Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Derûnnasî»Dagirkeriya Derûn(nas)iyê / Psîkolojiya Kolonyalîzmê (Psychology of Colonialism)
Derûnnasî

Dagirkeriya Derûn(nas)iyê / Psîkolojiya Kolonyalîzmê (Psychology of Colonialism)

Brahîm AlûcîBy Brahîm Alûcî15/07/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye17 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Destpêk

Kolonyalîzm (dagirkerî) yek ji diyardeyên herî tevlihev û kûr ên mêjî û mêjûyê mirov e ku li ser geşedan û pêşveçûna derûnî, civakî, aborî û çandî ya her du aliyên dagirker û dagirkirî bandoreke domdar û kûr dike. Ev diyarde ne tenê bi awayekî laşî û siyasî xwe nîşan dide, lê di heman demê de di qatên kûr ên derûn û derûnnasiyê de jî xwedan bandor û karigeriyeke berfireh e ku hê jî şop û rehên xwe li ser civakên nûjen berdide. Ji bo ku em bi awayekî zanistî û heyben (objektîf) fêm bikin ka çawa dagirker karîne bi hezaran sal serdestiya xwe li ser gelên cuda bidomînin û çi mekanîzmayên derûnî di vê pêvajoyê de rola xwe dilîzin, divê em lêkolînek berfireh a psîkolojiya kolonyalîzmê bikin.

Derûnnasiya dagirkariyê (Psychology of Colonialism) weke qadek lêkolînî ya nû, xwe bi rave û şiroveya kûr a kesayetî, pêdivî û awayên têkildariya dagirkeran bi civakên dagirkirî re mijûl dike. Ev qad ne tenê li ser tevger û reftarên dagirkeran disekine, lê di heman demê de bandorên vê tevger û reftarê li ser zihn û derûna civakên dagirkirî jî di bin lûpa xwe de digire. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bibêjin ku kolonyalîzm weke pergaleke bi xwe re gelek mekanîzmayên derûnî û giyanî tîne ku hem ji bo destpêkirin û domandina dagirkariyê û hem jî ji bo berxwedanê û rizgarkirina civakên dagirkiriyê têgihîştina wê pêwîst e.

Psîkolojiya kolonyalîzmê demdirêj e li ser şiroveya kûr a kesayetî, pêdivî û awayê têkildariya dagirkeran bi civakên dagirkirî re.

Pênaseya Dagirkariyê bi nêrîna Derûnnasiyê (Psîkolojiyê) ve

Dagirkarî di çarçoveya derûnnasiyê de weke pêvajoyeke aloz û tevlihev a zaldayî û kontrolkirina welatekî ji aliyê welatekî din ve tê pênasekirin ku armanca wê ne tenê desthilatdariya siyasî, lê bi awayekî berfireh kêrwergirtina çavkaniyên xwezayî, mirovî û çandî yên wî welatî ye. Ev pêvajo bi rêya talankirin û metakirin a zengîniyên xelkê dagirkirî pêk tê û di heman demê de pergaleke berfireh a kontrolkirina derûn û psîkolojiyê û zihnê civakên dagirkirî ava dike. Dagirker ji aliyê derûn û derûnnasiyê ve her gav li pey zêdekirina desthilatê, çavkaniyan û baweriya xwe ne li ser asta cîhanî da û ji bo vê yekê hemû mekanîzmayên derûnî û psîkolojiyê weke amrazan bi kar bînin.

Kolonyalîzm weke pêvajoyeke psîkolojiyê, zaldayî û çewsandinê ya neteweyekê ji aliyê neteweyeke din ve bi awayekî pergalatîk û domdar pêk tê. Ev pêvajo bi taybetî bi bindestkirina danîştûyên resen û derxistina çavkaniyên wan (Said, 1978) xwe nîşan dide ku di demê de di qatên kûr ên kesayetî û nasnameya civakî de reh û bandorên xwe berdide.

Taybetmendiyên Derûnî yên Dagirkeran di bin sê beşên sereke de tên vekolîn. Hesta berzîtî û nijadperestî weke yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên dagirkeran xuya dike. Dagirker bi gelemperî taybetmendiyeke kûr a heskirin bi berzîtî li ser civakên dagirkirî da û baweriya berzîtiya nijadî hene ku ev yek rê dide wan ku kolonyalîzm ne tenê weke pêdiviyeke aborî, lê weke erkeke sincî û exlaqî yan şaristanî bibînin. Ev baweriya berzîtiyê ji dagirkeran re derfetek pêşkêş dike ku dagirkariya xwe weke “erkeke şaristanîkirinê” qebûl bikin û rewa bibînin.

