwîne.

Ji xêncî çîrokên Kirasê Gulgulî û Zeytûnfiroşî di her heft çîrokan de jî (Aboneyê Rojnameyê, Xwekuştin, Kevirê Gorê, Sibeha Bêazan, Xewna Helebçeyê, Xerat, Evîna Şeydayî) dengê demançeyê heye. Di destpêka çîroka Evîna Şeydayî de “dengê têla kemana jineke Faris û dengê dûdûka yekî ermen” heye û di dawiya eynî çîrokê de jî “dengê demançeyekê” heye. Tenê di çîrokên Kirasê Gulgulî û Zeytûnfiroşî de dengê demançeyê tune lê belê di wan de jî dengê îxanet û xapandinê heye. Dengê demançeyê bi ser dengê keman û dûdûkê ketiye. Evîndarên di çîrokên Kirasê Gulgulî û Zeytûnfiroşî de ne dengê keman û dûdûkê dibihîzin ne jî dengê Ciwan Haco û Goran Bregovîçî dibihîzin. Di her du çîrokan de dengê “mexlûqatên rûreş” û “Seyidxanê dizek” heye. Dengê demançeyê muzîka pirtûkê ye.

Di navenda neh çîrokan de kêşeya bindestî û serdestiyê heye. Ariya Giyanên Stewr pirtûkeke çîrokên polîtîk e. Çîroknûsî bi çîrokên xwe rexneyan li serdestiya desthilatdaran dike û peyamên exlaqî dide. Li gor çîroknûsî çeka herî mezin û siruştî ziman e. Divê kurd zimanê xwe biparêzin û xweditiyê lê bikin.

Ariya Giyanên Stewr çîrokên polîtîk in. Bingeh û peyama heft çîrokan (Aboneyê Rojnameyê, Xwekuştin, Kevirê Gorê, Sibeha Bêazan, Xewna Helebçeyê, Xerat, Evîna Şeydayî) polîtîk e. Çîroknûsî di heft çîrokan de bûyerên polîtîk vedibêje. Karekter li gor peyamên polîtîk tevdigerin. Çîroknûsî pênûsa xwe wekî çekekê bi kar aniye. Ariya Giyana Stewr ji çîrokên rewş û bûyeran pêk tê. Mirov rastiya Kurdan û rewşa welêt dibîne.

Ariya Giyanê Stewr Avrêla 2004an ji Weşanxaneya Bajerê derketiye. Karê editoriyê Kawa Nemir, yê wêneyê bergê Sevinç Altan, yê berg û rûpelsaziyê A. Rahman Çelîk kiriye. Di pirtûkê de xeletî û çewtî kêm in. Weşanxaneyê karê xwe baş kiriye.

Sîdar Jîr sala 1980yî li Şemrexa Mêrdînê ji dayik bûye. Ariya Giyanên Stewr pirtûka wî ya pêşîn e. Di vê pirtûkê de jî diyar dibe ku Jîr di karê xwe de gelekî jîr û serkeftî ye. Sîdar Jîr ev pirtûk di 24 saliya xwe de weşandiye. Ji bo weşandina pirtûkeke wiha divê paşxane (background) ya mirovî gelekî zengîn û rengîn be. Ev pirtûk jî îsbat dike ku Sîdar Jîr hîn di 24 saliya xwe de paşxaneyeke zengîn û rengîn bi dest xistiye. Ew bi çîrok û romanên xwe ji bo wejeya kurdî qonaxeke girîng e.

 

 

 

Danasin Pirtûkên kurdî pirtûknasîn the Raising of Kurds 7
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Faîk Ocal

Nivîskar, Semsûr

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.