Tirkiyeyê gelek caran hewl da ku şerê çekdarî û tundûtûjiya ji ber pirsgirêka Kurd bi dawî bike. Hewldana yekem di sala 1993an de di serdema Özal de hat kirin. Her hikûmetek ku piştî Özal hat jî hewlên bi vî rengî kir. Raya giştî ji piraniya van hewldanan di dema xwe de haydar nebû. Lêbelê, ji sala 2009an vir ve, hin hewldanên ku bi qismî li ber çavên gel pêk hatin jî hene, wekî Pêvajoya Xabûr, Pêvajoya Oslo û Pêvajoya Aştiyê ya 2013-2015. Ji her ezmûnê dersên nû hatin girtin, lê mixabin, encamek dawî nehat bidestxistin.
Piştî têkçûna Pêvajoya Aştiyê ya 2013-2015an, Tirkiye ket serdemeke tarî. Tirkiye ji rojên wisa derbas bû ku pevçûn ber bi bajaran ve belav bûn, maf û azadiyên bingehîn hatin tepeserkirin, û qada siyasetê tewir teng bû. Perdeya ewlehiyê ya li ser welêt ewqas stûr bû ku tene bilêvkirina têgehên wekî “çareseriya siyasî” an “danûstandinên demokratîk” bi xwe jî bes bûn ji bo ku kesek bê tawanbarkirin.
Lê tam di wê gavê de ku xuya bû siyaset hatiye paşguhkirin, deriyê siyasetê ji aliyekî neçaverêkirî vebû. Bahçelî, ku bi dijberiya xwe ya çareserkirina siyasî ya meseleya Kurd tê nasîn, bi hewleke xurt mesele anî navenda siyasî.
Dînamîkên Pêvajoya Nû
Di 1ê Cotmeha 2024an de, di roja ku heyama nû ya yasayî ya Parlamentoyê vebû de, Bahçelî çû destê endamên Partiya Demokratîk (DEM) guvaşt, û bi vî awayî pîşengiya pêvajoyeke nû kir. Di destpêkê de, hin koman ev yek wekî destpêşxeriyek şexsî ya Bahçelî pênase kirin. Lêbelê, bi israr û pêşniyarên berdewam ên Bahçelî, eşkere bû ku ev, di rastiyê de, projeyek hikûmetê ye. Geşedanên herêmî li pişt biryara hikûmetê ya ji bo avêtina vê gavê bûn.
Dewletê bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn ji nû ve şîrove kir, bawer kir ku ew hem gef û hem jî derfetek e ji bo Tirkiyeyê. Zêdekirina derfetan û kêmkirina xetereyan dê di serî de bi jiholêrakirina çekên PKKê gengaz dibû. Ji ber vê yekê, ev pêvajo, ku armanca wê ya sereke bêdengkirin û bêbandorkirina çekan e, hatiye destpêkirin.
Bê guman, ev gav dibe ku ji ber hin hesabên siyasî yên navxweyî hatibe avêtin. Bi gotineke din, dibe ku hikûmetê xwestibe muxalefeta ku ji sala 2018an vir ve ava dibû hilweş’ne, Partiya DEMê bikşîne aliyê xwe ji bo guhertinên destûrî, û derfeteke din dabîn bike ji bo Erdogan ku careke din beşdarî hilbijartinan bibe. Lê bi ya min, faktora diyarker a rastîn – ji hesabên siyasî yên navxweyî bêtir – dînamîkên herêmî ne. Çalakiya dewletê bi vê perspektîfê li cem Öcalan deng veda, ku banga jiholêrakirina çekan kir, û bi vî awayî Tirkiye ket serdemeke nû.
Her çend 1ê Cotmehê wekî destpêka pêvajoyê hatibe destnîşankirin jî, girîng e ku bê zanîn ku li pişt vê yekê qonaxek amadekariyê hebû. Ji çavkaniyên vekirî hin agahî ji raya giştî re hatibûn belav kirin ku hin civînên pêşîn bi PKK, YPG û Öcalan re hatine lidarxistin. Ji ber vê yekê, em ne di şevekê de, lê piştî demek amadekariyê gihîştin vê nuqteyê.