Depresyon û zexta derûnî weke taybetmendiyeke din a girîng a dagirkeran tê dîtin ku lêkolîn nîşan dane hin ji kolonyalîstan, bi taybetî li kolonyayên dûr, rûbirû arîşe û kêşeyên derûnî weke depresyon û stresê dibin ku ji ber jiyana di rewşeke nexwezayî de çêdibin. Ev zextên derûnî dikarin bibin sedema tevger û reftarên tûndûtîj û nemirovane li dijî gelê dagirkirî.

Paşnayîkirin û rewa dîtina tûndûtîjiyê weke taybetmendiyeke din a girîng xuya dike ku dagirker bi bikaranîna mekanîzmayên derûn û psîkolojiya paşnayîkar (dijwarî), bi taybetî di şiklê bîrdoziyên çandî û nijadî de, hewl didin rewa bidin nîşandan tûndûtîjiyên xwe. Ew kolonyalîzm weke erkeke pêwîst ji bo “rizgarkirina” civakên dagirkirî ji “barbarîzmê” dibînin û Pirî caran bi pênasekirina dagirkirî yan weke civakên seretayî yan neşaristanî, rewa didin tûndûtîjî û çewsandinê.

Pêdiviyên Derûnî yên Dagirkeran di sê qatên sereke de tên şirove kirin. Hesta (arezû) kontrolkirinê û zaldayiyê weke pêdiviyeke bingehîn a dagirkeran xuya dike ku ew hewl didin çareseriya yên-din kontrol bikin û bi taybetî çavkaniyên xwezayî û mirovî yên welatên dagirkirî bi talan bikin. Ev pêdivî ji bo kontrolkirin û berzîtiyê bi piranî reh û rîşe di hesta nekarî yan dilreşiya derûnî ya dagirkeran de heye û weke mekanîzmayeke parastina xwe li dijî hestên bingehîn ên nekarî û bêhêziyê tevdigere.

Pêdivî bi çavkaniyan û desthilata aborî weke hêzek birêveber a dagirkariyê tê dîtin ku yek ji pêdiviyên herî sereke yên dagirkeran di zaldayiya li ser kolonyayan de ye. Ev çavkanî ne tenê ji bo dabînkirina pêdiviyên aborî, lê ji bo domandina desthilata cîhanî û berfirehkirina bandora siyasî ya kolonyalîstan pêwîst in û wek mijara stratejîk a dirêjxayî tê bikaranîn.

Narsîsîst û nîşandana hêzê weke taybetmendiyeke din a girîng a dagirkeran tê dîtin ku ew bi piranî hewl didin di rêya nîşandana hêz û şiyanên xwe ve serfirazî û bilindbûna xwe nîşan bidin. Ev pêdivî ji bo nîşandana hêzê ne tenê li ber civakên dagirkirî, lê di heman demê de li ber civakên xwe û hevrikên cîhanî jî dike û weke stratejiyeke derûn û psîkolojiya domandina prestîjê û baweriya xwe bi kar tîne.

Bandorên Derûnî yên Dagirkariyê li ser Civakên Dagirkirî

Trawmaya hevpar û Nasnameya ziyandar

Yek ji bandorên sereke yên kolonyalîzmê li ser civakên dagirkirî, ziyana derûnî, nasnameya bêpergal û trawmaya hevpar e. Pirî caran gelê dagirkirî rûbirû dibin sûkayetiya civakî, nijadî û çandî ku bandoreke tund li ser nasnameya takekesî û trawmaya wan heye. Pirî caran kesên dagirkirî dema rûbirû dibin tûndûtîjiya pergalatîk û çewsandinê, tûşî trawmaya hevpar dibin (Freire, 1970).

Qeyîmkirin Nasnameya Dagirkariyê

Dibe ku hin ji gelê dagirkirî, di rêya perwerde û propaganda dagirkeran ve, dest ji nasnameyê xwe berdin û yê ku kolonyalîst dixwazin, qebûl bikin. Ev pêvajo bi “kolonyalîzma navxweyî” tê naskirin û di encamê de pir ji bîr û bawerî û nirxên dagirkeran di nav civakên dagirkirî de tên qebûlkirin.

