Di çanda Kurdan de Dengbêjî xwedîyê cihekî bêhempa ye. Dengbejî di çanda Kurdan de roleke mezin dileyîze. Çanda Zargotina Kurdî çandeke pir dewlemend û xwedîyê gelek berheman e. Ev berhem jî çîrok, kilam, meselok, gotinên pêşîyan, biwêj û hwd. ne. Çanda Kurdî ya devkî ji ya nivîskî gelek dewlementir e. Ji berku kurd qet nebûne xwedîyê dewleteke mezin û zimanê xwe nekirine zimanê fermî, zimanê me di bin bandora zimanên din de maye. Wek mînak zimanê Farisî, Erebî. Farisî zimaneke dewlemend e û di edebîyatê de jî bûye zimanê sereke. Erebî jî ji ber ku zimanê Qurana pîroz e, ew jî di nav Kurdan de di xwendin û nivîsandinê de xwedîyê roleke mezin e. Ango Kurdan piranî bi Kurdî xeberdane lê bi Erebî û Farisî nivîsandine.
Dema meriv li medreseyên Kurdan dinhêre, meriv dibîne ku zimanê perwerdehîyê ji xeynî Kurdî, bi Erebî û Farisî jî hatîye dayîn. Xwendin û nivîsandin di nav Kurdan de mixabin zêde pêş neketîye. Kurdan çîrok, kilam û gotinên xwe zêde nenivîsîne, tenê di nav hev de gotine û bi vî awayî jî bi sedan salan di nav gel de belav kirine. Bi vî awayî jî ev kilam, çîrok û gotinên me heya roja me hatine.
Ev dewlemendîya çanda me bi piranî saya dengbêjan heta roja me hatine. Ji ber ku dengbêj gund bi gund, bajar bi bajar, herêm bi herêm gerîyane hînê gelek kilam, çîrok û meselokan bûne. Bi vî hînbûna xwe jî van kilam, çîrok û meselokan di civat, dawet û civînan de ji millet re gotine û li gelek deveran belav kirine. Bi saya dengbêjan çanda Kurdan xurttir û dewlemendtir bûye. Karê dengbêjan ne tenê kilam û stran gotine her wekî din dengêj çîrokbêj in jî. Dema dengbêjek li civatekî rûdinê ji xeynî kilaman; çîrok û meselokan jî digotin. Dema dengbêjan van kilam, çîrok û meselokan digotin, kesên di civatê de vana jiber dikirin û diçûn ji keseke/î din re digotin. Bi vî awayî jî ev kilam, çîrok û meselok dihatin belav kirin û ji bîr nedibûn.
Dengbêjî ji bo çanda Kurdan çavkanîyeke bêhampa ye. Dengbêjî û dengbêjan kedeke mezin dane çanda Kurdî û hê jî didin. Dengbêjî wekî behrekî ye. Di dengbêjîyê de bi hezeran stran, çîrok, bûyer hene. Her kilameke dengêjî jî xwedîyê çîrokekî ye. Ango çîroka her kilamê heye. Jixwe dengbêj çavkanîya kilamên xwe ji bûyerên rast hildidin. Çavkanîya kilamên wan şer û pevçûnên ku di nav gel de çêbûne, bûyerên evînîyê, xayîntî, zilm û hwd. ne.
Di kilamên dengbêjîyê de mijareke sereke jî evînî û jin e. Jin ji bo kilamên dengêjîyê xwedîyê roleke mezin in. Gelek dengbêjan li ser jinan kilaman çêkirine û gotine. Hinek kilaman jî jinan bixwe gotine û hinek kilaman jî çêkirine lê bixwe negotine. Ji ber ku kilamgotin ji bo jinan wekî eybekî hatîye dîtin jinan zêde kilaman negotine. Di dewsa wan de mêran ango dengbêjan kilam gotine. Ji van kilaman gelekê wan lorîn in. Lorînên ku li ser bûyerên nebaş, xemdar wek mînak li ser mirinên egîdan in. Dengbêjan jî van lorînan bihîstine û li ser wan kilaman çêkirine.