Meseleya Sûriyeyê di dilê vê pêvajoyê de ye. Pêvajoya aştiyê ya 2013-2015an ji ber pevçûnên li Sûriyeyê têk çû. Kontrolkirina deverek li Sûriyeyê ji aliyê PKKê ve wekî “destkeftiyek dîrokî” hate pênasekirin lê ji aliyê dewletê jî wekî “xetereyek ji bo hebûnê” hate şîrovekirin. Pêvajo ji ber nakokiya di navbera her du aliyan de bi dawî bû. Rewşa heyî ya li Sûriyeyê û pêşketinên li Rojhilata Navîn, bi taybetî polîtîkayên êrîşkar ên Îsraîlê, dibe ku her du alî neçar kiribin ku ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.
Pêvajoya nû li ser bingeheke çêtir e li gorî ya kevin, û çar biudên wê hene: Ya yekem, lihevkirina siyasî ya di nav Tirkiyeyê de. Ji bilî Partiya İYİ, hemî partiyên din piştgirî dan pêvajoya aştiyê ya nû. Divê were bibîranîn ku di navbera salên 2013 û 2015an de tenê AK Partî û HDPê piştgirî dan pêvajoyê. Wê demê, dijberiya herî xurt ji MHPê hat. CHP jî ji bo pêvajoyê helwesteke bêdil nîşan da. Lêbelê, pêvajoya heyî rasterast ji hêla MHPê ve hate destpêkirin, û CHP jî helwesta xwe ya erênîtir ji ya berê heye; tevî rexneyên ji hilbijêrin xwe, serokatiya CHPê piştgirî da pêvajoyê. Rastiyek heye, partiyên ku di Parlamentoyê de ji sedî 90ê nifûsê temsîl dikin piştgriya pêvajoyê kir û vê yekê jî lingê siyasî ya pêvajoyê xurt kir.
Ya duyemîn lihevkirina civakî ye. Her çiqas aktorên siyasî gotinên tabû şikêr kiribin jî, bertekeke girîng ji raya giştî nehat. Ne ji hevdîtina bi Öcalan re û ne jî ji veguhestina van hevdîtinan ji aktorên siyasî re bertekek tune bû. Bi kurtasî, civakê “bi bêdengî pêvajo pejirand”. Anketên dawî nîşan didin ku nêzîkî %65-70ê nifûsa Tirkiyeyê piştgiriyê dide pêvajoyê. Ev rêje di nav Kurdan de ji %80î dibore.
Sêyemîn, hebûna MHPê di pêvajoyê de. Ji salên 1990î heta niha, dijberiya herî tund a li hember çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê her tim ji MHPê hatiye. Lêbelê, ev pêvajo rasterast ji hêla MHPê ve hatiye destpêkirin. Tevlîbûna MHPê di pêvajoyê de ji ber çend sedeman girîng e. Vê yekê her bertekek potansiyel ji derdorên neteweperest kêm kir. Rê li ber karmendên burokratîk ên di nav dewletê de girt ku pêvajoyê sabote bikin. Helwesta bi israr a Bahçelî qada çalakiyê ji bo aktorên din ên siyasî fireh kir.
Çaremîn, jeopolîtîka herêmî ji bo pêşketina pêvajoyê guncavtir e û hêzên navneteweyî, berevajî yên berê, piştgiriyê didin pêvajoyê, ne ku asteng dikin. Îran, ku bi pirsgirêkên xwe yên girîng ve mijûl e, nekarî roleke têkder bilîze. DYA hem di navbera Kurdên li Sûriyeyê û hem jî di navbera Tirkiye û HSDê de wekî navbeynkar tevgeriya.