Qeyîmkirina Nijadperestî û Cudakirinê

Pirî caran kolonyalîzm dibe sedema belawbûnê û pêşveçûna nijadperestî û cudakirinê li civakên dagirkirî. Dagirker bi awayekî rûtînî gelê resen weke “dirinde” yan “xirab” destnîşan dike û ev wêne diçe nav saziyên civakî û çandî.

Bîrdoziyên Psîkolojiyê li Lêkolîna Dagirkariyê de

Bîrdoziya Kolonyalîst

“Frantz Fanon” di kitêba xwe de bi navê “The Wretched of the Earth”, ji bandorên derûnî yên kolonyalîzmê li ser gelê dagirkirî rast hatiye û nîşan daye ku kolonyalîzm ne tenê laş lê bandorê li ser rûh û zihnê dagirkirî û dagirkeran jî dike. “Kolonyalîzm tenê pergaleke siyasî û aborî nîne, lê pergaleke derûnî û giyanî ye ku ziyan bi dagirker û dagirkirî digihîne (Fanon, 1963).

Bîrdoziya Psîkolojiya Civakî ya Kolonyalîzmê

Ev bîrdozî wan pêvajoyen civakî û derûnî şirove dike ku di avakirina pêwendiya navbera dagirker û dagirkirî de rolê wan heye. Bi taybetî li ser diyardeyên weke nijadperestî, cudakirin û qebûlkirina îdeolojiya kolonyalîzmê li civaka dagirkirî de girîng tê dayîn.

Metodên Psîkolojiyê yên Kolonyalîstan ji bo Têkdana Derûnî ya Neteweyên Dagirkirî

Kolonyalîst bi dirêjahiya dîrokê komek metodên derûn û derûnnasiyê ji bo zaldayî li ser mêjiyê gelên dagirkirî bi kar aniye, metodên ku pirî caran weke dagirkariya leşkerî, wêrankar û kûr bûn.

Zihniyeta Kolonyalîzmê

Kolonyalîst hewl didin wê baweriyê li gelê dagirkirî biçînin ku çand, ziman û nasnameya resen ya wan hîç nîne û bêbaha ye. Hêdî hêdî ev bîr û bawerî, derûnî û giyanî dibin û guman ji xwe, şermezariya çandî û qeyrana nasnameya lê dikeve. “Frantz Fanon” di kitêba “Çerma Reş, Demamkên Spî” da (1952) (Black Skin, White Masks) dibêje: “Kolonyalîzm dibe sedema ku dagirkirî bixwazin nirxên dagirker bin û nasnameya xwe paşguh bixin ku di encamê de dûaneyiya derûnî lê dikeve.”

Biyanîbûna Çandî

Kolonyalîst di rêya pergala perwerdehiyê, dîn û medyayê ve bi awayekî pergalatîk çanda resen ji nav dibirin û nirxên ewropî li cihê wan dadanîn. Ev pêvajo bûye sedem şêwaziya çandî û ji destdana şanaziya resen. “Ngugi wa Thiong’o” di kitêba “Ji Kolonyaderkirina Mejiyê” da (1986) (Decolonising the Mind), girîng dide ku rêveberiya zimaneke biyanî, mirovan ji reh û rîşeyên xwe cuda dike û li gorî nirxên kolonyalîstan şikil dide dîtina wan ji bo cîhanê.

Bi Şerê Navxweyî Rêveberiyê Bike (Parçekirina Derûnî û Civakî)

Kolonyalîst bi ronahîkirina cûdahiyên neteweyî, dînî yan çînayetî, parçebûn di navbera mirovan de çêdikin, ev jî dibe sedema bêbaweriya û lawaziya yekitiya civakî. “Albert Memmi” di kitêba “Dagirker û Dagirkirî” da (1965) (The Colonizer and the Colonized), dibêje: “Kolonyalîst, berxwedan û kînê di navbera gelekan de diavêje ji bo ku rêgir ji berxwedana trawma bike.”

Girêdayî û Weke Zarok Zanîn

Desthilata kolonyalîzmê gelên kolonyakirî weke “zarok” nîşan dida ku pêdiviya wan bi rêberiya kolonyalîstan heye. Ev wênakirin hesta girêdayî û wabestê xurttir dike û desthilat jê distîne û berxwedana derûnî ya wan lawaz dike.