Hin kilamên evînîyê jî hene ku dengbêjan wan kilaman li ser daxwazan çêkirine. Mînak dema ku keçikek ji xortekî hez bikira an jî xortekî ji keçikekê hez bikira, nikaribû eşqa xwe bi awayekî eşkere bilêv bikira. Diçû ji dengbêjekî daxwaz dikir ku ji bo evîna wê/wî kilam çêke. Di derheqê dildarê/a xwe de hin agahîyan dida wî dengbêj da ku dengbêj li ser evîna wan kilamekî çêke. Keç û xortên evîndar gelek caran bi van kilaman evîna xwe bilêv dikirin. Heger ku ew xortê evîndar di derheqê dengbêjîyê de hunereke wî hebûya, wî bixwe kilamekî çêdikir û digot. Lê heger ew derfet tinebûya wî jî berê xwe dida dengbêjekî da ku kilamekî biavêje li ser evin û evîndara wî.
Dema ku dengbêjekî kilamekî biavîta li ser evîna qîz û xortan, li gorî hostatîya xwe hin tiştan jî li wan zêde dikir û kilamekî çêdikir. Me got dengbêjan li gor huner û hostatîya xwe kilaman çêdikir. Dema van kilaman çêdikirin jî hin tiştan lê zêde dikirin. Ango hin tiştên piçûk mezin, hin tiştên mezin jî piçûk dikirin. Sermeselê dema yê li ser keçikekê kilam bigotana, heger ew keçik zêde bedew nebûya jî, dengbêj bedewbûna wê zêde zêde mezin dikir. Digot mîna xezalek, mîna heyva çardehşevî bedew e, digot mîna perîyek bedew e. Çavên wî nerindbûyan jî digot çavxezal, çavbelek. Bejnbilind û bejnzirav nebûya jî digot bejn û bala wê mîna tayê rihanê ye û hwd. Tabî dengbêjan van gotinan wekî teşbîhekî, wekî metaforekî bikar tianîn. Ev jî di kilamê de dibin sedama reng û awazekî xweş. Tehmekî xweş, sewt û awazekî xurt gotinên dengbêj.
Di kilamên dengbêjîyê de jin; bedewbûn, xweşikbûn, nazikbûnê temsîl dike. Dest û pêyên wê, çav û bêrîyên wê, porê wê, bejn û bala wê, qam û qalafeta wê, diran û sûretên wê, poz, dev û lêvên wê û gelek caran jî memikên wê dibin mijara kilamê. Ev jî dibin sedema erotîzmekî veşartî.
Dengêj li gorî hostatîya xwe ew eşqa di navbera keç û xortî de bi hunermendî û hostatîyekî digihîne erotîzmekî estetîk. Tabî ev erotîzma ku em behs dikin ne erotîzma ku em di hêşê xwe de çêdikin, ew eyba ku em li ba xwe çêdikin nîne. Jixwe di nav Kurdan de erotîzmê bide alîyekî, behskirina eşqê jî di nav civatê de wekî eybekî mezin tê hesibandin.
Kurd hema bêje hemû hîssên xwe di dilê xwe de dijîn. Ango hîssên xwe zêde eşkere nakin. Dibe sedem ev be jî ku dengbêj di kilamên xwe de hin gotinên mustehcen bi awayekî hostatî bi hêsanî bilêv dikin. Jiber ku di nav Kurdan de qîmeta dengbêjan pir e, kesek ji dengêjan û ji gotinên wan zû bi zû naxeyîde. Ji bo vî jî dengbêjan gotinê texsîr nekirine û li gorî dilê xwe gotine. Lewra dengbêj û dengbêjî azad in.
Dibêjin di dengbêjîyê de evînî azad e. Ji ber ku dengbêj azad in, gotinên wan jî azad in. Gelek gotinên ku di civatan de nayê gotin, dengbêj wan gotinan di civatên mîr û began de bi hostatî û bi hêsanî digotin. Dengbêj bixwe hunermend e û karê wî jî huner e. Huner jî xweşikbûn, lihevhatin e. Dema meriv li gelek kilamên dengbêjîyê dinhêre, meriv dizane ku gelekî wan bixwe çîrok in. Ango gelek kes jî dikarin bejin. Lewra xweşikbûnek, lihevhatinek di nav de tine. Lê dema meriv vê çîrokê ji devê dengbêjekî guhdar dike, meriv dibîne ku tehma hunerê jê tê. Lewra kilam êdî bûye karê hunermendekî, hostayekî. Dengbêj hostayê gotinan in. Ew gotinên ji rêzê jî bi hostatîya xwe dixemlînin û lihev tînin. Ji bo vî lihevhatinê jî divê hin gotin, hin peyv werin guhertin, werin tewandin.