Tunekirina Çekan
Hikûmeta Tirkiyeyê ji van avantajan sûd wergirt û di pêvajoyê de bi lez û bez pêş ket. Di 27ê Sibata 2025an de, Öcalan bang li PKKê kir ku çekên xwe deyne û xwe fesh bike. Di 5-7ê Gulana 2025an de, PKKê Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û hem bidawîanîna têkoşîna çekdarî û hem jî hilweşandina xwe ragihand. Di 10ê Tîrmeha 2025an de, vîdyoya yekem a Öcalan piştî 26 salan hate weşandin. Û di 11ê Tîrmeha 2025an de, 30 endamên PKKê, bi serokatiya Besê Hozat, di merasîmekê de li Silêmaniya Kurdistanê, çekên xwe şewitandin.
Divê îmhakirina çekên PKKê li Şikefta Casene ya dîrokî wekî gaveke dîrokî were tomar kirin. Bi bicihanîna talîmatên Öcalan re, serdemeke nû dest pê kir. Ev merasîma bi baldarî hatî organîzekirin, ne tenê ji hêla fîzîkî ve, lê di heman demê de ji hêla derûnî ve jî, bi eşkereyî devjêberdana çekan ragihand.
Di merasîma şewitandina çekan de her hûrgiliyek bi baldarî hatibû bijartin. Hilbijartina roja Înê ji bo merasîmê bi referansa “Îniya Pîroz” bû, roja ku şerê li Îrlandaya Bakur bi dawî hat. Piştî “Îniya Pîroz” a Îrlandayê, niha Tirkiye “Îniya Pîroz” a xwe heye.
Şikefta Cesena, ku wekî cihê wê hatiye destnîşankirin, di dîroka Kurdan de jî cihekî girîng digire; di salên 1920î de, di şerê li dijî Brîtanîyan de ji aliyê Şêx Mehmud Berzencî ve wekî baregeh hatiye bikaranîn. Çapxaneyek di şikeftê de hatiye avakirin û rojnameya Bengî Hak (Banga ji bo Rastiyê) li wir hatiye çapkirin. Bi heman awayî, di serdema Baasê de, şikeft ji bo hêzên Pêşmerge wekî penagehek xizmet kiriye.
Şewitandina çekan jî wateyek xwe hebû. Di mîtolojiya Kurdan de, agir sembola guhertin, veguherîn, destpêkeke nû û serdemeke nû ye. Rastiya ku Besê Hozat, hevseroka KCKê, serokatiya koma bêçekkirinê dikir, nîşan dida ku biryara bêçekkirinê biryarek bû ku tevahiya rêxistinê eleqedar dike û ji hêla tevahiya rêxistinê ve dihat piştgirîkirin.
Merasîm her wiha dersên ji pêvajoyên berê hatine girtin nîşan da. Plansaziyek bi baldarî hate kirin da ku wêneyên ji vir belav bibin û gotinên werin gotin şafersendê nedin kesên ku li dijî çareseriya li Tirkiyeyê ne. Merasîm bi awayekî zindî nehat weşandin, û çepik û dirûşme tune bûn. Merasîm ji bo aramiyê û xizmetkirina pêvajoyê hate çêkirin.
Bi gelemperî, bêçekkirina PKKê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Bê guman, ew kesên ku her tim li dijî pêvajoyê bûn û dijberê bikaranîna rêbazeke wiha di mesela Kurd de bûn jî dîsa ji vê merasîmê razî nebûn. Lêbelê, nerazîbûneke xurt a raya giştî tune bû. Berevajî vê, civakê ji bo çareserkirina meseleyê gelek pesnê siyasetmedaran daye. Beşek girîng ji aktorên siyasî razîbûna xwe ji encamê nîşan dan.
Tevî hewldanên hikûmetê yên ji bo astengkirina CHPê, serokatiya CHPê helwesteke piştgir a li hember pêvajoya aştiyê girtiye. Bi taybetî Özgür Özel û Ekrem Îmamoğlu bi berdewamî piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê anîne ziman û girîngiya wê ji bo Tirkiyeyê tekez kirine. Hefteya borî Özel hişyarî da hilbijêr û piştgrên xwe ku divê dijberiya li hember hikûmetê nebe dijberiya li hember pêvajoyê. Lêbelê, serokatiya CHPê jî bi karekî dijwar re rû bi rû ye. Beşek ji alîgiran, ligel dezgehên medyayê û rêberên raya giştî yên nêzîkî partiyê, li dijî pêvajoyê ne û şîret li CHPê dikin ku piştgiriyê nede wê. Serkêşiya CHPê çiqas dikare li hember vê zextê li ber xwe bide, pirsenîşaneke girîng e.