Şerê Derûnî û Tûndûtîjiya Nîşaneyî

Tawana giştî, nîşaneyên zaldayiyê (weke peykerê yan alê) û merasîmên rojane, berdewam desthilata kolonyalîzmê pîşan didadin û bi çêkirina tirs û bihîstanê, li ser zihnê gelan zal dibûn. “Michel Foucault” di bîrdoziya “Biyopower û Nîzama Dîsîplînî” da, di çarçoveya postkolonyalîzmê de, nîşan dide ku desthilat ne tenê di rêya tûndûtîjiyê ve, lê di rêya çavdêriya derûnî ve ji bo ser tevger û nasnameya wan, bi rê ve diçe.

Encam

Psîkolojiya kolonyalîzmê weke qadek lêkolînî ya nû û girîng, derfeteke berfireh ji me re pêşkêş dike ku bandorên domdar û kûr ên dagirkariyê li ser her du aliyên dagirker û dagirkirî bi awayekî zanistî û objektîf fêm bikin. Ev lêkolîn nîşan dide ku kolonyalîzm ne tenê diyardeyeke siyasî yan aborî ye, lê di heman demê de pergalake aloz û tevlihev a derûnî û psîkolojiyê ye ku bi rêya mekanîzmayên derûnî û zihnî bandorên xwe li ser civakan derdixe holê.

Ji aliyê dagirkeran ve, ev lêkolîn derxistiye ku ew bi gelemperî taybetmendiyên derûnî yên weke hest û arezûya berzîtî û nijadperestî, depresyon û zexta derûnî û paşnayîkirin (kêmdîtin) û rewa dîtina tûndûtîjiyê hene ku van rê dide wan ku dagirkariya xwe weke erkeke “exlaqî” û “şaristanî” bibînin û rewa bikin. Di heman demê de, pêdiviyên wan ên derûnî yên weke hesta kontrolkirinê û zaldayiyê, pêdivî bi çavkaniyan û desthilata aborî û narsîsîst û nîşandana hêzê weke hêzên birêveber ên dagirkariyê tevdigerin ku domandina serdestiya wan li ser civakên dagirkirî misoger dikin.

Ji aliyê civakên dagirkirî ve, bandorên kolonyalîzmê bi awayekî kûr û domdar li ser wan derdikevin ku nasnameya ziyandar û trawmaya hevpar, qeyîmkirin nasnameya dagirkariyê û qeyîmkirin nijadperestî û cudakirinê weke encamên herî girîng ên vê pêvajoyê xuya dibin. Ev bandor ne tenê li ser nifşa ku rasterast dagirkariyê dijîn / jiyaye, lê li ser nifşên paşîn jî domdar dimîne û di şiklê trawmaya nifşî (generational trauma) de xwe nîşan dide.

Bîrdoziyên psîkolojiyê yên weke bîrdoziya kolonyalîst a Frantz Fanon û bîrdoziya psîkolojiya civakî ya kolonyalîzmê rêyek zanistî ji me re pêşkêş dikin ku em bi awayekî kûr fêm bikin ka çawa mekanîzmayên derûnî di pêvajoya dagirkariyê de bi kar tên û çawa civakên dagirkirî dikarin li dijî van bandoran berxwedanê bikin. Metodên psîkolojiyê yên kolonyalîstan yên weke mentalîteya kolonyal (derûnîsaziya sûkayetiyê), biyanîbûna çandî, şerê navxweyî, girêdayî û weke zarok zanîn û şerê derûnî û tûndûtîjiya nîşaneyî nîşan didin ku dagirkarî ne tenê bi hêza leşkerî, lê bi awayekî berfireh bi rêya kontrolkirina zihn û derûnê civakan pêk tê.

