Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Evîn»Nameyên Derengmayî Yên Evînê
Evîn

Nameyên Derengmayî Yên Evînê

Mihyedîn NahrînBy Mihyedîn Nahrîn21/08/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Evîn an mirovan dike helbestvan an jî dike feylesof.

Helbestek Şêrko Bêkes heye, keyfa min pir ji wê helbestê re tê. Navê helbestê Mêvandarî ye. Şêrko dibêje ku hertiştê ketî jîyana me çi baş û çi jî xirab bandorekê li meriv dike. Tişt û kesên dibin mêvanê dil û rêya me, bi hebûna xwe bandorên mezin li dil û rê dikin. Dema dem tê û ji me vediqetin li paş xwe jî hin dîyarîyan ji me re dihêlin. Evîndarî bû ya Şêrko Bêkes kirî helbestvan û Şêrko wisa gazî yarê dikir:

“Lê li şûna xwe,

te helbesteke pir nazik, bo min hişt”

Evîndarîyê Yeqîn H. jî kiribû helbestvan. Di helbesta xwe de (tirsa şair) tirsa dilê xwe anî bû ziman lê tirsa wî bûbû rastî. Di helbesta xwe de gotibû:

“Tirsim min bikin şair ji destên te”

Evîn dibe para her mirovî û wekî her mirovî evîn bû para min jî. Evîn hin caran ez bi xwe re birim qata herî jêr ya dojehê û di agirê xwe de ez helandim. Hin caran jî ez derxistim arafê û di nava dudulîyan hiştim. Hin caran jî ez derxistim bihuştê û li her derê bihuştê ez gerandim. Hemû xweşîyên bihuştê bi min da tamkirin.

Helbet hertişt ezelî nîn e û evîn jî mîna mirovan beşerî ye. Dem tê her yek ji me bi rêya xwe de diçe. Bi awayekî evînê ez jî şewitandim û ez jî kemilandim. Bi demê re evîn jî qedîya. Her yek ji me bi rêya xwe de çû. Lê li pey evînê ev name man.

Ev name ji bo wan xatirxwestinek e. Ne digihin ber destên wan û ne jî dikarin van nameyan bixwînin. Lewma name bê nav hatine nivîsandin. Cara dawî ji bo dilberên qeşeng difikirim û gotinê xwe cara dawî ji bo wan dinivîsim. Ya dil û mejîyê xwe direşînim ser van kaxezan û xatirên xwe ji wan dixwazim.

Belê yara delal,

Evîna te jî ez kirim namevan.

Bila xweşî bibe para me tevan.

Nameya Yekem.

Gotinên Te Ne, Yên Li Min Tiştan Dikin Ferz, Xêr Û Guneh

Ey bihara vî dilî…

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te yeke zalim e.” Min nedizanî ku hewqasî zilm tiştekî xweş û nazenîn e. Hemû temenê min li dijî zilmê derbas bû û ji cihê lê nexweşî û zilm hebe min serî rakir. Lê ev cara ewilî ye ji zilmê re serî ditewînim û dengê xwe dernaxim. Vaye xwe teslîmî dest û dilê te yê zilimkar dikim.

Li benda te dimînim û her bendemayîn zilm û zorek dijwar e ji bo min. Tu tê bo demekê êşên min hebekî sivik dibin lê dema dîsa vedigerî û ji mala min diçî dîsa vedigerim îşkencexaneya te.

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te derewkar e.” Çi derew û çi jî rastî her tişt dema ji lêvên te derdikevin ji bo min ji şêkirê Şamê bi şêrîntir e. Gotinên îlahî jî bi qasî gotinên te bandorê li min nakin. Tu yî, ya xwedî gotinên pîroz. Gotinên te ne, yên li min tiştan dikin ferz, xêr û guneh.

Ji lêvên te derew bibare jî ew ji bo min rastî ne. Ger tu ji min re bêjî “Ez ji te hez dikim.” ji bo vê derewê ez ê temenê xwe bo te bikim dîyarî. Ji vê derewê xweştir ma çi heye li kaînata vikî vala. Gotinên te ne, yên ku cîhan û kaînatê li ber dilê min şêrîn dikin. Ti gotin, rastî û derew jî di nav de bi qasî gotinên te bi wate, xweş û rengîn nabin.

Ji min re behsa te kirin û ji bo te gotin: “Yara te dilkevir e.” Dilê min yê mina pembû ji bo yarê tim amade ye. Ger yar dil wekî ber be divê dilê dildar mîna dilber be. Ne ji wî dilê te yê nazik be dilê min hew lê dide.

Li gel hevqas zilm, derew û dilkevirîyê kesek nikare bi qasî min ji te hez bike û te bike stîya dilê xwe.

Devê xelkê ne doxîn e meriv girê bide ey yar… Çi bêjin bila bêjin. Were em ji hev qayîl bin. Em ji hev hez bikin û di nava xweşîyê de bijîn. Ez bi her awayî û di her rewşê de ji te hez dikim, tu jî mîna ji te hez dikim ji min hez bike.

Ji dil û ji lêvên te radimîsim…

 

 

Evîn Evîndarî Name Namevan Nameyên Derengmayî yên Evînê The Raising Of Kurds 8
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Mihyedîn Nahrîn

Mamosta, Stenbol. Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.