Perspektîfa Çareseriyê
11ê Tîrmehê gava yekem bû. Tê pêşbînîkirin ku kadroyên PKKê hêdî hêdî çeke xwe bidin. Tê plankirin ku pêvajoya çekdanînê di nav sê heta pênc mehan de biqede. Öcalan, Bahçelî û berpirsên Partiya DEMê hemî li hev dikin ku divê çekdanîn di zûtirîn dem de biqede. Ev pêvajo sê qonaxên xwe yên girîng hene: çekdanîn, vegera malê û entegrasyona civakî. Her qonax amadekariyên cidî yên siyasî û qanûnî divê.
Di vê çarçoveyê de, gava yekem dê avakirina komîsyoneke parlementoyê be. Komîsyon dê du erkên xwe hebin: Ya yekem, zelalî û civakîkirina pêvajoyê. Ji ber ku hemû komên parlementoyê dê endamên xwe hebin, xebata komîsyonê dê hem ji bo zelalî û hem jî ji bo civakîkirina pêvajoyê bibe alîkar. Ya duyemîn, amadekariya qanûnî. Komîsyon dê lêkolînek pêşîn li ser guhertinên qanûnî û rêziknameyên nû yên qanûnî bike û wan pêşkêşî Lijneya Giştî ya Parlementoyê bike.
Derbarê erkê Komîsyonê de du nêrîn hene. Yek ji wan pêşniyar dike ku Komîsyon divê hemû warên pirsgirêka Kurd çareser bike. Ya din jî dibêje ku Komîsyon divê li ser pêvajoya bêçekkirinê bisekine. Bi rastî, ez alîgirê nêrîna duyemîn im. Ger hûn hemû barê pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên demokratîkbûnê yên Tirkiyeyê bixin ser Komîsyonê, hûn ê encamên pir baş bi dest nexin. Bi raya min, dê pir bi bandortir be ger Komîsyon li ser amadekariyên siyasî û qanûnî yên têkildarî bêçekkirin, vegera malê û entegrasyona civakî bisekine û çarçoveya xwe bi van sînordar bike. Komîsyona pêşerojê dê li ser van xetan were damezrandin û bixebite.
Bê guman, jiholêrakirina çekan gaveke mezin e. Lêbelê, girîng e ku were bîranîn ku pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya çekan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingehek saxlem li Tirkiyeyê, sê war hene ku divê werin çareserkirin. Ya yekem bêçekkirin e. Bêçekkirin bingeha nîqaşkirina vê pirsgirêkê di hemî aliyên wê de peyda dike.
Ya duyemîn naskirina maf û pergalên yasayî yên Kurdan e. Ev yek misogerkirina mafên çandî, nemaze yên bi zimanê dayikê ve girêdayî, desthilata mezintir dayîna hikûmetên herêmî, û guhertinên destûrî û yasayî yên pêwîst ji bo pêşxistina têgihîştineke hemwelatîbûnê ya berfireh vedihewîne.
Ya sêyem dîplomasiya aştiyane ye. Divê Tirkiye bi Kurdên ku li derveyî sînorên wê dijîn re têkiliyên xurt, kûr û avaker ava bike. Têkiliyeke wiha ne tenê dê çareseriya pirsgirêka Kurd a Tirkiyeyê bi xwe hêsan bike, lê di heman demê de Tirkiyeyê li herêmê jî xurt bike.
Di vê mijarê de, pêwîst e ku meriv ji perspektîfek fireh ve li mijarê binêre ku van hersê aliyan li ber çavan digire.