Di dawiyê de, fêmkirina dagirkeriya derûnnasiyê (psîkolojiya kolonyalîzm) ne tenê ji bo şiroveya dîrokê, lê ji bo fêmkirina rewşa nûjen a cîhanê û têkoşîna li dijî her cure dagirkarî û zaldayiyê ya pêwîst e. Ev lêkolîn derfeteke pêşkêş dike ku civakên dagirkirî dikarin bi nasîna mekanîzmayên derûn û psîkolojiyê yên dagirkariyê, stratejiyên berxwedanê û rizgarkirina xwe ên bandortir pêş bixin û nasnameya xwe ya resen ji nû ve ava bikin. Kolonyalîzm ne tenê mijareke dîrokî ye, lê diyardeyeke domdar e ku hê jî di şiklên nû de li gelek qadên jiyana civakî xuya dike û ji bo têkoşîna li dijî wê, têgihîştin a bandorên psîkolojiyê yên wê pêwîst e.

Çavkanî:

  1. Said, Edward (1978). Orientalism. Ev kitêb yek ji bingehtirîn xebatên li ser kolonyalîzmê ye ku têkiliya di navbera desthilatdariyê û zanînê de, bi taybetî di çarçoveya temsîlkirina Rojhilat ji aliyê Rojava ve, lêkolîn dike. Said nîşan dide ku kolonyalîzm ne tenê dagirkariya fizîkî ye, lê herwiha avakirina wêneyekê ji bo gelên dagirkirî ye ku wan weke “yên-din” an “ne şaristanî” nîşan dide.
  2. Fanon, Frantz (1963). The Wretched of the Earth. Frantz Fanon di vê kitêbê de bandorên derûnî yên kolonyalîzmê li ser dagirkirî û dagirkeran analîz dike. Ew behsa trawmaya derûnî, têkoşîna rizgariyê û rola tûndûtîjiyê di berxwedana li dijî kolonyalîzmê de dike.
  3. Fanon, Frantz (1952). Black Skin, White Masks. Ev xebat li ser kolonyalîzma navxweyî (internalized colonialism) û bandorên wê li ser nasnameya kesên dagirkirî disekine. Fanon rave dike ka çawa gelên dagirkirî, di bin bandora propaganda û perwerdeya kolonyalîstan de, dest ji nasnameya xwe berdidin û nirxên dagirkeran dipejirînin.
  4. Freire, Paulo (1970). Pedagogy of the Oppressed. Freire di vê kitêbê de li ser mekanîzmayên çewsandinê û rola perwerdehiyê di rizgarkirina civakên dagirkirî de disekine. Ew behsa wê yekê dike ku çewsandin ne tenê fizîkî ye, lê di heman demê de derûnî e û bandorê li nasnameya hevpar (kolektîf) a civakan dike.
  5. Memmi, Albert (1965). The Colonizer and the Colonized. Memmi têkiliya di navbera dagirker û dagirkirî de analîz dike û nîşan dide ka çawa kolonyalîzm di her du aliyan de jî bandorên derûnî çêdike. Ew behsa wê yekê dike ku kolonyalîzm pergaleke dualî ye ku hem dagirker û hem jî dagirkirî dixe nav rewşeke derûnî a tevlihev.
  6. Ngugi wa Thiong’o (1986). Decolonising the Mind. Ngugi di vê kitêbê de li ser bandora zimanê kolonyalîstan li ser çanda gelên dagirkirî disekine. Ew rave dike ka çawa ziman weke amûreke kontrolkirina derûnî tê bikaranîn û çawa dikare bibe sedema jihevketina çandî.
  7. Foucault, Michel (1975). Discipline and Punish: The Birth of the Prison. Herçend ev kitêb bi awayekî rasterast ne li ser kolonyalîzmê be jî, têgihîştinên Foucault ên li ser hêza zindewerî (biyopower) û nîzama dîsîplînî di çarçoveya postkolonyalîzmê de têne bikaranîn da ku mekanîzmayên kontrolkirina derûnî yên kolonyalîstan bên şirovekirin.

Termên Sereke

Dagirkeriya Derûnnasiyê / Psîkolojiya Kolonyalîzmê (Psychology of Colonialism) Ev qad lêkolîna bandorên derûnî û giyanî yên kolonyalîzmê li ser dagirker û dagirkirî dike. Ew ne tenê li ser tevger û reftarên dagirkeran disekine, lê herwiha analîz dike ka çawa ev pêvajo bandorê li nasname, zihn û çanda civakên dagirkirî dike. Psîkolojiya kolonyalîzmê têgihîştina mekanîzmayên derûnî yên ku di dagirkariyê de têne bikaranîn (weke propaganda an kontrolkirina derûnî û zihnî) û bandorên wan ên demdirêj li ser civakan dipejirîne. Ev qad di heman demê de berxwedana derûnî a civakên dagirkirî û rêyên rizgarkirina wan jî lêkolîn dike.