Me got ji bo ku kilam li hev were dengbêj hin gotinan diguherîne an jî bi awayekî din dibêje. Sedema vî jî ew e ku kilam lihev were, xweşiktir be û bi sewtekî xweş were gotin. Di kilamên dengbêjîyê de ji ber ku dengbêjî huner e û dengbêj jî hunermend e, gelek hunerên edebî bikar tînin. Wek mînak dijitî (tezat), şibandin (teşbih), şûndebikaranîn (mecazi mursel), xeberdan (întak), lihevanîn (tenasup), bibîrxistin (telmih), pirrolekirin (mubalaxa). Dengbêj hema bêje van hunerên edebî di hemû kilaman de bikar tîne. Sedema vî jî ew e ku kilam xweştir, baştir û bi hunerî be.
Me got mijara me di kilamên dengbêjîyê de erotîzmeke veşartî ye. Ka em dên û bala xwe bidininê di kilamên dengbêjîyê de jin û bedewbûna jinê çawa hatîye temsîl kirin û ew temsîlkirina jinê çawa erotîzmekî veşartî derxistîye holê.
Em ê di vî mijarê de zêdetir li ser kilamên dengbêjê nemir Şakiro û tevî kilamên ku wî gotîye bisekinin. Sewt û awaza Şakiro û her wekî din hostatîya wî ya dengbêjîyê jî pir binavûdeng e. Şakiro zêdetir li ser kilamên evînîyê sekinîye û gelek kilamên eşqê bi sewt û awaza xwe ya xurt, bi hostatî gotîye. Em ê jî hîn mînakan ji kilamên Şakiro bidin û li ser naveroka wan bisekinin.
Kilam: Emrê Min 1
Çavê xwe reş kirîye ji kildanê
biskê xwe badane ji hildanê
sûretê xwe sor kirîye ji ramîsanê
poz piçûkê fenanî nikilê di kewanê
diranê hûrê fenanî heba mircanê
lêvê tenikî fenanî kaxizê vê Îranê
zimanê tudî yî fenanî zimanê di kewanê
***
serê memkane sor e, binî spî ne, fenanî fincanî feyfûrî ne
fenanî sêvek ji sêvê Xelatî ne
çend saleka bimîne serê pela û daran e
wey lê kewê kubarê
te heft xortê mala bavê min kuştine bi ramîsanê
ca tu were xwûna van xweşmêran kanê
cotê zermemikê ber pêsîra te fenanî êmîşek ji êmîşê xerîb
vê sibengê buharê derkeve
bê qewl û bê qiraro
meriv ji derdê dilê xwe re dayne goşekî vê dîwanê
emrê min, emrê min, emrê min
Di beşeke vî kulamê de dengbêj qala xweşikbûna keçikê dike û pesnê dev, poz, çav, diran, lêv, ziman, sûret û memikên wê dike. Dengbêj vî pesindayîna bedewbûna keçikê jî ne wisa bi gotineneke bêestetîk dibêje. Dengbej wan gotinên xwe bi aweyekî hunerî û hostatî dîne ziman. Dengbêj di vir bi kurtasî nabêje bi tenê keçik bedew e. Di dewsa wî de her parçeyek bedena keçikê dişibîne tiştekî. Mînak pozê wê dişibîne nikilê kewê, diranên wê dişibîne hebên mircanê. Dibêje lêvên wê mîna kaxizê Îranê tenik in. Dengbêj di vir de gotineke giran jî dibêje behsa memikên keçikê jî dike. Dibêje memikên wê serî sor in, binî spî ne û dişibîne fincanê feyfûrî, sêvên Xelatî.
