Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Derî Kovarê»Nameya Edîtor
Derî Kovarê

Nameya Edîtor

Erol BaşakBy Erol Başak21/08/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Silav xwînerên hêja.

Wêjeya devkî ango zargotin di çanda me Kurdan de xwedî ciheke girîng û gewre ye. Ev wêjeya devkî bi saya dengbêjan jiyaye û her çand û dîroka me gihandiye roja îro. Dengbêjan di kilamên xwe de êş û keserên gel, serpêhatiyên lehengên kurd, çîrokên evîndariyê vegotine û li ser axa kurdistanê li her aliyê belavkirine. Di nava mijarên kilamên dengbêjan de meriv dikare bêje ku evîndarî cihê mezin digre.

Nivîskar Ozan Serhedî li ser kilamên dengbêjan hûr bû û gotarek di vê derbarê de amade kir. Di Kilamên Dengbêjiyê de Erotîzmeke veşartî.  Nivîskar wiha erotîzma di kilaman de pênase dike: Di kilamên dengbêjîyê de jin; bedewbûn, xweşikbûn, nazikbûnê temsîl dike. Dest û pêyên wê, çav û bêrîyên wê, porê wê, bejn û bala wê, qam û qalafeta wê, diran û sûretên wê, poz, dev û lêvên wê û gelek caran jî memikên wê dibin mijara kilamê. Ev jî dibin sedema erotîzmekî veşartî.

Ji ber giringîya çanda dengbêjan di wêjeya kurdî de û ji ber balkêjiya mijara gotarê bi me xweş bû ku em vê mehê di bergê kovarê de jî cî bidin dengbêjan û kilamên wan. Gotara Ozan Serhedî nivîseke xweş honandî ye. Hûnê bi mînakan hostetiya dengbêjan û erotîzma ku wan afirandiye di vê nivîsê de xwînin.

Nivîskarê me yê hêja, mamoste Konê Reş ku bi xwe ji Qamişlo ya Rojava ye ji bo vê hejmarê semboleke bajarê xwe Qamişlo dide nasîn. Ew jî mizgefta Qasimo ye. Binêrin ka ev mizgeft navê xwe çima û çawa hilda ye û heya roja îro şahidîya çi bûyeran kiriye.

Nivîskar Mihyedîn Nahrîn dest bi rêzenivîseke nû kir: Nameyên Derengmayî Yên Evînê. Ev xebata nû derbarê nameyên evîndariyê ye. Nivîskar dibêje evîn hin kesan dike şaîr, hinan jî dike feylesof lê evînê ez kirim namevan. “Helbet hertişt ezelî nîn e û evîn jî mîna mirovan beşerî ye. Dem tê her yek ji me bi rêya xwe de diçe. Bi awayekî evînê ez jî şewitandim û ez jî kemilandim. Bi demê re evîn jî qedîya. Her yek ji me bi rêya xwe de çû. Lê li pey evînê ev name man”. Sernava nameya ewil jî ev e: Gotinên Te Ne, Yên Li Min Tiştan Dikin Ferz, Xêr û Guneh.

Nivîskar Dilazad Art di berdewamiya rêzenivîsên li ser sînemayê de (Ji Bo Jiyanê Pencereyeke Nû) beşa sêyem amade kir. Di vê beşê de hûnê Serdema Sînemaya Bêdeng, Avakirina Hollywoodê û Serdema Sînemaya Bideng bixwînin.

Rûmet Med vê mehê çîroka lehengekî ji wêjeya ewropayê yê bi nav û deng ji me re dibêje. Hewleke Li Dijî Bêdadî, Tirs Û Nezanîyê: Don Kîşot. Nivîskar Rûmet Med wiha romana Don Kîşot pênase dike: Don Kîşot bi serpêhatîyên xwe ve li seranserê cîhanê gelek hate naskirin û îro jî gelek navdar e. Yek ji romanên herî balkêş û girîng a wêjeyê Don Kîşot weke romana yekem a nûjen tê qebûlkirin. Bi metaforên xwe qala hin tiştan dike, mirovan dide fikirandin û dide kenandin ku dibe neynikeke di herikîna demê de.

Digikurd vê mehê bi mijareke balkêş bi me re ye. Gelo di nexşeya cîhanê de şaşî hene? Ger hebin tevî teknolojîya pêşketî ya vê serdemê çawa çêdibe? Sernava gotarê wiha ye: 130 Sal In Di Nexşeyan De Ye, Lê Giraveke Wisa Nîne. We meraq kir, ne? Nexwe vê nivîsê ji dest nexwin.

Nivîskar Faîk Ocal di vê hejmaraê de pirtûka Dilşa ya Felat Dilgeş dide nasîn. Ev jî pirtûkeke çîrokan e û ji weşanên Nûbiharê derketiye. Faîk Ocal wiha pesna Felat Dilgeş dide: Felat Dilgeş bi karê wêjeyê baş dizane. Mirov çîrokan bi kêfxweşî dixwîne. Gava mirov çîrokan dixwîne, rojên berê tên bîra mirov. Yanî hevîrê nostaljî û hiznê bi hev re baş hatiye sitirandin û tehmeke xweş û baş jê çêbûye.

Hejmara Tebaxê ya The Raising of Kurds bi beşa Fotoşirove diqede. Wênekêş Dilazad Art ji bo bê beşê 2 wêneyên xwe bo me şandin.

Wêneya yekem: Ji kelha Cewazê Behra Wanê

Wêneya duyem: Kelha Cewaz û Behra Wanê

Hejmara 8an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.

Bimînin dixweşiyê de.

 

 

 

Nameya Edîtor The Raising Of Kurds 8
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Erol Başak

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.