Hesta Berzîtî û Nijadperestî (Superiority Complex and Racism) Ev têgihîştin behsa baweriya dagirkeran dike ku çand, nijad an şaristaniya wan ji ya gelên dagirkirî “berz, jor” e. Dagirker bi gelemperî xwe weke “şaristanî” û gelên dagirkirî weke “barbar” an “hov, seretayî” dibînin. Ev bawerî rê dide wan ku dagirkariya xwe weke “erkeke exlaqî” an “şaristaniyê” rewa bikin. Ev yek bi nijadperestî û qalib/stereotîpên neyînî yên li dijî gelên dagirkirî tê xurtkirin ku di encamê de dibe sedema çewsandin û cudakariyê.

Depresyon û Zexta Derûnî (Depression and Psychological Pressure) Ev term rewşa derûnî ya dagirkeran, bi taybetî yên ku di koloniyên dûr de dijîn, vedibêje ku dibe sedema depresyon, stres û tevger û reftarên tûndûtîj. Jiyana di rewşên kolonyal de ku bi gelemperî bi dûrbûna ji welatê dagirkeran û rûbirûbûna bi civakên biyanî re tê, dikare bibe sedema krîzên derûnî. Ev yek carinan di şiklê tûndûtîjiya zêde li dijî gelên dagirkirî xwe nîşan dide, ji ber ku dagirker hewl didin bi vê yekê hestên xwe yên nekarî û bêhêziyê veşêrin.

Paşnayîkirin û Rewa Dîtina Tûndûtîjiyê (Justification and Legitimization of Violence) Ev mekanîzmayên derûnî in ku dagirker bi kar tînin da ku tûndûtîjiya xwe li dijî gelên dagirkirî rewa bikin. Dagirker bi gelemperî tûndûtîjiyê weke amûreke “pêwîst” ji bo “şaristanîkirina” gelên dagirkirî an ji bo “parastina nîzamê” dibînin. Ev yek bi têgihîştinên nijadperest û çandî tê piştgirîkirin ku gelên dagirkirî weke “xeter” an “neşaristanî” têne pênasekirin.

Arezûya (Hesta) Kontrolkirinê û Zaldayiyê (Desire for Control and Domination) Ev fêm û têgihîştin daxwaza dagirkeran ji bo kontrolkirina çavkaniyên xwezayî, mirovî û siyasî yên welatên dagirkirî vedibêje. Ev daxwaz bi gelemperî ji hestên nekarî an bêhêziyê yên dagirkeran derdikeve ku hewl didin bi serdestiya li ser civakên din xwe bi hêz hîs bikin. Kontrolkirina çavkaniyan û gelan ne tenê armanceke aborî ye, lê di heman demê de mekanîzmayeke derûnî e ji bo qeyîmkirin baweriya xwe.

Pêdivî bi Çavkaniyan û Desthilata Aborî (Need for Resources and Economic Power) Ev term armanca dagirkeran a talankirina çavkaniyên welatên dagirkirî ji bo berjewendiyên aborî û siyasî dipejirîne. Kolonyalîzm bi piranî ji bo dabînkirina çavkaniyên xwezayî (wek zêr, petrol an erdên çandiniyê) û keda mirovî hate meşandin. Ev yek ne tenê ji bo zengînkirina welatên dagirker, lê herwiha ji bo domandina desthilata wan a cîhanî bû.

Narsîsîst û Nîşandana Hêzê (Narcissism and Power Display) Ev fêm û têgihîştin daxwaza dagirkeran a nîşandana hêz û serkeftina xwe li ber civakên dagirkirî û hevrikên cîhanî dipejirîne. Dagirker bi avakirina sembolên desthilatê (weke peyker, avahî an merasîm) û bi nîşandana hêza leşkerî an çandî, hewl didin prestîj û serdestiya xwe nîşan bidin. Ev yek weke stratejiyeke derûnî tê bikaranîn ji bo qeyîmkirin wêneya xwe û lawazkirina moralê gelên dagirkirî.