Qal û behskirina memikan her çiqas gotineke giran be jî di gelek kulamên dengbêjîyê de behsa memikan tê kirin. Dengbêj van gotinên xwe jî bi şibandinekî ango bi metaforekî xurt dike û wisa dîne ziman. Dengbêj piranî memikan dişibînên fîncanên feyfûrî, sêvên Xelatî, porteqalan, hinaran û hwd. Tabî dengbêj ne tenê behsa memikan dikin her wekî din behsa por, çev, poz, lêv, dest, sûret, diran, bejn û hwd jî dikin. Lê dema behsa memikan dibe, gotin hinekî eyb tê hesibandin lewra gotineke hinek giran û şerm e. Lê dîsa jî dengbêjan xwe ji van gotinan dûr nedane û bi awayekî hostatî, bi sewteke xweş gotinên xwe xemilandine. Tabî mebesta dengbêj ne ku behsa eybekî, şermekî ango erotîzmekî bike. Mebesta wî pesindayîna bedewbûna keçikê bike. Ji bo vî pesindayînê jî tenê nikare bêje keçik pir bedew e. Hewceye ku dengbêj gotinên xwe bi awayekî hostatî, bi hunerî, bi estetîk bixemlîne. Ji bo vî jî gotinên wiha dibêje û hunerên edebî ên wek şibandin, metafor, mecaz, pirolekirî û hwd bikar tîne her perçek bedena keçikê jî dişîbîne tişteke din. Dema ku vî tiştê dike jî erotîzmeke veşartî dertê holê.
Kilam: Kuro 2
Kuro êtîmo welatê me bişewite bi Serhedê
taxima sing û berê mi rebenê ji te re berf û gidîno
gelo tev cemedê
***
Mi destê xwe dabû nava taxima sing û berê muhuba dilê xwe
bi tenê fenanî sêvê Artemêtê, tiriyê şewitîya Tersûsê,
hêjîrê kavilya Edenê, henarê Bêlecûkê, porteqalê Dortyolê
***
taxima sing û bera mi nesîbê nefsa te eb…
***
Dengbêj di vî kilamê de ji devê keçikê xeber dide û keçik bixwe behsa xweşikbûn, bedewbûn û wekî din behsa memikên xwe dike. Di hin kilamên dengbêjî de, hinek dengbêj hene ku hin kilamên xwe bi devê keçikekê ve dibêjin. Ango dengbêj kilamê bi keçikê dide gotin. Dibe ku sedema vî jî ev be ku dengbêj behskirin, pesindayîna memikên keçikê gotineke giran û eyb dihesibîne û ji bo vî jî kilamê bi keçikê bixwe dide gotin. Keçik bixwe pesnê xwe û pesnê bedewbûna xwe dide.
Di çanda dengbêjîyê de kilamên dengbêjîyê hemû bixwe ji teref dengbêjan ve nehatîye çêkirin. Ango kilam bixwe ne ya wî dengbêjî ye. Kilam ji alîyê jinekê an jî keçikekê ve hatîye çêkirin û dengbêj jî ji devê wan bihîstîye. Li gor terza xwe hin tiştan dibe ku lê zêde kiribe jî.
Kilam çêkirina jin û keçikan di dengbêjîyê de şêwazek e. Ango xwedîyê gotinên kilamê bixwe jin an jî keçikek e lê kilam ji alîyê dengbêj ve hatîye gotin. Terzeke din jî ew e ku kilamê bi jin û keçikekê dayîn gotin e. Ango kilam bixwe ya dengbêj e û her wiha dengbêj bixwe jî wî kilama xwe dibêje lê kilama xwe bi devê keçikekê ve dibêje. Sedemeke vî jî ew e ku dengbêj hin gotinên xwe yên giran ango gotinên mustehcen bi keçikê dide gotin. Lewra ku gotin hêsantir bê gotin.
Kilam: Yar Yar Kewê Kubarê3
kewê kubarê tu rabe gelo vê sibengê
çavê te reş û belek in ji çavê van xezela
li serê memikê te sor in binî spî ne
fenanî vî sibengê malxirabo sêvê jê sêvê Artemêtê
ne wele pûrteqalê Dortyolê
hêşîn bûne gêhîtine bêxwedîyê van qeysîyan û zerdelan
***
Di vir de dengbêj keçikê dişibîne kewa kubar. Di dengbêjîyê de keçik gelek caran dişibînin kewan. Lewra kew temsîlîyeta bedewbûn, nazikbûn û delalbûnê dike. Dengbêj di vir de jî behsa memikên keçikê dike û wan dişibîne sêvê Artemêtê û pûrteqalê Dortyolê. Ji ber ku sêvên Artemêtê û pûrteqalê Dortyolê bi tehma xwe, bi xweşikbûna xwe bi nav û deng in; dengbêj jî ji bo pesindayîna memikên keçikê wan dişibîne sêv û pûrteqalên xweş.
