The Raising of Kurds, Tîrmeh 2025 Derket!
Hejmara 7an a kovara me, The Raising of Kurds, Tîrmeh 2025 weşîya.
Vê mehê di bergê kovarê de me cî da proseya aşîtiyê ku niha di navbera hikûmeta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê, PKKê, de li serê danûstandin tê kirin. Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê Doçent Vahap Coşkun li ser pêvajoya niha gotareke berhemdar amade kir. Coşkun bi zimaneke zelal meseleyê vedibêje. Proseya niha pêvajoyeke çawa ye? Çima û çawa dewlet hate vê astê û bi Kurdan re danûstandin dike? Mecbûr ma an dixwaze mafê Kurdan bide? Çima MHP ya ku her tim li dijî çareseriyeke sîyasî bû, niha pêşengîya pêvajoyê dike? Ferqa vê pêvajoyê ji yên berê çi ye? Ji bo bersiva van pirsan vê gotarê ji dest nexin.
Nivîskar û babetên hejmara 6an wiha ne:
Konê Reş, Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza
Ozan Serhedî, Dawetên Herêma Mûşê
Brahîm Alûcî, Derûniya Kolonyaslîzmê
Siltana Osman Eto, Em Hemû Raskolnikov in
Dilazad ART, Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû: Sînema
Faîk Ocal, Danasîna Pîrtûka Ariya Giyanên Stewr A Sîdar Jîr
Dilazad ART, Fotoşirove