Trawmaya hevpar û Nasnameya ziyandar (Damaged Identity and Collective Trauma) Ev term bandorên domdar ên kolonyalîzmê li ser nasnameya takekesî û hevpar (kolektîf) a civakên dagirkirî vedibêje. Kolonyalîzm bi rêya çewsandin, tûndûtîjî û propaganda çandî, dibe sedema trawmaya derûnî ya domdar. Ev trawmaya hevpar di nav nifşan de tê veguhestin û dibe sedema qeyranên nasnameyê, kêmbûna baweriya xwe û windakirina nirxên çandî.

Qeyîmkirin Nasnameya Dagirkariyê (Internalized Colonialism) Ev pêvajo behsa wê yekê dike ku gelên dagirkirî, di bin bandora perwerde û propaganda kolonyalîstan de, dest ji nasnameya xwe berdidin û nirxên dagirkeran dipejirînin. Ev yek bi rêya sîstemên perwerdeyê, olî û medyayê pêk tê ku gelên dagirkirî dest pê dikin bawer bikin ku çanda wan “kêmtir” e. Ev dibe sedema şermezariya çandî û qeyrana nasnameyê.

Qeyîmkirin Nijadperestî û Cudakirinê (Reinforcement of Racism and Discrimination) Ev term behsa wê yekê dike ku kolonyalîzm nijadperestî û cudakariyê di nav civakên dagirkirî de belav dike. Dagirker bi pênasekirina gelên resen weke “dirinde” an “neşaristanî”, wêneyek neyînî di derbarê wan de diafirînin. Ev wêne di nav saziyên civakî û çandî de tê xurtkirin ku dibe sedema cudakariyê û kêmkirina nirxê gelên dagirkirî.

Derûnîsaziya Sûkayetiyê (Colonial Mentality) Ev têgihîştin behsa wê zihniyetê dike ku kolonyalîst di nav gelên dagirkirî de diçînin ku çanda resen weke “kêmtir” an “bêqîmet” tê dîtin. Ev zihniyet bi rêya perwerde, ziman û propaganda tê avakirin. Gelên dagirkirî dest pê dikin bawer bikin ku nirxên dagirkeran “jor” in ku ev yek dibe sedema windakirina şanaziya çandî û nasnameyê.

Biyanîbûna Çandî (Cultural Alienation) Ev pêvajo behsa jihevketina gelên dagirkirî ji çand, ziman û nirxên wan ên resen dike. Kolonyalîst bi rêya guhertina pergala perwerdeyê, danasîna olên biyanî û kontrolkirina medyayê, çanda resen ji nav dibin û nirxên xwe li şûna wê didin. Ev yek dibe sedema windakirina têkiliya gelan bi reh û rîşeyên xwe re.

Şerê Navxweyî û Rêveberî (Psychological Fragmentation) Ev fêm û têgihîştin behsa stratejiya kolonyalîstan dike ku bi ronîkirina cûdahiyên neteweyî, olî an çînî, yekitiya civakên dagirkirî parçe dikin. Ev stratejiyê rê li ber berxwedana kolektîf digire û dibe sedema lawazbûna civakî. Kolonyalîst bi vî awayî hêza gelên dagirkirî kêm dikin û serdestiya xwe hêsantir dikin.

Girêdayî û Weke Zarok Zanîn (Dependency and Infantilization) Ev term behsa wê yekê dike ku kolonyalîst gelên dagirkirî weke “zarok” nîşan didin ku pêdiviya wan bi rêberiya dagirkeran heye. Ev wênekirin hesta girêdayîbûnê di nav gelên dagirkirî de xurt dike û berxwedana wan a derûnî lawaz dike. Ev yek bi rêya sîstemên perwerdeyê û propaganda tê meşandin.

Şerê Derûnî û Tûndûtîjiya Nîşaneyî (Psychological Warfare and Symbolic Violence) Ev têgihîştin behsa amûrên sembolîk û derûnî dike ku kolonyalîst ji bo kontrolkirina zihnê gelên dagirkirî bi kar tînin. Sembolên desthilatê (weke peyker, alan an merasîm), tawana giştî û çavdêriya domdar têne bikaranîn da ku tirs û hestên bêhêziyê di nav gelan de çêbikin. Ev yek weke şerê derûnî tê binavkirin û armanca wê serdestiya zihnî ye.

 

Derûniya Kolonyalîzmê Derûnnasî Psîkolojî the Raising of Kurds 7
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Brahîm Alûcî

Derûnnas

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.