Kilam: Zera Mele4
çavê mi bi çava biketa
minê destê xwe bavêta desta
devê xwe bikira xal û xetê di gerdenê
bêçiyê xwe biavêta ber qaşa vê kemberê
devê xwe bikira nava cotê zer bistana
gidîyê tu sêr bikî bila li ser serê mi
bibiya xirtina kêr û xençerê
***
Di vir de jî dengbêj ji bo memikan dibêje zer bistan. Bistan jî tê watêya baxçe. Di vir de kesê ku dilê wî ketîye ‘zera mele’ ji bo wê mirinê jî dide ber çavê xwe û dibêje ‘’ devê xwe bikim nava cotê zer bistana, bila li ser serê min bibiya xirtina kêr û xençera‘’. Dildarê keçikê ji bo dildara xwe mirinê jî dide ber çavê xwe. Ev jî tê wateya qîmetdayîna hezkirinê.
Kilam: Têlî5
gerdena Têlî fenanî gerdenî qazayê
pozê piçûkê fenanî nikulê di kewayê
lêvê tenikî fenanî kaxitê destî katibayê
tilî bêçî fena hubra qelemayê
***
serê memikane sor e binî spî ne fenanî fincanê ferfûrî ne
fenanî sêvê ji sêvê Xelatî ne
***
Kilam: Têlî6
Têlîya min yeka bejinzirav e, çavbikil e, biskbitêl e
çepildirêj e, porkêj e, navqendîl e
gerdena zirav e jê di êlî
ax zalime kile subhanê ji belekçava neke xalî
heftsalî da heft xwûnê me li ser mala bavê te hebû
te ji bona yek ramîsanekî danê esrê kir berdêlî
***
Di vir de kesê ku dildarê Têlîyê ye; bi gotin û sewteke balkêş pesnê bedewbûn, xweşikbûn, nazikbûn û delalbûna dildara xwe ango pesnê Têlîyê dide. Ji bo pesindayîna wê jî behsa çav, bisk, bejn, çepil, por û gerdena wê dike.
Kilam: Werî Mala7
lê lê sebrê xelk bû aşiqê mal û hal û temelikê dinyalikê
ez evdalê Xwedê bûm aşiqê çav û buriyê reş û belek
pozê piçûk gelo vê sibengê gerdena zer, cotê zer memika
na wele têmtêla xerîb gidî gelo vê sibengê bejn û bala
***
Kilam: Çerxa Felekê8
ez ji te re sond bixwim gelo taxima sing û bere mi keçikê
ji te re fenanî belekîya berfa çiyayê Kosedaxê
***
Di vir de jî dengbêj kilamê bi keçikê dide gotin û keçik bixwe pesnê xwe dide û dûre dibêje ‘’taxima sing û berê mi keçikê ji te re fenanî belekîya berfa çîyayê Kosedaxê’’. Keçik di vir de sing û berê xwe dişibîne belekîya çîyayê Kosedaxê û ev jî meteforeke e ku gotinê xurt dike.
Kilam: Can Hey Can-29
gidîyê ku rastî min hatiye vê sibengê
komê qîzan û bûka refên wan esmera
meriv vê sibengê fenanî xurmê Baxdadê
taxima singûberê wan veke teko teko bavêja nava zerfa
binivîse ji xwe re bi adresa bişîne Xatimê
vê sibengê ji bona alayê bêlûkê wan eskera
***
Kilam: Hatiye Mala Bavê Mi Mîvaneke Ezîz e10
were wî mêvano mêvano…
lê lê dayê misafirek hatî mala bavê mi keçikê nizanim pir ezîz e
ez nizanim dêrisê gunda da gelo çi layiq e lo çi caîz e
ez gulîbira Xwedê rabim şeva îşev malxirabo
kehêlî mala bavê xwe gulîbirê
cotê kêhêlî mala bavê xwe teslîm bikimê
eger pê qayîl bû ji xwe qayîl bûye gava qayîl nebû
ezê pêşkeş bikimê cotê zer memikê xwe gulîbirê çardeh salî
ji êvarê heyanî mîla ber şefeqê
bira ji xwe re pê mijûl be pê bilîze misafiro lo
mîvano mîvano mîvano lo misafiro lo
***
Di vê stranê de jî kilam bi devê keçikê tê gotin û keçik di vir de behsa mêvanekî ku hatiye mala bavê wê dike. Lê ev mêvan ne mêvanekî wisa ji rêzê ye, ji gotina keçikê tê fêmkirin ku ew mêvan dildara keçikê ye. Lewra keçik dibêje gelo çi layîqê vê mêvanê ezîz e ku ez pêşkeşî wî bikim. Ewilî dibêje ezê cotê kêhêlê mala bavê xwe bimê lê heke ku ne razî be ezê cotê zer memikên xwe pêşkeşî wî bikim da ku heya şefeqa sibê ji xwe re pê mijûl be, pê bilîze. Bi rastî ev jî gotineke giran û ecêb e. Ji vî gotinê jî tê fêm kirin ku erotîzmekî veşartî di vir de heye.
Kilam: Ez û Delalîka Dilê Xwe11
lawikê cindî tu were qasekî li kêleka mi rûnê
hêdî hêdî destê xwe bavê pêsîra mi rebenê
de malxirabo kilîta cotê zer memikan veke
ez ji te re sond bixwim bi çavê serê xwe bibîne
***
Me got di dengbêjîyê de ango di kilamên dengbêjîyê de erotîzmekî veşartî heye. Me ji hin kilamên dengbêjîyê çend heb mînakan dan û em li ser naveroka wan sekinîn. Naveroka wan kilaman jî piranî pesindayîna bedewbûn, delalbûn, nazikbûn û xweşikbûna keçikê, xweşikbûna dev û lêv, çav û birî, por, poz, diran, dest, tilî, bejn û bala keçikê ne. Me di gelek kilaman de jî dît ku dema dengêj pesnê bedewbûna keçikê dide, di wir de behsa memikên keçikê jî dike û ev jî dibe sedema erotîzmekî veşartî.
Helbet mebesta dengbêj ne ew e ku erotîzmekê, mustehcenîyekê bike. Mebesta wî ew e ku sewt û awaza kilamê xweştir be ango ji bo ku kilamê baş li hev bîne, hin gotinên wiha mustehcen jî dibêje.
Me di serî de got ku di dengbêjîyê de evînî azad e û her wiha dengbêj jî azad e. Dengbêj li gorî hostatîya xwe, hunermendîya xwe kilamê dixemlîne. Ji bo vî xemilandinê jî dengbêj nikare gotinên wisa jirêzê bêje, nikare gotinên bêtehm, bêwate, bêawaz, bêsewt bêje. Hewce ye ku dengbêj kilama xwe bi sewt û awazeke xweş bêje. Ji bo vî jî divê kilama xwe xweş bixemlîne lewma di kilamên xwe de behsa çev, dev, poz, por, dest, ling, bejn û her wiha behsa memikan jî dike.
Çanda dengbêjîyê behreke bêbinî ye. Di vî behrê de dengbêjên me bi sedan salan e bi sewt û awazên xwe derd û kulen me, bextewarîya me, lehengîya me, şer û pevçûnên me, bûyer û serpêhatîyên me, çîrokên me, evînên me, eşqa me hemûyan bi hostatî û bi hunerî anîne ziman. Saya wan dengbêjan e ku çanda me, zimanê me, dîroka me nehatîye jibîrkirin. Wan dengbêjên biqedir û qîmet kedeke mezin dane Kurdî û hê jî didin. Mala wan hezar caran ava be, rehma Xwedê li wanên ku çûne li ber rehma Xwedê be. Divê em jî qîmeta wan dengbêjên xwe bizanibin û wan qet ji bîr nekin.
Nîşe:
1-Emrê min – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 170, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
2- Kuro – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 172, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
3- Yar Yar Kewê Kubarê – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 190, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
4- Zera Mele – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 194, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
5- Têlî – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 198, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
6- Têlî – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 199, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
7- Werî Mala – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 210, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
8- Çerxa Felekê – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 214, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
9- Can Hey Can-2 – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 220, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
10- Hatiye Mala Bavê Mi Mîvaneke Ezîz e – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 339, Ömer Güneş/İbrahim Şahin
11- Ez û Delalîka Dilê Xwe – Şakiro, Antolojiya Dengbêjan/Dengbêj Şakiro r: 361, Ömer Güneş/İbrahim Şahin


